Xalis Msewer
Arjen Arî, ji navê wî yê dîrokî tê naskirin ku hlbestvaneke kurd û netewpereste, ku dibin siya hukûmeteke hovane de, mîna pilingekî êgir netewa xwe xistiye destê xwe de, û ev tiştê ku kesek di bin siya zordaryê de pêqayilna be, Arjen pêqayilbûye û qîma xwe bi mêrxasî pêaniye.
mezin dibin bûkên çavên min
bi her çavlêketinê re dibin du hût
dilekî min dibêje, dabeliîne
dilekî min dibêje, wê bike qût!
Berya hertiştî weke ku gihaye destê min şaştiyek rênivîsîn di navnîşanê de heye ku tîpa/û/ lê zêdebûye, lê ez dibêjim ew jî şaştiyeke kompûteriye bê havile. Dîsanê dibêjim: Tevlî ku herdû rêzên dawî bi rengê normal û pexşan hatine organîzekirin jî, lê helbestvan karîbû bi rengekî firûşdan û bareyeke(qafiyeke) xweş bi ritim û mozîk mîna – hût – qût – û bi paşkirin û pêşkirinê ve di rêza pêşî de, karîbû şêwaza pexşan û rasterast û yekser li ser van malikên xwe rake, û istîtiyeke hunerî bîne berçavên xwênerên malikên helbesta xwe.
Li vir jî helbestvan bûkên çavên xwe mîna du hûtan temsîl dike, û bi şêwaza karê berdewam ve/dibin/ mîkanîzm û lebatek xweş daye malikên xwe yên helbestî. Lê xuyaye ku helbesrvan xwe di nav hevdijahiyetek derûnî(nefsî) de dibîne, ku dijmin û kul û kederên wî mîna hûtan ketine nav çavên wî de, û sergêjayeke mezin jê re afirînandine. lê belîye ku Arjen tucaran ji desthilanîn nakeve û mêrxasiyek serkeftî û bêhemta derdixe wê holê, ku ji ber vê cesaretê dudilî bûye, wê çawa xwe ji van hûtan rizgarbike? divabe dabeliîne yan jî /wê yan wan…?/ bike qût. Û bi vî hawî bi zanebûn xwênerê xwe dixe nav hewla wela û fikar û ramanan de.
Arjen di warê babeta helbesta xwe de, pirê caran xwe berdide nav karîzmên civakî, û di warê helbesteke pendeyarî de, zîrekbûn û xweyîtiyeke mezin derdixe wê holê, ku dibêje:
Cananteleb in hinek ji bo can
Canteleb in hinek ji boyê canan
Hin wesleheb in ji rengê Tajdîn
Hin derdeguzîn weke Mem û Zîn
Li vir hin peyvên xerîb hatine bikaranîn, ku li nav kurdên Sûryê nayên bikaranîn sedema wan jî ew kelemên sînorên stemkarane û peyvên xerîb evin – cananteleb – wesleheb – lê helbestvan bi peyvên pendeyar wêneyên civakî ji hev dide alî, û tevlî ku ev wêneyin helbestî lasayîne jî, lê bi zanebûn li vir karîzmên wêjeya kurdî ya kevnar amade dike û malikên xwe, bi kil û kildan dike, mîna – Tajdîn – û Memo – Ta karibe mirovan di warê civakê de ji hev têvel û cuda bike, ku mirovin ketine derd û kulên bercewendiyên kesayetiya xwe de, û hin ji bo milt fîdakarin, û hin jî mêrxas û payebilindin, û hin jî mîna Mem û Zînê bi derd û kulin.
Dîsanê helbesvan di xweşxaneya xwe ya li jêr, bi pirsîneke pir bi kîn û nefret, û bi şêwazeke diramî û şanogerî pir xweş, û bi huneriyeke bilind û bi wate, dibêje:
bo çi xwîn diçilpe ji teşkên newalan, Yilmazê min?
ji navpolên Cûdî, ji malzaroka Dîcle
nalîna hestiyên rizyayî bibihîze Yilmazê min
berî ku tu nameyekê bidî baskê kevokê
û bibêjî ‘xwînê rawestînin’!
kî ranewestîne herîkîna xwînê?
Yilmazê min, kî di distên xwînê dadike nanê xwe
û di ber re dibêje ‘noooşîn be…noşîcan be’?
ez gunehkarek im, Yilmazê min.
ez şa’ir; xwestiyê welatekî
lê tu?
tu, Yilmazê min, tu?
