Batman, Êla Rema Û Mala Hecî Evdella (Ji giyanê Sadî Ozdemir, Salih Ozdemir, Sidik (Sofî) Ozdemir û Av. Sedat Ozevin re)

Konê Reş  

   Di 20 ê gulana 2010 an de di gel herdû keçên Cegerxwîn Sûad û Selam çûm Batmanê. Min jî wek hevalên xwe beşdarî di rojên wêjeya Kurdî yên şaredariya Batmanê de kir.

   Piştî vegera min ku yekemîn car bû Batmanê dibînim, min dixwest nivîsekê li dor çûn û dîtinên xwe berhev bikim.. Lê sed mixabin kar û barên rojane, xwestekên malê û projeyên nîvcî ew rê nedan min.. Ta ku di roja yekê tebaxê de min ji mediya kurdî bihîst ku mayînek malwêran li gundê Meymûniyê, gundê axayên Êla Rema teqiya ye û di encam de sê xortên mala Hecî Evdella, bi navê Salih Ozdemir, Sadî Ozdemir, Sidik (Sofî) Ozdemir, di gel hevalekî wan yê parêzer bi navê Av. Sedat Ozevin, canê xwe ji dest dane û Batman ji kok ve hatiye hejandin..
   Ji wan xortên şehîd û gorbuhişt, min Sadî Ozdemir dîtibû û ji nêzîk ve nas kirbû. Rêberê min bû li Batmanê û di hevdîtinên min de bi kesayetiyên malbata wî re, ku yek ji wan bavê wî Silêman Axa bi xwe bû û yê din Osman Axa, kurê Eminê Perîxanê bû. Evê dawî, hem xalê bavê wî û hem kurapê bavê wî ye.


Konê Reş u Osman Axa Kurê Emînê Perixanê

   Mala Hecî Evdella an mala Emînê Ehmedê Perîxanê axayên êla Rema ne, piraniya wan bi destê tirkan hatine kuştin.. Vêca piştî vê bûyera diltezîn careke din ez li projeyê nivîsandina xwe a li dor çûna Batmanê vegeriyam.
   Êlih(Batman): Erê, yekemîn car bû ku Êlihê dibînim. Êlih an Batman; Bajarekî nû ye nola Qamişloka min e. Bajarekî petrolî ye. Bajarê êlên deşta Bişêriyê û êlên çiyayê Rema; jorî û jêrî, çiyayê Qîra û Kercosiya ye. Ev bajar, bi hunera xelkên van êlên kurdan yên koçer û dêrîn hatiye ava kirin; Êla Sînka bi seroketiya mala Nêsir, Reşkota bi seroketiya mala Felîtê Quto, Receban di gundê Bilêdir, Tilmiz û Receba de, Kercosiyan bi seroketiya mala Hesen Şemdîn, Rema bi seroketiya mala Hecî Evdella û di rex wan de koçerên êla Elika ku ji van bavikan pêk tê: Cindika, Axika, Qatîxoka, Mala Remo, Mala Sîno û Mala Dîbo..

   Di her 20 salên destpêka çerxê 20 an de gundê Almedîna wek navend bû ji van êlên kurdan re, lê kom dibûn û bazirganiya xwe lê dikirin.. Lê xuya ye piştî ku gundê Almedîna li ber şap û lehiya çemê Batmanê cûye, wan êlên koçer, cihê Batmana niha ji xwe re bijartine û kirin navend, ji bedêla Almedîne ve.. Û wiha nav lê hatiye kirin Êlihê anko cihê ku êl lê kom dibin û lê hev dibînin…Dibe jî ku ji wilo kevintir be, lê her ji navê êlan hatiye. Ev baweriya min e.

