FEQIYÊ TEYRAN KI YE?
1562 – 1660
Bi navê Yezdanê dilovan û mihrîban.
Silav û rêz pêşkêşê cenabê we dikim.
Hêvîdar im ku em tev, welat û miletê me, di binê aramiya Xwedayê mezin de li jiyanê berdewan bin.
1562 – 1660
Bi navê Yezdanê dilovan û mihrîban.
Silav û rêz pêşkêşê cenabê we dikim.
Hêvîdar im ku em tev, welat û miletê me, di binê aramiya Xwedayê mezin de li jiyanê berdewan bin.
Îro em ê bi vê şahiyê, rihê Feqiyê Teyran vejînin
û silava Ehmedê Xanî jî bi Melayê Cizîrî û Elî Herîrî bigehînin.
Rêzdarên hêja!
Ev pirsa ku FEQIYE TEYRAN KI YE? Dikarim bi kurtî weha bêjim:
Hin tarîxên cuda li ser jidayîkbûn û wefata Feqitê Teyran hene. Lê li gor hin belgeyên pêbawer, Feqiyê Teyran di sala 1562an de li Miksê hatiye dinyayê, 98 sal li jiyanê maye û di 1660î de jî li gundê Werezûzê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Gora wî jî niha li Miksê ye û ji bo xelkê herêmê, bûye devereke pîroz û serdan lê têne kirin.

Feqiyê Teyran jî, her wek Ehmedê Xanî û hin klasîkên din, tarîxa jidayîkbûna xwe di malikek ji helbesta DILO RABEyê de weha gotiye:
Li Mîm û Hê heftê felek çûn
Ji Hicretê dewran gelek çûn
Sal hezar û çil û yek çûn
Ev xezel anî diyar e
Eşkere ye dema ku Feqiyê Teyran ev helbest nivîsiye, temenê wî 70 sal bûye û tarîx jî 1041ê Koçê bûye. Îcar dema mirov 70 salan dide pêş, li gor tarîxa Zayînê dike 1562 çewa li jorê jî her wisan hatiye gotin.
Tarîxa wefata wî jî, çewa ku piraniya dîroknasan xasma Dr. Makenzî her wisa gotine. 1660 e.

Dema Feqiyê Teyran hatiye dinyayê, bavê wî Mîr Evdalxan li Miksê mîrê herêmê bûye. Du lawên Mîr hebûne, navê yekî Ehmed û navê yê din Mihemed bûye.
Mîr Evdalxan, mirovekî pir zana, têgehaştî, rewşenbîr, zîrek, bîrewer û pêşbîn bûye. Wî pir zû peyitandiye ku dê mirovekî pir zana ji kurê wî Mihemed derkeve. Ji ber hindê, Mîr kurê xwe Mihemedê piçûk di dîwana mîrnişîniyê de fêrî tewrên axaftinê kiriye û Toreya Kurdî pê daye fêrkirin, herweha pê çîrok û meselok û stiranên kurdî jî dane guhdarkirin.
Mîr Evdalxan, berê kurê xwe Ehmed daye ser riya desthelatiya mîrektiyê û berê Mihemed jî daye ser riya zanîn û zanistiyê.
Mihemedê Piçûk pêşî li ba dayika xwe Hizna Xan xwendiye.
Hizna Xan jî xweha Mîr Zeynelê mîrê Hekariyan bûye.
Hizna Xan jî xweha Mîr Zeynelê mîrê Hekariyan bûye.
Çend sal piştre, Mîr Evdalxan dersdarekî taybet ji dersdarên Medreseya Mîr Hesen Welî ji kurê xwe Mihemedê piçûk re girtiye.
Dersdar Zeynedinê ku bi salan dersa Mihemedê piçûk daye jî, peyrewê Mewlana Idrîs Bedlîsî bûye.