Berya hertiştî mirov, ev xweşxanya dahênan, û bi huner û istîtîk, û pabend û serkeftî, û rindî bilind mîna gulyên qîzek çardesalî hatine hûnandin, şahiyeke bêhemta dixe dilê xwînerî xwe, û hest û ihsasên mirov tevradike, ne bese wilo jî lê şêwaza helbestvanê Ispanyolî /Lorka/ tîne bîra mirov. ku em baş meyzebikin jî, emê binêrin ku ev rêzên helbestî bi dû beşan hunerya xwe didin nasîn.
yekem: Ji alyê istîtîk û hunerî ve, ev mehrecana wêneyên tabloheke mirovanî, perwer û derûnî, û bi şêwazeke sembûl û nûjen, şahreza û dahênan, qeşeng û pir xweş, ji gulîstaneke helbestî bi destêkî nazdar û xeyaleke fereh û ezmûneke kûr û dirêj hatine birrîn, mehrcana wêneyên vê tabloha bêhemta ku, mîna mirovan hatine bi laş û gewde kirin jî evin: – xwîn diçilpe ji teşkên newalan – ji navpolên Cûdî – ji malzaroka Dîcle – nalîna hestiyên rizyayî- nameyekê bidî baskê kevokê –
Diwem: Ji aliyê babeta xwe ve jî, dîsamê ev rêzên helbestî pir bi hestên mirovaniye hatine hûnandin.
Û vê pirsa şermezarî û helwêsteke helawela, û kelecadek heyînî(wucûdî), helbestvan nerazîbûna xwe li hember zilm û zora yilmaz dide xuyakirin, û bi cênavê diwem û bi dîscurseke germ û bi nefret, bang liberpirsiyarên dewlta tirk dike, û cudabûna di navbera mirovaniya xwe ku, xwe kurdekî xwedî mafê azadiyê û dozdarê serfirazya welatekî bindest dibîne, û navbera ne mirovaniya Yilmaz serok wezîrên dewleta turka dide xuyakirin ku, ew jî mirovekî zordar û stemkar û hem jî kuştiyar û qatile. Dîsanê bi pirsên xwe yên bi watayên kûr û dûr ve, û bi şêwaza qurfkirina peyvan, û bi dûbarekirina dengê tîpa dilsoz / tu/ ve –
Lê tu ?
Tu, yilmazê min, tu ?
neyar û xwênerê xwe dixe nav ewrên jiyaneke hewlawela û ramanên bê dawî de, xwêner pirsdike gelo tîpa/tu/ li vir çi dixe berxwe de…û çi naxe ber xwe de…? Lê ev tîpa wate fereh, û mîna Xabûrê Mihemed Şêxo, bê binî û kûr û dûr, çi tiştê xirab û bê dilsozî, dixwe de tîne heyînê, û hertişt li beji û bala Yilmazê wî bikeys fesale.
Weha helbestvanê me karîbû, bi vê teknîka helbestî, xwênerê xwe bi zîrek bûn, bi helbesta xwe ve girê bide, û ramanên xwe jê re diyar bike.
Dîsanê di van rêzên li jêrîn de helbestvan dibêje:
Hew baweriya min tê
Bi çarenûsa rehçikiyayî.
Di buhara jiyaneke xeşîm de
Reftarên cuwaniya tiroleyî
Serî li min gerandin
Û ez bi temenê neseridî ve
Li derbendên talûke qelibandim.
Li vir, Arjen karîbû wêneyên derve bi hestên xwe ve bistirê, û mîkanîzmên helbesta xwe ji aliyê arazî û hestiyarî ve bi hevve bihûne, û û weha ev wêneyên sembûl û bi hesret û kovan, jiyana xwe li ser dîmenê tabloheke tiracîdîk raxistîne, çavên xwênerê wî jî hêsiran venabin, û hinava wî bi pêlên kesrên kûr ve sûtine. Wêneyên herî bi huner û istîtîk ewine yên ku, ew wênwyên arazî karîbû di rengê hest û ihsasê de teşxîsbike, ango mîna mirovên zindî bi laş û gewde, ev wêne jî evin: – çarenûsa rehçikyayî – jiyaneke xeşîm – temenê neseridî – cuwaniya teroleyî – derbendên talûke – carekedin dibêjim: Arjen Arî bi hestin helbestî û bi zîrekbûn wêneyên xwe yên hilbijartî, û cawê helbesta xwe bi hemû rengên mirovaniyê, bi nîgar û neqiş dihûne.
