Tu çûyî ….! Lê ,Tû jibîr nabî heval …!!

Deham Ebdulfettah

 ( Bo giyanê wî hevalê sozdar , ” Rezo Osê” …! )

(1)

Hîn jî ez bawer nakim ku te koça xwe ya dawî kir … , te ji nav me barkir û di kûrahiya bêdengiyê de te riya xwe girt û tu çûyî …! Gelo raste tu ji me xeyidî … û bê xatirxwestin te pişta xwe da me û tu çûyî … te heval û hogirên xwe di nîvê rê de hiştin û tu çûyî …? !
(2)
Tucarî ez bawer nakim ku tu … , tu bi wî dilê xwe yê fireh û hişê xwe yê bîrewer û têgihiştî … û bi giyanê xwe yê pak û zelal , wekî ” Cama Cem ” pêşbîn û rastgo .., qet bawer nakim ku , tu soz û peymanên xwe wilo jibîr bikî , dost û hevkarên xwe bi tenê bihêlî …!  
Na … ! tu ji dilsoziyê dilsoztir î û tu ji mezinahiyê jî mezintir î … !!

(3)
Berî (25) salan cara pêşîn me hev dît , min tu nas kirî . Di wê hevdîtinê de me rewşa wêje û rewşenbîriya Kurdî di ber çavan re derbas kir . Hingê , te nerazîbûna xwe û reşbîniyên xwe diyar kirin û te got : Eger em bixwazin asta wêjeya xwe ya nivîskî bilind bikin , gerek berî ku em binivîsin em zanibin em ê çawa binivîsin . Anku , berî her tiştî gerek em li zimanê xwe vegerin , hinekî li ser rawestin . Ziman tevina hemû berhemên wêjeyî ye . Vêca ku tevina me , bi vê rewşa xwe ya xav û sist ji gurdê ketibe , gelo berkêşanên wê , dê bi çi rewşê bin … ?!
Wê hingê min naskir , ku tu hilgirê pirojeyeke nirxdar û hêvîdar î !

(4)
Me li holên konfirans û mihrecanên ziman û rewşenbîriya Kurdî , li Amed û Duhokê hev dît ..! Em bi hev re beşdar bûn … me alîkariya hev kir û me simînar û çalakî bi hev re pêşkêş dikir … !! Di wan rêwîtiyan de nasîna min bi kesatiya te firehtir û kûrtir bû . Min nas kir ku bi qasî tu di simînar û çalakiyên xwe de germ û bejinbilind û zana bûyî , hevqasî jî tu di erk û têkiliyên xwe de nerm û nizim û dilovan bûyî …! Ma ez ê jibîr  bikim ,ku te di wan hevrêtiyan de , çi ji min re dikir û te çi nedikir , hevalo …!!

(5)
Dema xwendekariya te li Sovyata berê , gelek xwendekar bi te re hebûn  . Hinek ji wan bi xwendina xwe daketibûn , hinek jî li xortaniya xwe digeriyan û hinekan jî bazirganiya xwe dikir . Lê te …! Te li rex xwendina xwe xulên fêrkirina zimanê Kurdî vedikirin … te hevalên weke ” Dr . Bavê Nazê , Dr. Behmen Yûsif , Dr. Heysem Qotreş û hinin dîtir jî ” fêrî xwendin û nivîsîna zimanê Kurdî dikirin …! Ma wê çaxê kê bîra giringiya zamanê Kurdî dibir … kê  ji bilî te , kê .. ?!

(6)
Hîn tu li Sovyata berê xwendekar bûyî , pirojeya pêngaveke mezintir di serê te de digeriya . Te dixwest ku tu komeleyeke rewşenbîrî digel çend hevalan ava bikî .Erkên vê komelê jî wergerandin û çapkirina berhemên derbarî Kurdan bûn . Di sala ( 1978) ê de te û hevalên xwe ” Bavê Nazê , Sadidîn Melle û Mihemed Ebdo Necarî ,” we ” Kombenda KAWA ” damezirand . Lê – mixabin – piştî demekê ew kombend ji wê rêbaza ku we jê re danîbû hate derxistin .
We jî xwe jê kişand . Ew ” Kombenda KAWA” hêj li dar e , weku hêmaya ( sembola ) wê keda we ya pîroz , weşanên xwe berdewam dike …! Ha ev e tu ..!
Ma yên wekî te , êdî tên jibîrkirin . REZO …!!

(7)
Yekcar tu li nav û dengê xwe nedigerya .
Hevqas xebata hêja ku te li Sovyata berê dikir , rojekê tenê jî te amaje pê nekir û te negot min wiha kir û wiha nekir …!
Rojrkê min ji te pirsî : ji bilî wan her ( 5 ) çîrokên zarokan , ên gelêrî , ku te û Dr. Necarî we çap kirin , gelek destnivîsên te yên hêja hene , wek ( Perwerdekirina Zarokan di Nûbuhara Xanî de , Roman li nik “Mihemed Uzon – “Tu” nimûne , Hevoksaziya Zimanê Kurdî ( Sentx ) , Xwendinek li berhemên Cigerxwîn û hinin dîtir … Hin helbest û gotarên core – cor jî … !! )
– Pirsa min : Çima tu van destnivîsan çap nakî ??
– Te bi kurtebirriyeke seyr got : Pirtûka ku pêjna kedê û bêhna xwêdanê jê neyên ew pirtûkeke bêsûd û temenkurt e !
Lê berî koçkirina te ya dawî , te bi dengekî bilind got : ( Dem hat , ez ê wan destnivîsan tevan bikim barê mamoste ( Fewaz Ebdê ), bila wan bide ber tîplêdana kompiyûterê …!!Qey te zanîbû ku ( dem hat… ) û nema êdî em hev dibînin … ?!

(8)
Heta bi navê xwe yê fermî ” Ebdulrezaq ” te xwest , tu wî kurtebirr bikî û giyanekî Kurdewarî berde ser , te ew kir “REZO” !
Ez baş lê hay nebûm , min got : ” RIZO” ..!!
Te got : Na … Na , ez ne ( birinco ) me , ez ” REZO ” me , ji       ( Rez û rezvaniyê ) . Tu têgihiştî ?!

(9)
Rastiya herî rast ew e , ku te ji nav me barkir û tu çûyî …! Lê bila giyanê te yê pak li nişîngeha xwe hêmin û aram be , tê di dilên hemû dost û hevalên xwe de … xizim û hogirên xwe de , hemîşe bijî .. ! Em ê di hemû çalakiyên rewşenbîrî de te di bîra xwe de bînin , hevalo …!!

(10)

….. Rast tu çûyî …!  Lê zû – bizû tu jibîrnabî , heval..!   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…