Li ser daxwaza Mîr Evdalxan, dersdar Zeynedîn, Mihemedê piçûk biriye û li gelek herêmên Rojhilata Navîn gerandiye û wî bi zanayên mezin re daye hevddîtin, gelek pirtûkên li ser rûdanên dîrokî û yên li ser jiyana kesayetiyên navdar pê daye xwendin. Herweha wî fêrî nivîsandina pexşan û ya helbestê jî kiriye û gelek kesên dîrokî û felsefenasên xuyanî pê daye naskirin.

(yên wek Arîstotales, Sokrates, Eflatûn, Iqlîdes, Calînûs, Talînûs, Buqrates, cumcum, Qeyser, Harût, Marût, Talût, Calût, Nemrûd, Azer, Firewn, Haman, Qarûn û gwd)
Piştî demekê, Feqe Mihemed çûye li zanîngeha Cizîrê ku bi navê Medreseya Sor hatiye binavkirin xwendiye, li wirê li ba dersdarekî bi navê Mele Seîd xwendiye.
(Melayê Cizîrî jî di helbesteke xwe de behsa dersdarekî bi navê Mele Seîd kiriye. Ez bawer dikim ku wê ev darsdar be)
Feqe Mihemed Miksî di xwendin û lêkolîn û lêgerînê de pir berepêş çûye û li gor hin gotinan, wî di medreseyên kurdî de, van 21 şaxên zanistiyê yên li jêrêr xwendiye:
1- Serf û Nehwa Erebî.
2- Tefsîra Quranê.
3- Hedîsa Pêxember.
4- Ilmê Mentiqê.
5- Edeba Behsê (Uslûba axaftinê).
6- Ilmê Meşqê (Uslûba nivîsandinê).
7- Ilmê Xweşbêjîyê (waz û nesîhet).
8- Ilmê Belaxetê (ragîhandin).
9- Ilmê Kelamê.
10- Ilmê Hikmetê.
11- Ilmê Qanûnê.
12- Ilmê Feraizê (hiqûqa mîratê).
13- Ilmê Wehdaniyetê (Eqîde).
14- Ilmê Usûlê (tore û urf û adet)
15- Ilmê Heyetê (astronomî û astrolojî).
16- Ilmê Tendurustiyê.
17- Ilmê Hesabê (matematik).
18- Ilmê Felsefê.
19- Ilmê Siyasetê.
20- Ilmê Leşsaxiyê.
21- Ilmê Xwezayê.

Sedemê ku xeysetnavê “feqe”tiyê, ji Mihemedê Miksî re hatiye gotin jî, ji ber zanîna wî ya zêdetir di “Fiqh”a olî de bûye.
Feqe Mihemed, hem di van şaxên zanistiyê de, hem di vêjeya kurdî de, wisa kame û dagirtî bûye û berepêş çûye ku êdî dinyaya wê demê jê re teng hatiye dîtin. Heta ku Melayê Cizîrî jî gotiye wî: ”Tu tav î, ez hê sih im.”
Ji çend zimanên herêmê zêdetir, hatiye gotin ku Feqe Mihemed Miksî bi zimanê teyrikan jî zanibûye. Ev mesele jî, ji aliyê keşeyek bi navê SÎMON ve hatiyepeyitandin. Piştre îcar jê re Feqiyê Teyran hatiye gotin.
Ji xwe diyar e hatiye gotin ku di mêjûya dinyayê de, du kes hebûne ku zimanê teyran zanibûn: Yek Nebî Silêman bû, yê din jî Feqe Mihemedê Miksî bûye.
Feqiyê Teyran zêdetir mola xwe daye ser şaxên xweza, zanist û evînê.
Tê gotin ku evîndara wî jî, Sänema keça Mîr Cîhangîr ê mirö Hîzanê bûye.
Lê hunera wî ya mezintirîn, di ristina helbestan de çêbûye û 1000 helbestên babetcihê û çend pirtûkên pexşan nivîsîne. Hin ji wan helbestan dirêj in û hin ji wan kurt in. Di helbesta DILO RABEyê de 80 malikên çarîne hene.
Lê mixabin îro piraniya berhemên wî wenda ne û li holê nayên dîtin.

