Yek ji nivîsevanên me yên bi dilvehesîn dinivîse, hêja Qado Şêrîn e, ku hem bi Kurdî û hem bi Erebî jî, zîrek e. Ez nivîsên vî camêrî baş dinirxînim, ji ber ku ew mirovekî wêrek e, û wekî di paşnavê wî re “Şêrîn” diyar e, ku ji navê dayîka xwe biriye, ew di koka xwe de ji “Şêr” hatiye, ne ji “Şîrîn”iyê.
Qado Şêrîn rexnevanekî xudan huner e, li têlên tev zirav dixîne, ku hinava civaka me ya kufikî, tevlihevbûyî, jihevketî, û deselatiya me ya siyasî, ya ku hîn negihaye pileya dewletî, dilerizîne…Çi di gotarên xwe yên siyasî de û çi di berhemên xwe yên çêrokî de…
Li vir pêwîste em bînin zimên, ku di Kurdî de „Çêrok“ û “Çêrçêrok” hene, ne “Çîrok” û “Çîrçîrok”. Ji ber ku koka peyvê di “Çêrêkirinê” de ye, bi wateye “li ser hewaldan”, ne ji “Çîr” hatiye, ku bi wateya dengê derî an tiştekî dî ye, û gava em dengekî wilo dibihîsin, em dibêjin: “Derî kire çîreçîr”, lê gava yek tiştekî li ser kesekî dî bo me hewal dide, em dibêjin:” Çêra wî kiriye.”…Li hinek derên Kurdistanê “Çêrêkirin” bi wateya “Axiftina nebaş” e, lê herweha jî, ev nêztire ji “Çîr û çîreçîrê”…
Serok û Merok, ku çapa wê ya yekê, di sala 2009 de, ji aliyê saziya çandeyî SEMA ve, di bin jimara 31ê de derketiye, gaveke wêrek e di rexnevaniya kurdî de, ku bi tersê çêrokî gelek mijarên me yên civakî, siyasî û wêjevanî hatîne lêvkirin, nivîsandin û belavkirin…Hema bi geltebazî “Suxriye”, ku li ba nivîskarê me yê giranbiha her hezkirî ye.
Serok û Merok, ku tenê 120 rûpelin, teviya koçberekê ji jiyana nivîskarê me yê geltebaz tîne zimên, ku têde şagird bi şimik û şekalan diçûne zanîngehê, û tevî ku dayîk û bavên wan hejar bûn, lê dîsa jî ji vexwarina meyê nediman, da rewşa xwe ji bîr bikin. Di nav wan de hinekan dilên xwe bi hîviya ku rojekê bibine xanedan an serok dadigrtin, ji wan hebûn, ku tew carekê jî di jiyana xwe de govdeyên jinan nedîtibûn, û ji wan jî hebûn derpî û binkirasên jinan di axur û kadînan de dikişandin seriyên xwe.
Di vê pirtûkê de, ku serok wekî gokvanên werzişê têne kirrîn an kirêkirin, nivîskarê me yê hêja tinaziyan bi ramiyariya tevgerên me yên kurdî dike, ewên ku nikanin ji siya serokên xwe derkevin, li pey wan wekî çêlçûkên mirîşkan dibezin, ewên tew bi sernakevin, nezanin û gava di komcivînekê de bi hev diçin, teviya tevgera xwe parçe-parçe dikin, ew dişehitin û gelê me jî bi xwe re dişehitînin.
Bêguman hinek kêmaniyên piçûk ên zimanî, nivîsandinî û ji aliyê çap û dîmenê ve di pirtûkê de hene, hema bê guman Qado Şêrîn bi hevîrê Kurmanciya Kurdistana navendî hatiye histiran, û wekî dixuye, wî hîn di zarotiyê de pir ji zimanê xwe yê zikmakî hezkiribû, û pişt re bi dilxweşî pê nivîsî bû.
Dostê me yê nêz û hêja, karîkaturvan Inayet Dîko jî, li gorî mijarên rengareng ên pirtûkê karîkaturekî gelek xweşik bo bergê pêşîn ê pirtûkê çêkiriye, ku Kurdekî qelew û simbêlboz li pişta yekî hejar suwar bûye û dibêjêyê:“De bimeşe hevalo, bimeş. Rizgarkirina welat hîn dûr e…!”
Wekî min xwend û dît, “Serok û Merok” hêjayê xwendina we ye jî…
20 Avdar 2010