Li kurdistana azad û di nav çiyayên Sefîn de, kulîlik û ciwanên Koma Arî bi dîlan, şano û sitranên filkilorî, ruyê buhar û newroz û ser sala nû ya kurdî geşkirin.Newroza îsal ji alîyê her sê rêkxistinên Civata Siyasî li Hewlêrê “Azadî, Partî, Yekîtî” hat birêvebirin û rêkxistin, û têda bi hezaran kurdperwer û dostên gelê kurd û tevaya rêkxistinên Civata Siyasî li Herêma Kurdistanê amadebûn.
Di dirêjahî ya pirogramê de, koma Arî çend şanogerî pêşkêş kirin û têde balkişandine ser êş û kul û derdên gelê me yê kurd li Kurdistana Sûrî.
Helbestvanê navdar “Emerê lalê” li ser texta şano yê bi parçe helbestekê jî amadebû, piştî bi dawî hatina pirograma Koma Arî, hunermendên amade “M. şeref, Ezîz Mihemed, Dilber, Heval qamişlokî, Rêzan, Salar “dîlan gerandin û bi govend û çepkên amadebuyan şahî ya newrozê dom kir.
Em jî Bi navê Koma Arî cejna newrozê li gelê kurd pîroz dikin û spasîyek taybet ji bo her sê rêkxistinên Hewlêrê yên “Azadî, Partî, Yekîtî” û herwiha ji bo orgvan “Emer Kurdaxî”.
Komîta ragihandinê ya







Şîrove (0)