ARŞEVÊ OSKAN TU NERAST DIBÊJE…!!!

Xemgînê Remo

Ezê bê pêşekî derbasî babetê xwe bibim , ji bo ku em gelekî dirêj nekin …

         Kekê (Arşev), berî pênc salekî , di hevpeyvînek telfizyonîde ku telefizyona roj TV ê di gel te di kir , gava pirs hat ser govara (ZEVÎ) ,te xwe kir damezrêner û xwedî û revebirê wê , ez dikeniyam û min dengê xwe nekir , ya dinî rojê , pismamê te (ÎSA OSKAN) , telefonî min kir û got : te hevpeyvîna (Arşev) dît , evî bi carekê keda min û te windakir , ma bira wisabû ? divê ku em lê vegerînin û rastîyê bibêjin .. min jî jêre got : de xem nake loo , rewşa aro ya tendiristî ne gelekî , wî jî di gemîya govenda hevpeyvînêde, çend fîşekên xwe di şevêde berdan ma wê çibibe ….
        Di roja 15 ê, vê avdarêde , ez derbasî çend malperên kurdî bûm ji wan jî malpera hêja AVESTA , min nivîsarek tejî xwend , te dîsa çêla govara zevî kirîye, bêyî ku tu me di bîra xwede bîne !! û te wiha dest pêkirîye ( berî 9 salan , fikra weşandina govarekê , di serê minde , wisa serî hilda ..!! )
        Tu bi serê wî EYAZ ê xweyî delalî ke , bira wisabû ..? keko tu dizane ku ez ta bi çi pileyê rêzdarîya te digrim, lê wisa ji min diyar bû, ku              ya te ezezî ye , kekê min eger ku tu bilind bî , pêdivî nine ku tu keda hevalên xwe winda bike , û xwe li ser milên wan bilind bike , kesê nivîskar, berî her tiştî divê ku rastgobe …

        Vêca ezê niha tevna çîroka zayîna govarê , ji te û xwendevana re li darxim , bê ka rastî li kumaye , ji ber ku em hînjî saxin û me dest ji nivîsandinê jî bernedaye , di destpêka sala 2001 ê de , pismamê te îsa osikan , bingeheke compûter , li bajarê me Dirbêsiyê vekiribû , ji xwe li ser rêya min bû , û min tim rêya xwe pê dixist , rojekê min jêre got : ez dibînim tu di karê xwe de , gelekî şarezayî , tu çima nayê em karekî bi hevre bikin ? bi du çavên tije pirs li min mêzand , ango ev çi kare , ez dirêj nakim, piştî ku min jêre got , ez dixwazim em govareke wêjeyî biweşinin, bi dilşadî herdu çengên xwe ji hev vekirin û got : bi xwedê ezê  
Bi tere bikim , lê piştî sê çar rojên din , ezê deryê bingeha xwe li vêderê bigrim , û alavên xwe bibim gund, wer emê li gund karê xwe bi rêve bibin , ji her alîde wê çêtir be , hefteyek tê neçû , ez çûm mala îsa , vêca em bi mdirêjayî li ser weşana govarê peyivîn , ku emê çwa dest pêbikin , bi kurtî , min karê komkirina berhemên nivîskara û bijartina wan , ku ezê pê rabim, da ser mile xwe , ji ber ku berî hingê , min di govara SITÊR, û ya BUHAR û rojnameya DENG de kar kiribû , û têkekelîyên min ne tenê bi nivîskarên başûrê bi çûkre hebûn , belê bi yên başûrê mezinre jî , û wê îsa jî bi karê nivîsandin û derhênan û diristkirina qabê rabûya , û me wiha dest pêkir jî , ya dinî rojê li ser firavînê min ji îsa re got : ku em çima arşev jî agedar nakin, eger ku xwest, bila ewjî bi mere kar bike, camêr got : ez ne dijberim , û gava ku em hatin û me mijar bi tere vekir , bi nîşana ku tu li ser bîra we ya pembo bû, li destpêkê te erêbêna xwe neda xwiyanî , lê ya dinî rojê tu hat tevlî civîna me bû , vêca em li ser navê govarê sekinîn ku em çi navî lê bikin , min sê nav pêşinyar kirin ZEVÎ , KEPEZ , NERGIZ, tenê te got ez dibêjim , wê berê govarek bi navê nergiz weşîyabe, dawî me zevî bijart , û me dest pêkir , lê heta ku hijmara yekem Ronahî dît em gihan meha avdarê , vêca me govara xwe higirt, û hersê bi hevdûre , daketin nav nivîskaran , ku em her yekî ji wan himarekê diyarî bidnê , hevalên me gelekî dilşabûn û piştgirşya me kirin . vêca me dest bi hijmara duwemîn kir ,û em pêde çûn, li dawî min û te li ser du sê berhema li hevdû nekir , min didît ku bi kêrî weşanê nayên , vêca te pîjekî din di bere rakir , ku ewjî te divîya em çend nûçeyan li ser du sê nivîskarên me biweşînin, ku yek jê nexweşbû û ya din bi şandekî yekîtiya nivîskarîn erb re çpbû derveyî welêt , û ev nûçeyana dûrî rêbaza govarê bûn , lê te israr kir , hingê bê xirecir min ji were got , ezê dest ji govarê bikşînim , û ezê bimînim wek piştevanekî we , û ez mamjî heta hijmara dawî …

 Vêca fikra weşandina govarê , fikra teyî çibû, kekê arşev ? ma ev ne ezezîye ….??

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…