Ma ez çi bêjim?


 Sevger

Ez çi bêjim û çi ne bêjim
Ji derdan ez îdî gêjim
Carna dibêjim min çi jêye

Ziman devde ez dugvêjim.
Dîse bi xwe ez nikarim
Ji ber ez ne kker u lalim
Hemberî pîsan §iyarim
Divê rastîyê ez bêjim..

Li civatê tama§ekin
Çwa §erê hevdû dikin
Xwe ji doza xwe dûr dikin
Ma ji bo van ez çi bêjim?

Ji sedî nîv çewt û §a§in
Ew xudan peyvên bela§in
Ji dujminre wek kila§in
Ma ji bo van ez çi bêjim?

Pir ji wana ew dû rûne
Wek agirê bê dûne
Mîtin dijî min û tûne
Ma jib o van ez çi bêjim?

Gelek ji wan maldarin
Dost û §irîkê neyarin
qewmê xwere gurê harin
Ma bo van ez çi bêjim?

Hin oldar û rih dirêjin
Qa§o bi rojî û mêjin
Mafê kurdan hîç na bêjin
Ma jib o van ez çi bêjim?

Hin dibê em rew§enbîrin
Ji §erre zana û jîrin
Bê helwest û bêtedbîrin
Ma jib o van ez çi bêjim?

Gelek di xema malbatê
Di a§îrtî û civatê
Bavê xwe bi welat nadê
Ma jib o van ez çi bêjim?

Hunermendim helbestvanim
Evîndarê kurdistan im
§evgêrê roja giranim
Ji dozê re ezê bêjim ..
  2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…