Komela Kurdên Sûrî 40 Rojîya Rezo Osê pêkanî

  Dost, Heval, û Naskirîyên Rehmetî Rezo û bi amadekirina Komela Kurdên Sûrî li Berlîn / Brandenburg , çalakîya 40 rojî û bibîranîna Rezo Osê di 18.04.2010 pêkanî û çêkir.
Di Salona cihê Komelê de û li ser Tabloyekî mezin Berhemên nivîskî, Çalakî û Beşdarbûnên bi Wêne hatên helwestandên.
Amadevanên vê Hevdîtinê ji Endamên Komelê, Komek ji Hevalên Rezo û jimarek ji Nas û Dostên, yên bi dehê salan ew nasdikirin û bi hevra çalakî û Kurdewarî kiribûn pêkhat.
Di destpêkê de û ji bona bîranîn û Rêzkirtinê , Amadevanên hevdîtinê 1 xulek bêdengî rawestîyan, paşî wê endamê Komîtê Baha Mihamed ,
helbestek ji Berhemên Mamosta yên Hestê wî Netewî dîyar dike xwend, û bi drêjahî bîranînên xwe wekû heval û dostê rehmetî ji destpêka salên 70yan û heta îro, û bi firehî li ser Qonaxên jiyane delal Rezo, û nîşankirina Kar û Xebata wî  di Kurdewarîyê de wekû Nîştîmanperwer, Nivîskar, Zimannas û Helbesvan diyar û pêşkêş kir.

Paşê jî, kak Zinar Şêxmûs axivt wek Hevalnaskirî , Nêzîkdostê
Rezo bi Dilekî xemgîngirtî, û bîranînên xwe ji Hevalên vê
Hevditên her wekû xewnekî û fîlimekî bidê pêşindan pêşkêş kir.

Li dawîya hevdîtinê her yekî ji Amadevanan bîranînên , dîtinên, û
hevjiyanên xwe ligel Rezo cuda cuda  anîn  ser Ziman û Gotina gişkan wabû: Çiqas mixabine koçbarkirina Mêrxasin mîna rehmetî Rezo di vê zûdemê de, ji berkû karîbû mîrasa miletê kurd zengîntir bike di warê Zimanzanyarî, Nivîsandên û Helbest û Hûnar de.

Tevan ji Rehmetî re daxwazkir ku cihê wî di Bihuşta Ronakbîran , Rewşenbîran, Hêja Kurdperweran de bê.

Careka din Serê Malbata wî saxbe!

Serê miletê Kurd saxbe  û  Kurdistan azad û ava be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...