 
Konê Reş  u Silêman axa

   Lê piştî ku petrol li herêma wan êlan hatiye dîtin, karkerên petrolê jî hin bi hin li wan zêde bûne û wiha ew gund mezin bûye ta ku bû bajar. Vê paşiyê dewletê navê kurdî û gelêrî guhertiye; ji Êlihê kiriye Batman. Di roja îro de Batman ji 39 taxan pêk tê, hejmara rûniştiyên wê dor 400,000 neferî heye.
   Di wan çend rojên ku min li Batmanê derbas kirin, bi germî min dixwest ku hina ji wan malmezinên van êlên kurdan yên dêrîn bibînim, wek birêz Necat ji mala Nêsir, lê mixabin dûrî Batmanê bû.. Ji Kercosiyan min Mihemed Selîm Akman ji mala Hesen Şemdîn dît, lê ew derfeta demê bi min re nebû ku dûr û dirêj pêre biaxifim.. Xweş bû ku min di rêka kak Murad re -ji Kurd-Der a Batmanê- kalemêrekî Reşkotan, bi navê Nicmeddînê Reşkotî ji gundê Lîçka Xazo dît. Min çend pirs li dor Reşkotan, Felîtê Quto û mala Hecî Mihemedê Mistê û zarokên wî; Sebrî, Seîd, Yaho jê kirin..
   Ev bavik û êlane tev ne di mijara min de ne, dibe ku careke din li wan vegerim.. Mijara min êla Rema û mala Hecî Evdella ye, anko mala Emînê Ehmedê Perîxanê ye. Û bi teybetî mala Silêmanê Xelîlê Mihemedê Hecî Evdella ye, bavê hersê xortên ku di roja 1/8/2010 an de li gundê Meymûniyê, ser rêka Heskîf û Batmanê bi mayinekê şehîd ketin. Erê mebesta min ji vê yekê ku piraniya neferên mala Hecî Evdella bi destê tirkan hatine kuştin, bidim zanîn..
   Li ser pirsyan û daxwazên min, kak Salih yê ku berpirsyareke di şaredariya Batmanê de û ew bi koka xwe ji gundên Kercosê ye, camêr texsîr nekir, ez bi xortekî nûhatî, spehî û lihevhatî bi navê Sadî yê Silêman Axa ji mala Hecî Evdella dam naskirin. Ez ji danûstandina wî xortî têr nebûm û qet min bîr nedibir ku rojekê ez ê di mirina wî de tiştekî binivîsim..
   A dinî rojê 22/05/2010, danê esir, min xwe ji festîvalê vedizî û di gel Salih û Sadî me berê xwe da Şîpê Rema, gundê Meymûniyê bal Silêman Axayê Hecî Evdella bavê Sadî. Ez bi mereq bûm ku neferekî, kalemêrî ji mala Hecî Evdella bibînim û hin pirsên dîrokî jê bikim.
   Li gundê Meymûniyê, bi Silêman Axa re rûniştim, di gel çend xortên din ji mala Hecî Evdella, min gelek pirsên dîrokî li dor Êla Rema, mala Hecî Evdella, Emînê Perîxanê, Xoybûnê û çûn û vegera Emînê Perîxanê a Binxetê jêkir.. Tevî ku temenê Silêman Axa di ser 73 salan re bû lê wî wek min nizanîbû.. Dawî wî ji min re got; A baş ku Sadî te bibe cem xalê min Osman, ew bêtir bi van çîrokan dizane..
   Ta wê hingê qet min nizanîbû ku zarokên Emînê Perîxanê li jiyanê mane. Piştî ku Sadî çend telefon vekirin, em ji Meymûniyê vegeriyan Batmanê û dêreket me berê xwe da mala Osman axa Kurê Emînê Perîxanê, yê ku temenê wî 84 sal e. Eynî pirsan min ji wî jî kirin.. Di encamê herdû çavpêketinên min de bi Silêman axa û Osman axa re û xwendina min ji pirtûka Cegerxwîn a bi navê Folklora Kurdî, ez bi vê nivîsê derketim. Bê guman wê şaşî û kêmasî têde hebin, taqeta min wilo gihayê.. Û wek ku kurdan gotiye: Goşt bê hestî nîne. Belê, gotin ji negotinê bikêrtire. Û di vê biwarê de, ez van gotinên ku seydayê Cegerwîn di pêşgotina beşê duwem de ji Folklora Kurdî a bi navê (Avêtinaser Yan Şer û Serpêhatî), nivîsandiye ji xwendevanan re radixînim: ((Daxwaza me ji nivîsandina van (Şer û Serpêhatî û Îstiranan) eve, ko em karibin sergêjî û bextreyên miletê Kurd deynin berdestî wan mirovan, ko dixwazin di pêşiya miletê xwe de çend gavan di meydana rêzanî de bi pêş de bavêjin; da wekû karibin raboriyên miletê xwe bi rast û dirist nasbikin û careke dî ew jî, nekevin nav çirava çewtî û şaşiyan; da em karibin bidin zanîn, ko miletê Kurd ji kevnare de di Kurdistanê de bi gernasî li berxwe daye û serê xwe ji kesî re dananiye..))

