Şahiya Newrozê Li Bajarê Dortmundê

Bê gûman Adar  weki heyîva gelê Kurd  tê vexwendin, Adar ewe bihar , ewe  şahî û seyîran, ewe jiyan û berxwedan,
ewe Şehadet û Xwîn rijan, ewe cejna gelê me yê mêrxas û Perîşan, ewe roj û sala nû ya Arîyan, ewe evîna dilê xortan,
ewe dema xêr û  baran.
Îro hemû gelê me yê Kurd yê li her car Parceyên Kurdistanê û Cihanê bi coşên welatparêzî, hestên netewî, tevî Kulîlkên xwe yê nûhatî,

kû çi mêrg û çîmenan çi li nav daristan û bexçeyan, çi ji li malan û salonan, û ci li ber Gulên dijminan dest bi şahiya xwe ya netewî kirin,  bi dilan û stran û lîlelîn, bi berzkirina Alaya me ya Kurdi go rengê wê KESK û SOR û ZER bejna Qîzên ciwan hate xemilandin.
  Lê sed mixabin , her Bihar her Adar dijminê gelê me nahêlê go em bi vê roja pîroz şabibin, û kîna wî naşikê go xwîna Qîz û Xortê me ya paqij nerijînê.
Di 21.03.2010 li bajarê Dortmundê  li Elemanya bi arikariya Komîta hevbeş ya Partiyên me yê Kurdên Sûrî Newroz hate pîroz kirin, her wiha di vê şahiyê de nêzîkî 1500 Welatiyên Kurd amedebûn
go ji her Quncikê Elemaniya û Holenda û gelek Welatên dî yê Europa go bi Hezaran Kilo mitir bi xwe û Zarokên xwe dane ser riya takû bidin xweiyakirin, kû em xwedanê doz û Welatê
xwene, go em li Newiroz û Xake xwe xwedi derdikevin.
Di vê Roja pîroz de Hunermendê hêja Mîna  BENGIN  go bi stranên xwe yê xweş bi teyîbetî ji bi Strana Zinare Erebî go hestê gel rakirin , û Xanim GÛLÎSTAN PERWER ji bi stranên xwe yê şoreşgeri yê nû û kevin go berî niha ji gel re digoti strand;WILO JI MAMOSTE RONÎ CAN HISO strana Qamişloka min gel rakir ser piya, û Rêzdar dostê gelê me yê Ermenî  RAFÎ MUZIK ji bi dengê xwe yê zelal û xweş ji bo me strand Û XORTÊ HÊJA Û NÛHATΠ CIWAN KELEŞ go xwe xiste dilê gelê xwe bi awazên xwe yê şêrîn lê Tiştê herî balkêş go bala Cemawerê me stand go îsal Bi rêz Helbestvan û Derhênerê KURD yê Kurê Qamişlo go bi  SEYÎDAYÊ ARÎ tê naskirin ((SROUR ALI))   go bi salan di nav Koma Narîn li bajarê Qamişlo  xebat xwe dikir, îro ji bi Helbestna xwe Welatparêzî û Xemgînî û  Skêçeke xwe(Tiyatro)  beşdarî vê Ahengê bû.
Aheng ji Seet 16:00 heta 00:00 berdawam kir , û her kes bi silametî vegeriya mala xwe.

Y. Sabri Qamişloki

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…