Xalis Msewer
Cegerxwîn helbestvanê jîr û zîrek, bi piranî bi helbestên xwe yên netewî tê naskirin, lê ku em baş li helbestên wî binêrin, emê bibînin ku ev helbestvan bi hemû beşên têvel çi netewî, çi evînî, çi xuristî, û çi pabend û civakî…hwd helbestên xwe organîzekirine. Ji bwr wilo û ta ku em hinekî fikir û ramanên vî helbestvanî nasbikin, emê bi kurtayî bi lêkolîneke rexnesazî li ser van beşên helbesta wî rawestin, û bihêvîme ku tiştekî hindik ji mafê vî helbestvanê netewperwer vegerînin.
di vê babetê de em karin bêjin, ku Cegerxwîn di dema xwe de, bûye mîna pêxemberê helbesta netewa kurd, ku karîbû xweyîtiyek bilind di mejiyê mirovê kurd de biçîne, û mîna mirîdekî olperest ku herdem şêxê wî di bîla wî debe, wilo jî cegerxwên bi şev û bi roj, milet û welatê wî di fikir û ramanên wî de diçûn û dihatin, û tucaran ev herdûk karîzmên pîroz ji bala wî neçûne.
1- Diwarê netewî de:
Di vê helkeftinê de ku em baş bixwînin, emê binêrin ku Cegerxwîn di vê xweşxane ya (qesîda) xwe ya netewî de ku, bi navnîşana( Li dunya bêserî ) bi navkiriye weha, dibêje:
Miletê kurd her tenê maye li dunyê bêserî
Bes yekîtî tê de, her eşîrek sed kerî
Rencberin bê rêber in, dijmin li ser wan tim siwar,
Tev mela û şêx û sofî, tev mirîd û serserî.
Ev malikên ha tabloheke tiracîdîk, ji jiyana civakî û siyasî ku kurd tê de dijîn, pir tarî û nêgetîv dide xuyakirin, li radeya ku helbestvan vî miletê ha mîna laşê bêserî dibîne, ji ber ku her kes li vê dinê gihaye azadiya xwe, lê ev milet bi tenê li berdîwaran maye sêwî, û bê xwedî, û bi piranî bûne şêx, û mirîd, û sofî, û serserî.
Ev tabloha bi felaket û tiracîdîk û helwela, ji van peyvên ha têne xuyakirin – bêserî – bi tenê – sed kerî – rencber – dijmin li wan siwar- Bi vî rengî helbestvan miletê kurd mîna kerîyeke pez belawela û ji hevketî li wê rastê bêşivan û dûşivan dibîne. Ango tê xuyakirin ku helbestvan di wê demê de ji dirûma miletê xwe hinekî bêhêvî û omîd bûye, ji ber ku ev miletê perîşan û ne xwediyê xweyîtiyek netewî didît, û riha olperestiyê li ser dêmenên netewiyê bi tof şînhatibû.
Peyva /seserî/ di vir de ku ji sofya re hatiye gotin, erniyeke mezin û hestin tevrabûyî di hinava helbestvan de dide xuyakirin, ji ber ku dijmin bi rêça dîn herdem ev milet xapandiye û hê jî wî dixapîne, ku milet kurd jê re bûye kole û rêncbe, ango em karin bêjin ku, wê demê Cegerxwîn bi awayekî kiştî rola miletê kurd di warê netewiyê de xirab û tarî didît.
Lê bêhêvya cegerxwîn li ber vê yekê berdewam nake, û bi cênavê diwem û bi zaraveke tûnd û bi hêz û lerz, bang li rabûn û yekîtiya milet û fermandarên kurd dike, û nav di wan dide û bi hêvî dibêje:
Çavê xwe vekin dinya dirêje û dem hê wê bê
Fermandarî û milet fermana sitemê wê rakin.
Ango dibêje: Rabin gelî kurda bi zanebûn doza mafê xwe bikin, û stemkaran ji welêt derînin, û qirêja sitema li ser xwe ji kok de rakin. Bêgûman evna jî aliyek pozetîve, û keldûmana raperîneke germe ji hinava helbestvan difûrîne.
