Hêvîyên qurmiçî

Lewend Dalînî

Diya Bêkes dixuyê ku qedandin li vî bajarî nemaye bavo? Ka fincanek qehwe vê sibehê bide min û peyre ezê bi ser sinceqê ve dagerim, ji dostekî, ji hevalekî yan jî mirovekî ku bi deynê xwe çend qureşekî bide min, bi hêvî me ku ez karibim kirya şandina van pirtûkên xwe bînim û rêkim welatê biyanî yê? Ew camêrê Ferhad xwe daye ber belavkirina wan li wêderê!! Tu zanî bê çiqasî ez westîyame ji belavkirinê ji alîkî, û di dîtina karekî ji alîyê din ve jî? Tu bawer bike kes nemaye li vî bajarî ku min xeber nedanîye cem û min jêre negotiye? Û tanî îro jî kesî negotiye were bi çerxîkî jî karbike!? Vaye dîsa dawîya  mihê hat û krîza kirya xanî û av û elekrtîkê wê dest pê bikê.
Rengê buharê di riya di navbera wî bajarî û devera wî de, ne bi rengînî xuyanî dikir, û ramanên wî jî tevlî hevdibûn!, mij û dûmanê reşa xwe li pêşeroja wî di pêça, gelo kû ne nivîskarek ba lê belê hostayê xanîya yan jî ên patoza ba wê jiyana wî ne tekûztir û çêtirba!!?.

Dilê wî bi belengazî di sebeta sînga wîde lêdida, û melûlî di herdû çanvên wî,  bi hesanî dihatin xwendin û pêlên germî û sarîyê canê wî di sipartin hev û heyecanê di kûranîya xemgînîyê de ew perçe perçe dikir!. Jiyan di rûbarî herdû çavên mest û melûl bi rengekî reş û ne zelal, û nejî sazkar û bi ronahî, dihate xuyanî kirin û di vê derheqê de xameya xwe tawebar û weke polekî bê nirx didît,!!?.û weke seqetekî ku nama xwe nikaribê bighînê û li nîvê rê beravêtî bibê, qurmiçî bimîne? Dîsa didît?, û ew peyva ku digot: Hêza xamê ji a çek û sîlehan bêhtire di wê kêlîyê de ne gelekî sazkar didît!!?? (Tevlî ku di jiyana xwe a nivîsînê de û bi xama xwe û li ser rûpelan, sînor û dezgeh, tevde derbas dikirin û tu rûbarî li pêş wê nedidît).

Moralê wî di riya vegerê de ku dostekî wî ne tenê ew qedandibû, lê firavînek xweş û bi tewaş jî dayê û ew bi germî rêwingî ber bi bajêr ve kirribû, hebekî hate guhertin û rengê wênê, pêre pêre ew jî dihate nûjenkirin? Rengên reş û domanî dest bi texlîtan û xweşikbûnê dikirin, û Aso yê xwe li pêş çavên zelal dirêst.

Zinglê telefûnê di bêrîka wî de bi xurtî lêdida dema bi peyatî û li bayê lezê, riya di navbera Termînala otobosê û çarçiya bajêr de bi kinayî qut dikir……Elo diya Bêkes çiye?…Tu li kûye? Va ez gihiştime bajêr? Û berê min li cihê şandina pirtûka ye?…Bi lez were mal yan tu bighê ser Bêkes yan na? û dest bi girî kir…..

Destê xwe avête pakêta çixarê ji bêrîka xwe kişand, çixarak jê anî der, pêxist, û dinav diranên xwe de  cût  …agirê wê di miza yekemîn de weke pizotekî sorbû û nîvê wê şewitand!? Domanê xwe Hilda jor, û dû xwe li jorê belavkir… Aso ji reşî û domanî vê carê bi temamî li pêş çavên wî nema dihate xuyanî kirin, û bêhemd ber bi malê de bezî.

Di wan hersî rojên ku bi şev û roj,  li nexwşxanê û li ber serê Bêkes qedandin, û bi zehmetî bijîşka ew ji mirinê vegerandin!?…Bavê Bêkes netenê kirya şandina pirtûkê li ser kir, lê weke wan jî bi ser de deyn di kir!!!??..

Qamişlo, 1 ê Gulanê 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…