hevpeyvin bi Mizgin re

  Dîdar: Demhat Dêrikî

Mizgîn Ebdilmecîd ku xelka Efrîna rengîn e, li amoşgehên Helebê xwendiye û di sala 1989an de bûye mamosteya mûzîkê û 3ê salan di karê mamosteyatiyê de maye. Û di sala 1993an de koçî welatê Elmaniya dibe.

Di sala 1993 de xwendina mûzîkê li Almanya  berdewamdike (Musik wissensaft) û (Orintaliçe Kunstgesçiçte) li zanko ya  Bonê û niha berdewam dike di hêla (Asienwissensçaft) û bi navê  zank ya  Bonnê de niha li Kurdistanê  bi xwendevanên Alman re mêhvane û ev cara yekê ye tê Kurdistanê.
Mizgîn xan, çîroka we ya strangotinê, hezkirina stranê çawa destpêkir, çi sedeman hişt ev deregeh li we vebe?
Ez li ser dengê diya xwe (Nazlî Xelîl) mezin bûm û dengê wê her tim di guhê min de bû. Mal bi dengê wê şiyar dibû, bi teybet stranên çiyayî digotin wekû, Memê Alan. Diya min ti car ne çû bû dibistanê, lê mala wê her dem vekirîbû ji hunermend û nivîskaran re, mala me wek salonek kulturê bû (ji ber ku muzik, huner, û helbest timî hebû) bi naskirina Cegerxwîn ew gelek bi hunerê ve hat giredan. Ez di malek wisa de bi stran û helbest û kultur mezin bûm. Û min jî ji mûzîkê hez kir.

Lê, wek ez dizanim hûn niha di nava şano de cih digirin?
Huner  hunere çi şano be çi stran be ji hev cuda nabin. Û min jî xwest ez carekê di şano de xwe ezmûn bikim.

Pop û Rock di strana kurdî de çikir?
Stranen keven ew kultura wek û kultura kurdan pir dewlemend e, kaniyek pir mezin e , stranen nû piştî (pop û rock) di warê ( ritim) de, stran bêtir xemilî û bi rengekî nû hate çêkirin.   

Ji bo kesek şanoger ( lîstikvan) dera herî xweş û herî hestiyar dika şanoye, gelo divê ew kesên li ser vê dikê cih digirn, çawa bin?
Her lîstikvan gringe ku rola xwe baş nas bike û pêve were girêdan, û divê yekê da rola herî mezin ya rêjisore, ji ber ku ew zane derfetên listikvanan çi ne.

çi têkilî di nava stran û şano de heye?
Şano mirov roleke pêşkeş dike, û divî karî de têkilî bi gel re rû bi rû heya û hêza lîstikvan li ser dikê tê xuyakirin, ji ber ku şano ne mîna sînema û TV ye , lê stranan hunerk teybete, gerek însan  ritim û tebeqê wenda neke. Tevî ku gelek şanogerî di stranê de jî heye.
Lê disa ez dibêjim huner bi hev ve girêdayî ye.

Gelo, Mizgîn wek jin xwe jibo her risteka (rol) şano azad dibîne, tu carna dibêje ez vê nakim û te ji ber rolekê şerm kiriye?
Di her alî de astangî hene lê eger rol dikeve xizmeta  kar de, astangî tune ne û tu carî şerm nakim rolekê bilizim eger di sînorê kulture kurdan de be.

Ger şano ne azad be, em dikarin bêjin ew şanoye?
Ne. Tu carin em nikarin karekî hunerî bikin heger ne azad be.

Şano dikare civakê, yan raman û siyasetan rexne bike û ger pêdivî bi rexnê hebe û neke û tenê pesindar be, ew şano ne xirabe?
Şano gerk  jiyanê rast bîne meydanê, û hemî tiştên ne rast rexne bike.

Gelo, projeyên we yê nû hene, ger hebin çi ne?
Di warê şano de berhemek nû heya binavê (Xaniykî kirê) ya Derhêner Kawa Şêxê ye, û di TV  karekî bi navê ( kaniya evînan ) ya rêjisor Jasim wezirî

 Jêder: rojnamawar.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...