Di helbestan de çend navên cuda ji xwe re bi kar aniye, wek: Feqiyê Gerok, Muhemed, Miksî, Xoce, Mîr Mihê, Mîm û Hê û Feqiyê Teyran.
Feqiyê Teyran di helbestên xwe de gelek tiştên balkêş gotine: Hin ji wan ev in:
– Dunya û mirov bi xwezayê hene.
– Xweza û mirov jiyan didin hevûdu.
– Xweza her gav dizê û xwe nû dike.
– Xweza hertim xwe diguherîne.
– Xweza mezintir dibe û çêtir dibe.
– Hizra xwezayê pir dûr e, lê pir kûr e.
– Xweza xwe dide naskirin, lê mirov fêm nakin.
– Hizir û têgehîştinas xwezayê, mafekî mirovî ye.
– Eger xweza bi pêş ve here, mirov jî bi pêş ve diçin. Bipêşveçûna mirovan, nûkirinê derdixe. Bi nûkirinê re jî xurtbûn û hêz derdikeve hole.
– Xweza evîn ji xwe re çêdike, evîn jî xwezayê xweşik dibîne.
– Evîn tevgereke xwezayî ye û di dilê mirov de dijî.
– Evîndarî germeke mazin e û di xwezayê de ye.
– Evîn xweşikbûna dil e, lê xwezayê xweşiktir dibîne.
– Evîn derdikek e û hêza xwe ji xwezayê werdigire.
– Divê mirov pêşî xwe fêm bike, piştre fêmkirina xwezayê hêsan dibe.
– Divêt mirov evîna dilê xwe fêm bike, piştre ya dilê xwezayê.
– Dîtin û naskirin, li pêşiya xwezayê ne.
– Gehîştina xwezayê, ji evînê çê dibe.
– Dîtin û hebandina xwezayê, zanîn bi xwe re tînin.
– Zanîn çêkirinê bi xwe re tîne, çêkirin jî gehiştina xwezayê çêdike.
– Divê di têkoşînê de, têgehîştin hebe.
– Evîna xwezayê pir mazin e û pir şêrîn e, lê jê re dem û zanebûn dixwaze. Ji vê xwestinê re jî sebr û aram divê.
– Aqil karê semaxê ye, lê belê dil bê semax e.

Feqiyê Teyran bi xurtî li dij desthelatiya Mîrektiya bav û kalên xwe jî derketiye, lê dema ji aliyê desthelatiya mîrnişîniyê ve hatiye zindankirin, li ser xwe di malikekê de weha gotiye:
Girtî me, însaf di mîr ne?
Qazî yû muftî vibîr ne!
Qeyd kirim kes pê xebîr ne!
Bendeyê hîcran im ez!
Qazî yû muftî vibîr ne!
Qeyd kirim kes pê xebîr ne!
Bendeyê hîcran im ez!
Ev e li dor 350 sal in ku Feqiyê Teyran çûye ber dilovaniya Xwedê.
Lê helbestên wî heta niha jî nûjentiya xwe wenda nekirine, herwekî îro, wisa bi zimanekî hêsan û zelal, bi nikl û kêş û qafiye, rûqalê mirovatiyê bûne.
Lê helbestên wî heta niha jî nûjentiya xwe wenda nekirine, herwekî îro, wisa bi zimanekî hêsan û zelal, bi nikl û kêş û qafiye, rûqalê mirovatiyê bûne.
Wek mînak:
Li ser evînê weha gotiye:
Li ser evînê weha gotiye:
Ji rengê dîlbera horî
Gul û reyhan li min peyda
Zerîfa şeng niha borî
Şeveq dabû di rewzê da
Li ser avê jî weha gotiye:
Bê dest û pa û çeng û per
Ev mewc û pêl û fetl û ger
Ji kê ra dikî ev ger û xer?
Nakî beyana ‘illetê?
