Careke din Newroz bi xwînê tête avdan *

  Ismaîl Hemê

Komkujiya bi destê hêzên sayişê di Newrozê de li dijî millet me li parêzgeha Reqa çêbûye, û di encamê de du xort şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, ne bûyerek awarte ye di dîroka pêvajoya tund û tîjiya rêjîma Be`is de. ev ne cara yekemîne ku şahiyên newrozê bi xwîna xortên kurd rengîn dibe, û tewankarî bê lê pirsîn û lêkolîn derbas dibe, û raya cîhanî ya giştî li hember wê tewan kariyê ker û lal dimîne.
Diyare ku rêjîma Be`is û hêzên esayişa wê di bin bandora mjî û ramanên regezperest û nîcadperest de nikare rojekê tenê tehmûl bike ku milletê me bi kêf û şahî bijî, yan eşkere hestê xwe yê netewî bîne ziman, û nikare qebûl bike ku bi sed hezaran millet li hemî deverên kurdî û deverên ku kurd lê dijîn li ahengên newrozê beşdar dibin. Ji ber ew tê dighêje ku vejîn kirina vê cejnê bi vî awayê bi hêz û mezin nameyeke gelêriye û bersivdane ji siyaseta rigezperest û şovene re, ya ku ew di derbarê milletê kurde dimeşîne.  wateya wê nameyê ewe ku tucar ewê nikaribe îradeya milletê kurd bi şkîne û berxwedan û kêferata wî ji bo, pêkanîna wekheiyê û hemî  mafên wî yên netewî ku ew jê bê par maye, rawestîne. Lewra ew çiqas caran karibe ewê bi gulle baranê û kuştinê pêşwaziya newrozê û milletê kurd bike.
Newroz ne bi ciwamêriya desthilata Ba-is hatiye serbestkirin, lê belê bixwîn û xebat û berxwedanê hatuye qezenc kirin, ew berhemê fedekariyê ye, û kulîka xwîna şehîd Silêman Adê ye û berxwedana ku li Şamê û kurdaxê di newroza sala 1986 an de hatibû kirin.
ji bo vê rasteqînê jî, gerek em tucar bawer nekin ku desthilatek wek vê desthilatê wê bikaribe xwe bughere yan rojekê ji rojan li ser pirsgirêka kurd raweste û li awayên çareseriyê jêre bigere, ji ber ta vê redeye ev desthilat xwe dide nîşan wek yek ji rêjîmên totalîtar û regezperest yên kevnar û hemta ku di cîhanê de mane, û ji me re dibêje “ku ta ez hebin divêt hûn bi vejîn kirina tu newroz û sersala şanabin û tu mafên netewî ji were wê nabin û cihê we û rengên kesk û sor û sipî û zer di vî welatî de nîne, ev welat yê netewa erebe û yên nerazî be bera barke û here ji xwere li welatekî dîtir bigere”.
Hin kesan ji me di xewin û xeyalên xwe de hêvî dkirin ku belkî îsal newroz bi rengkî fermî bi xweşî û aramî derbas be, û dixwestin ku berpirsiyarên desthilatê bi millet kurd re li ahingên Newrozê beşdar bibin û pîrozbahiyê bişînin, nemaze piştî ku roja newrozê bûye rojek cîhanî li gor biryara komela giştî ya netewên yekbûyî, lê diyare ku rêjîma Be-is dûrî van hêviyaye çimkî ew li dervey dîrokê dijî û xwe nabîne wek nûner di rêza nûnerên civata navdewletî de, û ji bo wilo jî bi nameyên xwînê newrozê dorpêç dike.
Em tu gazinda ji rêjîmê nakin ji ber helwesta wê ya dijminatiyê li beramberî milletê kurd eşkereye û rojane tête bikaranîn, lê gazindên me ji civaka navdewletî û raya cîhanê ya giştî re heye ku çawa dimînin bê deng û lal li beramberî vê zilm û zordariya. Em dipirsin gelo wê ta kengê li vê ne heqiyê temaşe bikin û wê ta kengî bimîne dîlê bercewendiyên aboriye bi rêjîma Sûrî re,û silogan û pirînsipilên mafên mirovan binpê bikin ji bo parastina van bercewendiyan ..??!! ma gello  siloganên parastina mafên mirovan û dîmuqrasiyê namînin  vir û  derew demê ku berjewendiyên aborî li mazatê bin..yan pîvanên me ji mafê mirovan û dîmukrasiyê re şaşin û em bi wateya wê ya durist tê negihiştine …??!!

* Sernivîsa belavoka YEKÎTÎ..  Belavokeke mehane ye, komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî dertîne, Hejmar /22/ Avdar 2010 Z /2622 K

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...