TENÊ BÊRIYA TE DIKIM

 
Demhat Dêrikî

Evîna ji dergûşa Farqînê û ji ziman û rengê sûrên Amedê
di bêrîkirina te de bêriya te dikim û ji bêrîkirina te têr nabim
esmera Amedî.
Dema tu dibêjî rojbaş
bêriya êvarbaşa te dikim
û dema tu dibêjî êvarbaş

bêriya rojbaşa te dikim can!
Di vê bêrîkirinê de li sînorên mirinê temeşe nakim
li dengên man û nemana feriyadan guhdar nakim
tenê  bêriya bêhna bin baskên te dikim
bêriya şev ramûsan û geriyana tiliyên te li ser singa min dikim
bêriya kenbajarê te dikim berxika min!
Na na can, ne goman, ne çarmîx û ne konên şînê
û ne jî awir û peyvên Bekoyan karîn bibin çol û goristan ji
vê bêrîkirinê re….her kêlî dilê min wek rûbarekî ber bi te ve diherike
û dibe jiyaneke sermedî di dilê bêrîkirina te de.
Bêriya te dikim û di bêrîkirina te de tenê ji te hez dikim esmerê!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…