Nivîskar Pîr Rustem azad e

Siyasetvan û nivîskarê kurd Ehmed Mihemed Mistefa, ku bêtir bi navê  Pîr Rustem hatiye naskirin, di 27ê nîsana buhurî de ji zindana navendî li Helebê serbest hat berdan. Li gor agahiyên malpera KurdWatch.org li dijî Rustem li gor bendên 267, 288 û 307 yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Doza Pîr Rustem di nav destên Dadwerê Leşkerî li Helebê de ye. Pîr Rustem, ku zewicî ye û bavê du zarokan e, di 5ê çiriya paşîna (November) 2009ê de li Cindirêsê li navçeya Efrînê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve hatibû girtin. Beriya wê bi çend rojan ew ji Kurdistana Iraqê vegeriyabû, ku wî li wê derê çend meh derbas kiribûn.
Ji bilî xebata wî wek nivîskar – çar pirtûkên wî yên çîrokan bi zimanê kurdî hene – Rustem herweha endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar e. Ew herweha endamê Encûmena Niştimanî ya Daxuyaniya Şamê ye.
 (www.kurdwatch.org)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...