Helbestvanê me di rêzên jêrîn de, tê xuyakirin ku niçîrvanê helbesta stiranîye, û wênegirke zana û pir zîreke, ku bi firêzên kurt û mozîkeke bi reqis û sema, deryê sihira û cadbazya sirûda xwe bi hostayî vedike, û çogên xwênerê xwe pêre dilerizîne, û zane ji kîjan alî de bê ruwê Êma xwe. û dibêje:
kinik î hebekî
hebekî hûrik…
mewîjka min î binê tûrik,
lingên te kiçik kiçik
meşa te tena tena, qitikî…
Li vir dibêjim: Ku di vê sirûdê de, bi dûbarekirina peyvên kurt û bi rêzên kin ve, Arjen karîbû bi qemera helbesta xwe fotogirafên foliklorî ji bejna yara xwe ya /kinik î hûrik/ re bigre. Ev herdû pesinên ku ji me weyî ku, ji jinê re bêpargêlin, lê birastî ew ji hezkirineke mezin têne der, ne weke ku em kink bûn û hûrik bûnê di çavên xwe de dibînin, lê di çavên helbestvan de ew pesnên guzel û rindin, ku em bala xwe bidin van rêzan emê bibînin ku, wêneyeke foliklorî bêhawe xweş û nazdar di vir de, ji yara xwe re dide xuyakirin û dibêje: –
mewîjka min î binê tûrik,
Dîsanê ku em Li van rêzên foliklorî meyzekin, bê çawa bi stranî û bi awazeke xweş û zelal hatine hûnandin, ku bihna xaka rezên bav û kalan jê difûre, û bi pevên/ stew- hew/ ve, û bi wênwyên gohikî û bi ritmeke bilind rêzên helbesta xwe dipîve, û dibêje:
Gwêşiyek tirî yî tu di mista min de.
Gwêşiyek tirî:
lib libî, mezrone, û stew…
seb çi ew çend şîrîn î?
ez jî te dixwim, û hew!
Weha helbestvan bi firêzên xwe yên foliklorî, kernevleke bi bezm û rezm ji peyvên helbesta staranî re di afirîne – û bi stiran û bi ritimeke xweş û bi têlên mozîkeke rewan sirûda xwe lidardixe, tu di hise ku Arjen bi rêzên sirûda xwe re diheje, û te jî bi xwe re dihejîne, û çogên te ji berxwe vê dilerizin.
Helbestvan vê xeşxaneya xwe di hilkeftina cejna nîrozê de, bi cênavê dewem û bi rengekî discurs, ji nivîskar û helbestvanê kurd , Konê Reş re bi derd û hesret, û bi dilsoziyên bi bandor û tasîr bi rêdike û dibêje:
Seydayê min!
Bila ””xet”” a heyî nebin sersed
di navbera min we de.
Ez bi qasî we ””Binxetî””,
hûn bi qasî min “Serxetî” ne.
Û em herdu Kurdistanî,
herdu peyrevê Xanî ne.
Ji we re,
ji milkê dilê xwe
ji Amedê
Qevdên nêrgizan dihinêrim,
û Cejna Neteweyî Newroza Pîroz
li we, dostên we, û hezkiriyên we pîroz dikim.
Bi hêviya welatekî ji sînorbendn xalî…
Ango Arjen dixwaze van sînorên qirêj, ji nav kurda ji kok de de riha bike, û peyva serxetê û binxetê ji ferhenga stembaryê bavê je û wêran bike. helbestvan xwe bi qasî binxetiyan binxetî dibîne, û binxetyan jî bi qasî serxetiya xwe serxetî dibîne, û herdem bihêviya welatekî ji sînorbenda xalî dimîne. Arjen şêwaza helbesta nûjen bikartîne, û bi van pitikên li dawî xwênerê xwe dixe nav fikr û ramanan, û pirs dike: Gelo helbestvan çi ji van pitikan dixwaze…? Evna jî ji hokarên helest nûjene.
Weha min Arjen Arî dît, xwedî xeyaleke ferh, û helbesteke istîtîk û ciwan û rewne.