Konê şevê


Nizar Yosif

Tariya şev ê
Tozek kil
Ji kildank a min
Di weşe
Ser bê sînoriya te
Ya ku li her kesî biyan
Çavên te vedibin !
Vebiriqandina heyvê
Her tiştî bi xwe re

Wenda dike
Konê min stara hêmî
Zivêriyek bê deng
Li çîtên kozikê dibê par
Lîsê min biser hev de
Qurmiçand
Di demek taybet de
Li şûna te gotin giriyan
Şîlan weriyan
Hevok ji hev ketin

Konê sar
Kavlê mino
Şevê bi kil ê 
Em hevdû ve dirûtin
Û wêraniya tariya xwe
Kire banê stûnên te
Û bejna hejariya min
Li jor e
Ji alavan ronî tire
Lewma
Pêdiviyê
Bi mehaneyên Agrî nabim
Hetanî pêve hilpirikim
Bilind bibim

Ji kevne heyaman ve
Bi agirê qitranê 
Ez û tu di kizirin
Va ne
Rengê te
Kila ji ariya min
Û tariya şevê
Li hev hatin
Xwe lêgirên
Qencî û xirabiyê ne.

                            Reutlinen/Elmaniya

                                 02,11,09

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…