Divê em zanibin jî ku, Cegerxwîn bi zaravê Soranî jî helbest nivîsîne, û vê xweşxaneya xwe ya netewî ya, bi navê (Wezîfey xom) bi zaravê Soranî rêzkiriye, û dibêje:
Nawî kurdistan pir şewq û tawe
Gencîneyî fikrim maneyî em nawe
Di van herdû malikan de Cegerwîn navê kurdistan bi ronî û şewq û şemal û mîna gencîneya fikir û ramanan dibîne. herdû malikên ha jî bi riya yek bare û bi hûnandinek ji peyvên manewî û sembûl diyarkirine, mîna peyva /şewq/ di malika pêşî de, û /fikir/ di ya didiwan de, ku karîbû cawekî nêgar û rengîn ji xweşikbûna kurdistanê re di vir de birêse.
Lê tiştê herî balkêş li bal Cegerxwîn ew bû ku, herdem bang li yekîtiya kurdan dikir, û vê yekîtiyê ji karîzmên herî pêwist di jiyana kurda de didît, û qemera xwe bi teknîka (tiravîlîng) bi zanebûn li ser diyardeya yekîtiyê rawestîne, û dide xuyakirin ku ev lawazî, sêfilî, û rebebniya kurda, sedema wê jihevketina siyasî, û abûrî, û civakîye, ku yekîtiya hemû ol, û beg, û êl, û beşên kurdan, berya hertiştî pêwist didît, û bi nefret û dil şewat û kêferat dibêje:
Cegerxwîn bû bes e rabin bibin yek,
Eger mîr û pîr û eger beg
……………….
Yekîtî divê berî her tiştî bo kurd,
Çi zaz û kurmanc, çi kelhor û lore
Cegerxwîn di vî warê netewî de, û di xweşxaneya bi navê (Dayê tû megrî) de, karîbû fikir û ramanên xwe bigihîne asta raperîn û şoregêriyeke germ dema dibêje:
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
Çira û rewşen li me vemirtin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî(34)
Evna jî diyardeyeke pozîtîfe di warê welatekî mîna kurdistanê bindest û bêmaf de, ji ber ku ew kurdistane û barê pir girane, ku ne bi rêça şoreş û raperînan be, ew tucaran ji destê neyaran rizgar nabe. Helbestvan vî tiştî bi hosteyî û awayekî hinbihin xwênerê kurd dikşîne gastîna cengê û rizgakirin û serfiraziya welêt, û bi şêwazeke bi hêrz û lerz, bang li dayikên kurd dike ku, li ser şehîdên welêt megrîn û hêsirê çavan paqijnekin – ger bêne kuştin dayê tu megrî- ji ber ku welatên bindest bê şehîd, roniya azadiyê qet nabînin.
2 – Diwarê civakî de:
Cegerxwîn ne bese tiracîdîka bindestiya kurdan derdixe wê holê, lê felaketa birçîbûn û cudabûn û ciyawazî û ne wekhevîyeke zor di civaka kurda de dide nîşan, ango bûyera qatên civakî ku, cudabûn kirine navbera kesên dewlemend û maldar, û kesên xizan û belengazan de tîne ziman û dibêje:
Birçîbûnê serê xwe hilda ev deh salin:
Kurdên reben li hawîr birçî û bêmal in.
Hin dewlemend û têrmal û pir zêr û gundin
Lê pirên wan belengaz û reben û bê şal in.
Belê pirên kurda belengaz reben û bêmalin. Evna jî aliyeke idyolociye ku helbestvan xwe bi ser sosyalistê ve dikşîne, û xweyîtî û hayedariya xwe bi cudabûn û ciyawaziya qatên civakî dide nasîn. ji aliyê istitiyeke hunerî ve, ev malikên ha, tevlî ku bi wêneyin lasayî û kevin û di rengê pexşan de hatine lêkdan û siwarkirin, lê bi kêş û ritim û mozîk û bi bareyeke bi kul û nalîn, vê xweşxaneya ha li tefneke pabend û civakî dirêse, mîna ku dibêje – ev deh salin- birçî û bêmalin – hin têrmal û gundin – pirê wan belengaz û bê şalin-
Lê dibêjim, ku bi vê hevoka demedemî – ev deh salin- rêzên xwe bi sînor kirine û kirine warê xweşxaneya helkiftnê de, û ji aliyê babetê de jî, bi sînorkirina birçîbûnê ji dehsalan virde, demeke kurte û ne gelekî dirust dibînim, ji ber ku kurd ne ji wê demê de bitenê mane birçî û belengaz û reben, lê bi sedê salane ku kurd di felaketa birçîbûn û zor û stembaryê de dijîn. Dîsanê di malika dawî de, bi peyva – Lê – helbestvan karîbû ramanên babeta xwe, li hev bizîvirîne û bi ser hev veke, û hestin hunerî û rewan bide van malikan.
