Dêrika Hemko singa xwe ji nivîskar û helbestvanê kurd Konê Reş re vekir

  Welatê me -Dêrika Hemko

Li dûv hêvî û daxwazên pêkanîna jîngeheka rewşenbîrî ya vekirî û saxlem. li roja Înê 17-11-2006 ê, bi beşdarbûna jimareka berfereh ji rewşenbîr, helbestvan, xemxwar û dilbêşên peyva kurdî, Tevna Çand û Hunera kurdî şevbêrkeka rewşenbîrî ji helbestvan û lêkolînerê kurd Konê Reş re li bajarê Dêrika Hemko berhevkir .
Di şevbêrkê de rêzdar Konê Reş gurzek ji helbestên xwe xwend û herweha gotarek bi navê ( ji wan gere ) û tevlî gotinek kurt li ser malbata Bedirxaniyan jî di şevê de pêşkêşkir .
Pişt re deryê dan û standinê hate vekirin û beşdarên şevbêrkê nêrîn, têbînî û pêşinyarên xwe ji mamosta Konê Reş re diyarkirin .
Dawiyê şevbêrk bi pirsyar û ramanên amadebûyan û bersivên rêzdar Konê Reş rengîn bû û hate xemlandin .
 
Kurtiyek ji jiyana helbestvanê navdar Konê Reş :

Konê Reş helbestvan û lêkolînerekê kurde, di sala 1953 ê li gundê Doda ser bi bajarê Qamişlo ve girêdayî ye ji dayîk bûye.
Xortek têgehiştî û çelenge, di sih salên borî de pirr helbest û gotar di govar û rojnamên kurdî yên jiderve û hundir de belavkiriye .
Tê jimartin yek ji wan kesên pêşîn yên ku zevya nivîsandina bi zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê piştî Osman Sebrî, Gegerxwîn û Qedrî Can xepartiye, û  herdîsanê tê naskirin yek ji wan navên berîz û xuya yên ku di meydana rewşenbîrî, afrandêrî û ramankêşî de li Rojavayê Kurdistanê di destpêka salên heştiyê ji çerxa bîstê de û ta dema îro jî di vê meydanê de berdewame .
Ked û karekê berketî di gelek waran de daye, ji nivîsandina helbestê, gotar û lêkolînan bigire ta bigihê komkirina pêmayê kurdî yê bidevikî û herweha gotin û serpêhatiyên pêşiyan jî danehev .
Di serbor û pêvajoya xwe ya torevanî de derbasî gulzar û buxceyên zarokan jî bûye û di vî warî de helbestin ciwan ji zarokan re afrandî ye . di sala 1989 ê de, ewî û mamosta Ebdulbaqî Husênî govara Gurze Gul weşandin . lê tevî van, tişta ku helbestvan Konê Reş nêvnasdikê û ji xwendevanên wî re didê naskirin, ewe xemxwarî û guhdana wî bi pêmayê Mîrê Botan malbata Bedirxaniyan .
Berhemên wî yên çapkirî :
1- di warê lêkolîn û vekolînên dîrokî de
– Çîrokên Mîran – Beyrot sala 1990 ê
– Mîr Celadet Bedirxan (jiyan û ramanên wî) Şam sala 1992 ê .
– Serhildana Sasonê (1925-1936) Şam sala 1995 ê .
Komela Xûyebûnê (1927 ê ) û Serhatiyên şoreşa Araratê 1930 ê – Hewlêr 2000 ê .
-Qamişlo – Heleb 2003 ê .
2- di warê nivîsandina helbestên zarokan de
– Sîpan û Jîn – Beyrot sala 1993 ê .
– Ez şagirtê Bedirxanim – Beyrot sala 1996 ê .
3- di warê nivîsandina helbestên mezina de
-welato ….. ! – Beyrot sala 1998 ê .
– Dergehê Jîn û Evînê – Şam sala 2001 ê .
– Cûdî çiyayê Mirada – Şam sala 2004 ê .
  Ser bi zimanê Erebî ve ji aliyê mamosta Hejar Ibrahîm ve hatiye  wergerandin .
– Dara Çinarê – Şam sala 2006 ê .
  Ser bi zimanê Erebî ve ji aliyê mamosta Imad Elhesen ve hatiye wergerandin .
– (Wêneyin ji bîranînê) hevpeyvîna wî bi nivîskar û helbestvana kurd Bêwar Ibrahîm re – Şam sala 2000 ê .
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...