Nûneritiya Komeleya Nivîskarên Kurd Li Amedê Serdana Gora Rezoyê Osê Kir

   Di roja 30/03/2010 an de Helbestvan û nivîskarê Amedê(Diyarbekirê), Arjen Arî, di ber Komeleya Nivîskarên Amedê de bi hatinek taybet ji Diyarbekirê hat Qamişlo, bo şûna rehmetî Rezoyê Osê û serdana gora wî.

   Danê sibehê, mamoste Arjen Arî di gel çend nivîskaran çû mala rehmetî û sersaxiya xwe û ya nivîskarên Diyarbekirê ji kebanî, bira û xezûrê wî Samiyê Namî re pêşkêş kirin.

   Danê êvarî, bi grûpek ji nivîskar û rewşenbîrên Qamişlo re çû gundê Dekşûrî, ser gora rehmetiyê Rezo û gurzek gul bi navê Komeleya Nivîskarén Kurd /Amed, li ser gora wî danî.
Belê, em jî bi navê malbat, heval û hogirên rehmetî Rezoyê Osê spasiya mamoste Arjen Arî û Komeleya Nivîskarén Kurd li Amedê dikin û dibêjin; bijî ji wefadariya we re, bijî ji dilsoziya we re û bijî ji zimanê Kurdî re ku em gihandin hev.

Qamişlo, 30/03/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…