3– Diwarê evîniyê de:
Ji aliyê evînidaryê ve jî, Cegerxwîn di dergeheke mezin ve, helbesta xwe berdaye nav bihara evîniyeke dilsoz, û bi awaz û stranî orgenîzekirine, dîmeke dema xweşxaneya (qesîdeya) bi stiranî bê rêzkirin, wê ji aliyê hunerî ve bêhtir xwe li ser hokarên derve, ango li ser kêş û bare û ritim û mozîkê avabike, û ev aliyê stiranî wê hinekî sîka xwe bavêje ser babet û naveroka helbestê. Û weke me got, Cegerxwîn dewla xwe bi kûranî di bîra eşq û evînê dakiriye, û bi van rêzên jêrîn ku bi (Baxê evîn) hatine navnîşankirin, weha têhna evîniya dilê xwe derdixe, û dixwaze bi şev pêşwazya yara xwe bike, ku şev jî ji evîndarên kurda re, herdem perdeyên leystika evîndarî û laqirdiyêne, û weha di vê babetê de dibêje:
Carek were ba min bi şev
Wîskî binoşim ez ji dev
Maçan bigorin em bi hev
Da agirê dil bikujî(130)
bêgûman, helbestvan malikên xwe bi van wêneyên guhikî û çavikî vê dixemilîne, ne bese weha jî, lê bareya malikên xwe yên helbestî jî, bi awazeke sturanî û mozîkeke pir xweş û rewan lidardixe, mîna – şev- dev- hev – û ji cênavên / ez- em/ xweş tê der, ku van wêneyên arazî – bi şev – maçan bigorin- agirê dil bikujî – bi vî hawî helbestvan van wêneyên evînî, mîna mirovên agirvemê, bi laş û gewde dike.
Dîsanê wêneyeke hunerî kilasîkî pirxweş û mozîkek rewan, di rêza didiwan de xwe daye ber guh û çav, ew jî ji paşxistina cênavê dewem /ez/ tê xuyakirin dema dibêje -Wîskî binoşim ez ji dev- û tama dev û lêvên yara xwe jî mîna xweşbûna wiskî dipesinîne.
4 – Diwarê idyolocî de:
Cegerxwîn – weke ku me daye xuyakirin- helbesrvan û rewşenbîreke netewperest û ronakbîrbû, di fikir û ramanên wî de hevdijahyetiyeke mezin di navbera ol û netewê de diyar dibû, ew jî dema hayedar dibû ku piraniya kesên kurd bi xurtayî berê xwe dane olperestiyê, û belengazî û rebenî û sêfilî û bindestya xwe jibîrkirine. Ji ber wilo daxwaza wî ew bû, ku bi helbesta xwe xweyîtiyek siyasî û idyolocî di giyanê kurda de biçîne, û wan ji xewa mirineke arazî hişyarbike. Ji br ku wî didît ku kurd bi rêça olperestiyê pir hatine xapandin û hêjî têne xapandin, û ji ber bandora zordarya dijmin, mane sofî û mirîd û bêmejî. Di van malikên jêrî de ku bi (Destê şêx maçî nakim) hatine navnîşankirin weha dibêje.
Destê şêx maçî nakim ew şêx ne qutbê razî ye
Tac û şewket tev xebata destê sar û tazî ye.
Ango cegerxwîn mirovên kurd agahdar dike û dibêje: Xweşî û azadî û serfiraziya we, ne bi maçîkirina destên şêx û melan têyî heînê, lê tac û şewket û serfirazî, bi xebata zend û bendên karker û cotkaran qezenc dibe, û bi xebat û kefteleft biser dikeve.
Ji alyê hunerî ve jî, dengek ciwan û rewan ji tîpa/z/ û mozîkek xweş ji bareya herdû rêzan tê der mîna – raziye – ta ziye – û di warê lengwistîkê de jî, bi zanebûn peyva/ez/ ji malika pêşî avêtiye ta gotin bêhtir bi rengekî kiştî li ser zimznê milet bê gotin, û bi zanebûn cudabûnê dixe navbera helwêsta /şêx – û qutbê razî/ de ku, bi şêweya hemberhev şêx gelekî hatine biçûk kirin, û qutbê razî bi nirx û havil û mezindike, ta ku sofî û mirîdên olperest agahdarbin ku, destên şêx û melan di ola Îslamê de nayêne maçîkirin, û ewna jî mîna herkeseke misilman, di ola xwe de mirovin normalin. Dîsanê bi hunera xwe ya helbestî, helbestvan karîbû van wêneyên mirovane mîna /azadî – destê tazî – karker/ di cawekî qeşeng de bi hevve birêse, û di yek demê de bi tefna yekîtiyê bi hevve bihûne.