Feqiyê Teyran di warê henek, laqirdî û pêkenokan de jî, pir şareza, têgehiştî û hazircewab bûye. Rojekê jina wî gotiye: Hay ji girikên hevîr hebe heta ez têm…
Wî jî pêre pêre bi vê helbestê bersiv daye jina xwe û gotiye:
Dema ez can bûm, ez melhema dilan bûm
Dema ez bûme pîr, min kirin notirvanê girikên hevîr
Ev e navê çend berhemên Feqiyê Teyran li jêrê:
01- Ellah Çi Zatek Ehsen e (20 şeşkok).
02- Hey Av û Av (51 Çarkok).
03- Îro ji Dest Husna Hebib (33 Çarkok)
04- Bi Çar Keriman (7 Çarkok)
05- Melayê Bateyî Kanê? (11 Çarkok)
06- Ez Çi Bêjim! (8 Çarkok)
07- Feqe û Mela (50 şeşkok)
08- Feqe û Bilbil (18 şeşkok)
09- Ay Dilê Min (19 Çarkok)
10- Qewi Îro Zeifhal im ( 18 Çarkok)
11- Dilber (16 Çarkok)
12- Dilo Rabe (80 Çarkok)
13- Çiya Ani Li Deştê Kir (4 Çarkok)
14- Dengbêjê Jaran i (4 Çarkok)
15- Yar Tu yi (18 şeşkok)
16- Feqiyê Teyran û Eviîna Dilan
17- Mihacir 1
18- Dewran
19- Ê Bên
20- Feqiyê Teyran û Dilber
21- Feqiyê Teyran û Quling
22- Feqiyê Teyran û Roj
Tê gotin ku medreseyek li nêzê Kerboranê bi navê Medresa Feqiyê Teyran hebûye û Feqiyê Teyran bi xwe tê de ders daye.
Niha gotinek di nava xelkê de wek Gotina Pêşiyan, li ser Feqiyê Teyran heye, weha hatiye gotin: Ne adar e, ne nîsan e, roj roja Feqîyê Teyran e.
Bê guman pir tişt hene ku li ser Feqiyê Teyran bêtin gotin û bi rojan û hevtiyan naqedin.
Lê berî ku ez dawî li axaftina xwe bînim, ez spas dikim ji bo wan alimên Kurd ên kevnare yên wek Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, Elî Heîrî, Şêx Evdirehmanê Axtepî û bi sedan yên wisa ku bi ked û berhemên wan, Kurdên Sedsala Bîstî di binê wê qedexetiya 85 sale de jî, hem xwe ji mirina nijadî parastine, hem jî ola xwe ji det bernedane. (Mînak: Kurd hemû jiyana Pêxemberê Xwedê bi xêra Mewlûda Kurmancî dizanin).
Herweha dîsa ez spas dikim ji bo amadekarên vê Festîwalê ku di serî de rêzdar Dengîr Mîr Mehmet Firat, xanima hêja û parlema Wanê Xunav Gulşen Orhan û xanima hêja Hêlîn Firat ku zêde keda wan çêbûye, herweha wezîrê Dewletê rêzdar Egemen Bagiş, Wezareta Çandî, parêzerê Wanê, Qaymeqamê Miksê û bi taybetî jî nişteciyên Miksê ku li gor toreya bav û kalên xwe, mazûrvanî ji bo beşdarên Festîwalê dikin.
Û ez hêvîdar im, hikûmeta rêzdar Teyîb Erdoganî vê rûmeta ku ji Mihemed Akif Ersoy, Yûnus Emre û Yehya Kemal re nîşan dide, dê bi vê pêvajoya nû eynî rûmet ji Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî re jî bi kurttirîn dem nîşan bide û teraziya peljen ji hole bide rakirin.
Herweha ew şanaziya ku ji ji Mewlana Celaledînê Romî re rewa hatiye dîtin, ji Xewsê Hîzanê , Hezretê Norşên û Şêx Fethulah Werqanisî re jî bête dîtin.
Dîsa dibêjim, bila rihê Feqiyê Teyran şad be û di nava nûrê de li bihnvedana xwe ya hertimî bidomîne.
Spas ji bo guhdariya we, her şad û bextewer bin…