Heft roj li Kurdistanê

Ezîz Xemcivîn

Di vê payîza xêr û baranê de li 7/11/2006an li kurdistana azad û şêrîn mêvan bûm..
Firoka me çalak û jêhatî ji firokxana Dubey a navnetewî bi bala Hewlêr a paytext de demjimêr 7ê êvarî firiya..
Çiqas kêlîk xwîn giran bûn, te digot “girara ber min xwarine”; bi derengî dimeşiyan, nizanim ez bi lez û bez bûm, kengî welatê şêrîn bibînim..??
Piştî du demjimêr û nîvan kaptênê firokê ceger da xwe û ji rêwiyan re got: xwe amade bikin da bi hêsanî û kêfxweşî em li firokxana Hewlêrê peya bibin.. me jî xwe amade kir.. firoka me wek teyrekî baz xwe li ser axa welat berda xwarê…
Rêwî li dû hev rêz bûn pasportên xwe didin polîs, dor giha min; min jî xwe ji bîr kir ko li welatê xwe me; li xaka pîroz im, divê bi kurdî bi axifim; mixabin ji piçûkî de em fêr bûne bi zimanê biyanî guftugo bikin.. Rahiştin pasporta min, tev çûn û hatin û ji hev re dibêjin ev Sûrî ye û li hev dinerin.. Min jî bîr nebir ji ber ko ez bi Erebî bi wan re peyivîm; ez hiştim û gotin divê vîza tu li pasportê xîne, di cî de min got: Kaka min Kurd im, û nehatime bo tu tiştî ez mêvanê fistîvala Duhok a rewşenbîrî me û tenê heft rojan ez ê bimînim…

Êdî ez derbas kirim û bihna bayê welat li rûyê min da, min bihna bayê welat kir, xewnên piçûkaniyê li hiş şiyar bûn.. “welat welat pir şêrîn e welat, taca cîhanê xemla rojhilat”

Ewê şevê min bîranên çil salî weke filmekî li ber çavên xwe meşandin, Xwedêyooooo ev xewn bi sed hezaran kurd re çû gorê û kurdistana azad nedîtin..??

26.11.2006

dumahîk heye

 
Mizgefta Hewlêr
 
Duhok

 
Silêmaniyê: Dergehê avahiya Kurdsat

 
Silêmaniyê “Parka Azadî”

 
Dêr- Duhok

 
Keleha Hewlêr

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…