Di berdewamya vî warê de, Cegerxwîn bi ramanên xwe yên çep û sosyalist, bi xurtayî dostanya karker û çotkaran dike, ku demekê bibû endamê partiya komenîsta Sûryê, û weha bang li karkeran dikir û digot:
Tu kara xwe ya pir dixî dest ewan
Bi zor derdixî roj bi roj kinc û nan
Bi pişta xwe ya xûz û destên gemar
Xebata xwe erzan didî dest neyar.
Tevlî ku evna hokarên mijara sosyalistine jî, lê bêgûman Cegerxwîn sosyalîst, mîna rêça xweyîtî û rizgakî û serfiraziya milet û welatê xwe didît, ango Cegerxwîn di perensîpên xwe yên sosyalîzimî de jî netewperest û welatperwer bû. Ji ber ku armanca wî ew bû ku karker û cotkarên kurd hişyar bike, û karibin doza azadiya xwe ya civakî û netewî bi hev re bimeşînin.
ji aliyê huner û istîtîkeke helbestî ve jî, helbestvan hin ji hokarên helbesta nûjen li vir bikaranîne, ku bareya xwe her du rêzan guhertiye, herdûk ên pêşî bareya wan eve – ewan- nan- û di yên dawî de – gemar – neyar- bikaranîne, evna jî dide xuyakirin ku bandora helbesta erebî ya nûjen, nemaze ya helbestvanên Iraqê li Cegerxwîn peydabûye û pê tasîrbûye, ji ber ku Cegerxwîn demekê li Iraqê mamosteyê zimanê kurdî li zanîngeha Bexdayê maye.
Çimkî em dibêjin, cegerxwîn di warê bûyera netewa kurdî de xwe helbestvanekî pabend dibîne, ji ber wilo divabe helbesta wî bi rengekî hesan û zelal bê lidarxistin, ku xwênerê wî karibe ji van nameyên pabendî agahdarbe û ji watayên wan fambike, ta hişyariyek di mejyê wî de bê çandinî û bûyerên xwe nasbike, û weke ku em dibînin, peyvên zelal li vir jî evin: – Kara xwe dixî dest ewan- roj bi roj – kinc û nan- pişta xûz- xebat – erzan- didî destê neyar-
Careke din dibêjim: Xuyaye ku Cegerxwîn haya wî ji kultûra Islamê û yan erebî pir hebû ku, karîbû gelek caran ji vê kultûrê di babetên helbesta xwe de sûde û fêde bike, nimûne jê ev rêzên helbestîne ku dibêje:
Beg bê êl nabê, êl nabê bê beg
Pezê bê şivan, xwedî dibê seg.
Li vir dibêjim, ramana malikan ji salarê kurd, Ebûmislimê Xûrasanî hatiye girtin ku, dema pêşkêşya artêşa Ebbasiyan dijî dewleta Emewiyan dikir, bi eynê vê manê Ebûmislim gotiye:
Yê pezê xwe di qada şêran de biçêrîne
û li ser razê, wê şêr bibin şivanên wî pezî.
Weha me cegerxwîn dît, ku bi rengekî têvel, çi ji aliyê naverok û babetê de, û çi ji aliyê hunerî û istîtîkî ve, mîna helbestvanekî pabend, û welatperwer, û evîndar, û îdyolocîk û civaknas…hwd.
Karîbû helbesta xwe bi hostayî û bi awayekî hesan û zelal bihûne. Lê bi giranî helbesta netewî dabû ber çavên xwe, û di nav miletê kurd de, bibû sedema belavkirina xweyîtiyeke bi rûmet, û hişyarbûneke netewî bi nirx, û buha, û giring.
……………………………………………………………………..

Ev gotar min amadekiribû ku, li bajarê Batmanê li kurdistana bakur di babeta (roja wêjeya kurdî de) bixwînim, ji ber ku ez jî vexwandîbûm ser vê babetê, lê mixabin perwerdeya Hesekê ne pejirand û ez neçûm, lê vaye gotarê belavdikim û ji şahredarya Batmanê û komîta amedekar lêburînê dixwazim.
Xalis Msewer
Xalis Msewer