
Yasîn Hisên
Tu sibehan di riwê xwe de vedişêrî
Tu roka sibehên havînê yî
Dema ji tirsa re min xwe dialand
Û bi te diramiyam
Tu…
Bihna buhara harbûyî ye
Dema dêmên te bihn vedidan
Tu…
payîz bû….!
Çiko kes xwe naspêre tîna te…ji bilî min
Ez jî cara diwem ,,, dikevim tora te de
Ez jî li benda hêstira te bûm
Da rabim heyfê ji xuristê bistînim…pêre xwe bi ser dara gwîzê de werkim…!
Ez jî dengbêjê kembera te bûm…
Min jî kursiya wê radikir li ser piyan…
Da paşeroj masa xwe li piyê min bike…!
Tu xewa xwena ye,,,de biniv e…
Tu diçî ava,,,de min jî bi xwe re bibe…
Û masa xwe li piyê xwe dike…
Pala xwe didim tenûra bêdengiyê
Da nanê xizanan di sibehan de amade bikim,,,
Di bedena rojê de….







Şîrove (0)