Arjen Arî
Gotibin ‘zor gézaré hildike’ jî; zorbikaréner nikaribin rişma zoré ragirin, zoré nikaribin li sersedekî ranewestînin; rojek té, zor ji tixûbé zoré derbasî sînoré zordarî û zilmkariyé dibe.
Zorzorker li tu sersedan nesekinîn, sînorén zilmé nasnekirin.
Mînaka zorkerî û zorkariya di bîra mirovî de héj germ, şeré li Bosnayé ye.
Li Sirebrenisayé wekî mezelén li Newala Qesaban, li Helebçeyé gorn di ber gorné de, kél li kéleka kélé bi hezaran mirovén béguneh û bérî di biné axa sar de ne…
Serokwezîré ku di vî şeré temediréj de qaşo li ber mirina 40 hezar kesén béguneh dikeve, ji dévla ku rahije teceguleké û deyne ber seré gorneke békel a li çiyayekî an jî li newaleké; di qadén mîtingan de xemgîniya xwe tîne ziman; ji bîr dike ku li welaté wî héj jî mirov téné kuştin, çiya téne sotin, éş téne dotin…
Mirovahî, ango ‘serleşkerén mirovahiyé’ dewletén ku hemû dewlemendiya xwe ji çékirina çekén mirovkuj û siruştkuj werdigirin, ew jî béşerm û béyî ku rûyé wan sor bibe bévila wan bişewite, li péşberî mirovén di etra térkirina ziké xwe de, xemgîniya xwe dilévînin, zilma bûyî, şeré rûdayî şermezar dikin!
Evaya, ev helwesta, wekî gotina péşiyan, ‘ Bi gur re dikuje, bi şivan re dixwe, bi xwedî re digirî’ ye.
Evcure durûtiya ku bi desté réveber û rayadarén dewletan tét kirin ma ne béehlaqiya herî mezin e!
Hal ew hal e, ev ganérén dewletén xwedî artéşén boş, hebekî biramin dé bét bîra wan ku berikén ji devé çekén wan derketî, narincokén ku di febrîqeyén wan de hatine çékirin in én li wir û wiré dinyayé bi min mirovî, bi wî mirovî de dipeqin.
Kurmiké pékarîné, kurmiké ku di nava mirové herî milayîm de dilive û heta dawiya temené wî pé re dijî; bi bidestxistana hézé re, wî bûneweré kedî é xwedî hestén herî narîn, ew é ku di wexté mirovbûna xwe de naxweze pé li gérikeké bike; dike hûtekî hetf serî!
Jixwe; zilmkar hûtén heft serî ne.
Hinek emerîkayî ne, hinek ewrûpî, hinin jî rojhilatî ne!
Yén ewrûpî û emerîkî, ango ‘hûtén hûtxwedîker’ piştgiriyé nedin ‘hûtikén’ héj nû bi piya ketî; ne li Afganistané lehî radibe, ne jî her sihar ji ber gûhén vî bajarî teyrén baskhesin hildifirin ber bi çiyayén Kurdistané ve.
Ev balefir én şer in, û kesekî nekujin jî ew her roj zeviyeké, daristaneké dikin komir û bi şûn de vedigerin!
Û li vir, vé kélîké, di vé bîhnika ku her kesé umîdewar dixwaze milé bispére biryara béçalaktiya yek alî, li tevî serokwezîr hemû kizîr û wezîr ketine heyra ‘eré-nayé’!
Gotine, ‘agir berdide kayé, xwe dide ber bayé’!
Bayé herî germ û gurr ji civîna KCD derket heftiya borî : Xweseriya Demokratîk! Yanî muxtariyet, yanî otonomî!
Li tevî gelek kurdan, tirk bi xwe jî ne li héviyé bûn, û bawer nedikirin ku kurd hatine sînoré ‘birîna xwe bi desté xwe derman kiriné.
Jixwe péşiyan gotine, ‘nexweş bi nexweşiya xwe dizane’. Û bi ser ve kirine, ‘ tu xura xwe bi desté xwe nexurînî, xur naşike’!
Zanim; piştî vé ‘xûr’é, xûr dé veguhere girré û girr dé cihé xwe bide ‘xura serxwebûné’, ‘ xura federaliyé’.
Yé ku bixûre, bila xwe bixurîne.
Gotine, birîna ku bixure, nîşaneya rehetbûna birîné ye!
Ez ne textor im, ne jî noşdar!
Lé ‘neştergérén siyasî’ neşter li ‘birîn’é dan, û gotin, ‘derman ‘ Xweseriya Demokratîk e’!
Ji mafé ‘textorin’ din e – ew jî ku hebin û nexweşînasbin – ku bibijén na; ‘derman serxwebûn e’!
Serxwebûn, bi gotina Mam Celal ‘xewneke xweş e’!*
Bi gotina Seroké Herémé rézdar Mesût Barzanî, ‘ her kes xewné dibîne, lé divé em rastiya xwe bibînin’ e!*
Li gorî kevnesosyalîstén seré wan mîna yé min berfa pûk bi ser de bariyayî, -mîna ku nizanibin qewmé ji vî mafî bépar é herî dawî kurd in- dibéjin, ‘daxwazeke ji rézé, siruştî û mafé her qewmî ye’.
Her qewm?!
Kîjan qewm?
Qewmé qet qet, pare pare?
Qewmé ku héj jî sé alfabeyan bikar tîne?
Qewmé ku ‘rewşenbîrén’ wî héj jî dibéjin bila ne ev; ev zarav be zimané fermî, an qewmé ku hezar sal e hînî paxila dakirkeré xwe bûye?
Ya herî xweş û baş, û daxwaza ne fahş – qe nebe vé serdemé- bi hev re jîyîn e. Bihevrebûneke bi mafén wekî hev; li tevî perwerdeyé ewleyî û parastin, xwebirevebirin û li gel ala heyî aleke din!
Heta van salén dawî jî- bi taybetî li navçe û herémén di bin desthelata PDKé de- ala İraqé ango a Sadam li gel ala Kurdistané nehat daçikandin!
Lé îro?
Îro herdu al bi hev re li ber bayé Kurdîstané dihejin, dilerizin…
Xestek û daxwaza niha ne rûxandina sînorén mîsakî millî ye, ne jî binpékirina alé ye.
Ku kurd bi vé xwesteké qanih û qayil bin; birano, tirkno hima vé biryaré ramûsin û deynin ser seré xwe!
*Hevpeyvîna di rojnemaye Welat de-1993
*Axaftina di Festivala Duhoké a 1.emîn de
25/08/2010/