   Mala Hecî Evdella: Mezin û axayên êla Rema ne. Ev êl li ser herdu peravên ava çemê Dicle bicî dibe, ji tixûbê Kercosê ta bi tixûbê Batmanê. Ev êl bi çiyayê Rema, Şîpê Rema û şikeftên Rema yên derdora Heskîfê navdar e. Paytexta wan gundê Keferzo ye. Hem jî neferên vê êlê bi mêraniya xwe nav û deng dane û axayên wan mala Hecî Evdella, gelek caran li pêş dewleta tirkiyê rabûne û karên dijwar di riwê leşkerên dewletê de kirine û dawî pirrê wan bi destê tirkan hatine kuştin.
   Ji zarokên Hecî Evdella yên navdar; Ehmed, Mihemed, Îbrahîm, Xelef û Evdilrehman e. Ehmed, di dawiya çerxê 19 an de bi destê leşkerên Tirka û hin êlên herêmê hatiye kuştin. Ji Ehmed du kur bi navê Seîd û Emîn mane. Seîd ji Eyşo, Eyşanê ye (Eyşo, ji mala Mîrza, ji eşîra Receba ye), Emîn ji Perîxanê ye (Perîxanê, ji Heskîfê, mala Elî Axa ye). Piştî kuştina Ehmed, Îbrahîm, jinbira xwe Perîxanê mehir kiriye û çar kur ji Perîxanê û Îbrahîm çêbûne; Misto, Omer, Evdilla û Elî. Paşê Îbrahîm jî bi destê Tirkan hatiye kuştin û Perîxanê jinbî maye.. Di jinbîbûna xwe de, Perîxanê meznahiya Rema kiriye û navê wê bi gernasî di herêma Bişêriyê, Heskîf, Midyadê û Xerzan de belav bûye.. Perîxanê, ji wan jinên kurdan yên bi mêranî û cegerdariya xwe nav daye. Wê jî bi zarokên xwe re serî li ber tirka hildaye û ji ber vê yekê pêlekê ketiye zindana Diyarbekirê de û Wiha zarokên wê yên ji Ehmed û ji Îbrahîm bi navê wê hatin naskirin.. Wek Emînê Perîxanê.. an Emînê Ehmedê Perîxanî ku di kurdistanê tevî de bi vî navê dawî hatiye naskirin, tevî ku dewleta Kemalî paşnavê wan kiriye Ozdemir, lê her ew bi navê mala Perîxanê naskirî ne. Her pênc zarokên Perîxanê; Emîn, Misto, Omer, Evdilla û Elî li ber tirkan rabûne û bi destê wan hatine kuştin.. Perîxanê di sala 1960 de mirîye û gora wê li gundê Zaxora ye. Dibêjin dema ku Perîxanê di zindana Diyarbekir de bû, kurê wê Omer yê ku firar bû û sergêjek ji tirkan re çêdikir, cilên babaderwêşan li xwe kiriye û di gel Feqe Mihemed çûye serdana wê, bê ku kes wî nas bike..

