11 pirtûkên nû ji Dezgeha Serdem bo çap û weşanê

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê ji bilî weşandina 7 govarên xwe, pirtûkên giranbuha jî çap dike. Vê dawiyê  jî  9 pirtûkên nû çap kir ku li ser babetên cuda cuda ne.

1- Ferhengî Poletîks Înglîzî – Kurdî /Politics Dictionary English – Kurdish
Amadekirdin û wergêran: Hawkar Hisên
Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê, Çapxaneya Serdem, 2009 , 505 rûpel, Kurmanciya naverast. Ev pirtûk 1000 dane jê hatiye çapkirin, buhayê wê.

Ev pirtûk ji du beşan pêk tê, beşek jê ferhenga siyasî/ramyarî ye beşa duyemîn jî paşkoka zarawe/îdyomên têgehên ramyarî ye. Ev ferheng ji ferhengn giring e ku valahiya pitûkxaneya Kurdê dadigire.

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê, Çapxaneya Serdem, 2010, 164 rûpel, Kurmanciya naverast. Ev pirtûk 1000 dane jê hatiye çapkirin, buhayê wê 2500 ID/2.00 $ 

Ev pirtûka bîreweriyên Sultan Ebdulhemîdê dûyem e ku wî bi xwe nivîsiye, Awat Ehmed jî ew wergerandiye Kurmanciya naverast. Pirtûk ji aliyê dîrokî û siyasî ve gelekî giring e û zanyariyên balkêş tê de hene. .

3- Koçî mêjûyî Kurd bo Xurasan
Kelîmulla Tewehudî
Wergêran: Ednan Berzencî

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê, Çapxaneya Serdem, 2009, 423 rûpel, Kurmanciya naverast. Ev pirtûk 1000 dane jê hatiye çapkirin, buhayê wê 5000 ID / 4.00 $  

Ev zincîrepirtûk ji pirtûkên herî giring yên li ser Kurdên Xurasanê hatine nivîsandin e, ji Farsî hatiye wergerandin û zanyariyên gelek hêja û balkêş tê de hene, hemû aliyên jiyana Kurdên Xurasanê radxe ber çavan. Ev bergê çaremîn e, bergê 1,2, û 3 her li dezgeha Serdem çap bûbûn.

4- Ferhengî Kitêbxane Inglîzî-Erebî-Kurdî
Amadekirin: Şêrzad Se`îd Mihemed

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê, Çapxaneya Serdem, 2010, 355 rûpel, Kurmanciya naverast. Ev pirtûk 500 dane jê hatiye çapkirin, buhayê wê 4500 ID / 3.5 $  

Ev ferheng yekemîn ferhehng e ku taybet e bi vî biwarî, ferhengeke taybet bi di biwarê zanista pirtûkxane, zanyarî û belgeyan de.   

5- Gencîneyek le dastan
Wergera ji Almanî: M. Aram

Çend dastan ji bo zarokan ji Almanî hatine wergerandin, pirtûkeke rengîn û xweşik ji bo zarokan hatiye çapkirin.

6- Sûkeleyî le taqet bederîbûn
Mîlan Kondêra
Wegêranî: Eta Nehayî

Ev Roman ji wergera Farsî hatiye wergerandin, romaneke Mîlan Kondêra ya bi nav û deng e. Ew jî valahiyeke giring di pirtûkxaneya Kurdî de dadigire.

7- Sifrey kaxez yan geme opiyawêk – roman
Necat Nurî

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê, Çapxaneya Serdem, 2010, 190 rûpel, Kurmanciya naverast. Ev pirtûk 500 dane jê hatiye çapkirin, buhayê wê 2500 ID / 2 $   

Yek ji berhemên romannivîs û çîroknûs Necat Nurî ye.

8- Edebî mindallan le govarî gelawêj da
Lêkolîn: Ehmed Seyid Elî Berzencî

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê, Çapxaneya Serdem, 2010, 118 rûpel, Kurmanciya naverast. Ev pirtûk 700 dane jê hatiye çapkirin, buhayê wê 2000 ID / 1.70 $    

Ev lêkolîneke giring e li ser govara Gelawêj a ku li Silêmaniyê derdiçe. Pêdiviya pirtûkxaneya Kurdî gelek bi van curepirtûkan heye.

9- Dadgayî Enfal
Zuhêr Kazim Ebûd
Wergêran: Mihemed Gomeyî

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê, Çapxaneya Serdem, 2010, 308 rûpel, Kurmanciya naverast. Ev pirtûk 1000 dane jê hatiye çapkirin, buhayê wê 4000 ID / 3.5 $    

Ev lêkolîneke giring e ku dostê miletê Kurd Dr. Zuhêr Kazim Ebûd bi zimanê Erebî nivîsiye û Mihemed Gomeyî wergerandiye Kurmanciya naverast.

10- Huner û meselekanî serdem
Mihemed Ferîq Hesen

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê, Çapxaneya Serdem, 2010, 167 rûpel, Kurmanciya naverast. Ev pirtûk 500 dane jê hatiye çapkirin, buhayê wê 2000 ID / 2 $    

Ev lêkolîneke li ser hunerê ye, hin aliyên hunerê ronî dike.

11- Çemkekanî ciwannasî
Bîndîto Krose
Wergêran: Serbest Xesrew Arif

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê – Silêmainiyê, Çapxaneya Serdem, 2010, 243 rûpel, Kurmanciya naverast. Ev pirtûk 1000 dane jê hatiye çapkirin, buhayê wê 3000 ID / 2.5 $    

Ev lêkolîn ji Fu`ad Ruhanî wergerandiye Farsî, Serbest Xesrew jî ji Farsî wergerandiye Kurmanciya naverast. Ev pirtûk lêkolîneke giring li ser ciwannsaiyê ye, mirov dikare bêje ku hewldaneke bo dagirtina vê beşê.

Beşê zincîrepirtûkan van karan bi rê ve dibe. Ta niha 550 pirtûk çap kiriye. Bo peywendiyên bi vî beşî re: kteb@serdam.org
Bo peywendiyên Kurmanciya jorîn serdemkur@gmail.com  

Can Êzîdxeo
Berpirsê kar û barên Kurmanciya jorîn
Li dezgeha Serdem

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...