40 rojiya koçkirina Mamoste Rezo

  Heval, Dost, Nas û Naskirîyên Rezo !

Rezo di 40 salan ji Jîyane xwe de, Mûmeke bilind,  Zirav,  Nazik û Ronahî veda bû , ji nişkave vemirt , lê niha  di Asmanê tevî Kurdistanê de weka Stêrkekî pirr geş bi cih bûye û diçirisê.
Malbat û hevalên wî ew wekû Kur, Bira, Hevaljîn û Bav gelek dilovan Nasdikir.

Dost û Hevalan û civata Kurda ; ew wekû Birakî nasdikirin û hogirên di Rêz û  Dezgehên sîyasî de Raman û Dîtinên wî durust û cihê  bawerîyê didîtin , gerek keda wî neyê jibîrkirin wekû Nivîskar , Zimanzan , Mamoste û Netewperest ,
Îro Rezo ji nava me koçbarkirîye , lê ewê herdem û her roj û her gav  di bîra me de bê , ji berku çalakîyên wî û berhemên karên wî yên giring û pîrr hêja û bêjimar  li ber çavane û di hiş û hestê me dene .

Em gelekî dilxemgînin û zehf li berdikevin , lê hêvîya me mezine wê neyê jibîrkirin , jiberku Emekeke xwe û toveke baş û saglem hiştîye.

Em dixwaxin 40 rojiya koçkirina  hêja Rezo li Komela me bi bîrtînin  , wekû biçûktirîn erka xemgînî û dilşewatî li ser vê bûyera tal .

Dem : 18.4.2010                                Kat : 15.00  h

Komela Kurdên Sûrî li Berlin / Brandenburg

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…