Kurtenameyek e dilsojane bo Rezoyê Osê

  Ejder Şêxo

 Mamostayê hêja!

 Min dixwest vê nameyê berî çend rojan, dema tu ji hespê jiyanê peya bûyî û bi dilekî şkestî ber bi taristanê ve çûyî, ji te re binivîsînim, lê dizên xewna me ya mezin nehiştin, rê nedan min ne ez têra xwe bigirîm û ne jî dilê xwe ji bayê qederê re vekim û pê re jî silavekê li bîranînên xwe û te bikim.Wê sibeha ku te xatir ji hezkiriyên xwe, ji dost û hevalên xwe, ji bajar û gundê xwe, ji ziman û ji helbest û peyva kurdî ya resen xwest, em li van welatên ku, kêfa te ji wan re nedihat, bi leşkerên paytexta yekîtiya ewrupayê hatibûn dorpêç kirin.
 hemî tiştên me bi xwe re birin û dixwestin pênûsên me jî bişikînin, rojê ji ber çavên me veşêrin, dengên me bibirin û careke din bînin bîra me ku di jiyanê de tirs cêwiyê wêrekî û cegerdariyê ye.

Erê mamoste! Di wan kêlîkan de tu dihatî bîra min.
Ma tu dizanî çima tu dihatî bîra min?
Dema Med Tv bû, em li Rojavayê Kurdistanê li peyamnêrekî digeriyan. Min ji dost û hevalên xwe dipirsî; gelo kî li wan deran dikare bi me re di televizyonê de kar bike?
Min hawara xwe gihand helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî, min heman pirs ji wî jî kir.
Ma tu dizanî çi ji min re got?
Ji bo vî karî, zanîn û rewşenbîrî û displîn bi tenê ne bes in, wêrekî û ceger lazim in, ez bawer nakim ji bilî Rezoyê osê kes bikaribe vî karî bike. Ji vî karî re zilam lazim in Ejder!
 Min telefona te jê stend û min pêşniyaza xwe ji te re got. te jî, di gel ku rewşa ewlekariyê pir xerab bû, gelek tişt ji min re gotin lê te qet behsa tirsê nekir.
Min wê gavê gotina ku zilam lazim in, ji xwe re baş naskir.
 Erê mamoste!
Çi qasî min dixwest te ji nêz ve te nas bikim. Dema ku dostên min ji min re behsa te dikirin, daxwaziya min xurtir dibû û li bendî temaşekirina bernameyên te hetanî derengî şevê dimam.
 Di wan peywendiyan de, bi taybetî dema bi telefonê bi te re dipeyivîm, min dixwest li te guhdarî bikim, min dixwest ji te fêr bibim û bi rastî jî fêrî gelek tiştan bûm mamoste!..
 Mirovên rastgo, cegerdar, hestyar û mirovên ku bikaribin astên baweriyên xwe di asoyên fikra netewî de zeft bikin, pir kêm in mamoste, lê tu yek ji wan bûyî!
Min li cem te, di bîr û baweriyên te de, naveroka xewnê baştir naskir û min tiştekî din jî ji te wergirt, ma tu dizanî ew tişt çi bû mamoste!?
her kes dikare bipeyive, lê kî dikare ji peyivînê bêtir guhdarî bike? Ez ji te fêrî guhdarîkirinê bûm. Û di wan kêlîkan de, kêlîkên dijwar ên bihîstina koça te, min gotinên te tanîn bîra xwe û min ji xwe re digot:
Di vê rewşa me ya îroyîn de, her kes dikare bi hêsanî bibe rewşenbîr, lê ya dijwar ew e ku her rewşenbîrek nikare bi hêsanî bibe zilam!
Oxira te ya xêrê be, riya te vekirî be.
Sere me gişan sax be.
Sere hevjîna te, zarokên te, xuşk û birayên te, dostên te û sere apê min û te Samiyê Namî sax be.
Şagirdê te
Ejder Şêxo

09. 03. 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…