   Emîn Axa, di şerê 1925 an de tevî ku mêldarê tirka bû, lê vê paşiyê tirk lê qulipîn û xwestin wî jî sirgûnî Enedolê bikin, lê wî li ber xwe da û şerê tirka kir.. Ta ku ji neçarî di serê havîna 1926 an de di gel Mihemedê Îssa ji mala Elî Behlo û birek zilamên Reman yên din pêre, di dewleta Frensawî, nav kurdên Sûriyê re derket.. Li sûriyê, Emîn axa jî wek Haco axa xwe li gundê Dugirê, mala Silêman axa Abbas girtiye û di wê salê de ev kurê wî Osman li Dugirê çêbûye. Piştî çend heyvan ku sal qulipîye, anko sala 1927 an, ew û Haco axa li ser daxwaza Bedirxaniyan û kurê Şêx Seîd, Elî Riza, di rêka Helebê re çûne Bêyrûtê. Li Bêyrûtê ew jî bûye yek ji hîmdarên damezirandina komela Xoybûnê, ji bo serxwebûna Kurdistanê, ku ji 13 hîmdaran pêk dihat.. Pêleke baş Emîn axa li Beyrûtê maye û zîvirî ye Dugirê. Di sala 1928 an de, bi efûya Kemalî re vegeryaye tirkiyê… Li ser vê yekê Osman axa wiha ji min re got: Bavê min ji Sûriyê venedigeriya, lê tevan xwe ji pişt dan alî û vegeriyan, ta bi birayê wî Evdille û kurê wî Şikrî xwe ji pişt dan alî û vegeriyan.. vêca ji neçarî ew jî vegeriya.. Berî ku vegere Haco jêre got: Emîn! Neçe, bextê tirko nîne, wê te bikujin û em nikarin bên serdana şûna te.. lê bavê min razî nebû, rabû Haco got: Ji niha ve Elfatîhe ser rihê Emîn.. Li ser şaşiyên bavê xwe wiha got; Xetayên wan hebûn, bi nezanî çêdibûn… Li dor strana (Hawer delal, Hawer delal bavê Şikrî tu delalî heyra.. Çem ji çema çemê Bişêriyê.. Kelekvanya kelek berda pey gemiyê.. Dilketin xweşe li koçeriyê..), wiha got; Dema bavê min li koçeriyê bû, Keça Hacî Mûsa Begê dilketibû bavê min de û bavê min pê nizanîbû.. ji tirsa diya min Wesîla kesî newêrîbû jêre bigota.. Ta ku vegeriyan welat, hingî Tacdo yê dengbêj stran belav kir..

   Li ser koka mala Hecî Evdella ku ji kû hatine, got: Dibêjin em ji Bazîdê hatine Şernexê, em û mala Axayê Sor mirovên hev in û ji wir em hatine çiyayê Rema.. û got; bavê min di sala 1932 an de hatiye kuştin, dema hat kuştin temenê wî 44 sal bûn, gora wî li gundê Barisil e, gora Şikrî jî li Barisil e, Şikrî di sala 1974 an de miriye. Gora Perîxanê li gundê Zaxora ye, ez neşaş bim di sala 1960î de mirîye.. Û wiha gotina Osman axa bi dawî hat.

   Ez û Sadî Ozdemir vegeriyan Sînemaya Yilmaz Guney, cihê festîvalê. Li wir me xatir ji hev xwest, piştî ku me navnîşanên xwe bi hev guhertin.. Lê xwezî min ew nas nekirba û nûçeya mirina wî a trajîdî û a herdû birayên wî û hevalê wan nebihîsta.. Ji dil û can ez vê nivîsa xwe ji giyanê wan re dikim diyarî, serê malbata wan sax be û serê gelê Kurd sax be.

  ·  – Ji bo bêtir pêzanînan li dor Êla Rema, mala Hecî Evdella, Emînê Perîxanê û hin êlên din, mirov dikare li pirtûka Cegerxwîn a bi navê (Folklora Kurdî) vegere. Ev pirtûk di gulana 1988 an de li Stokholmê hatiye çapkirin.
Konê Reş

Qamişlo, 13.08.2010

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…