Koçbarkirin zû bû hey Rezoyê Osê

Siyamend Brahîm

Ji nişkave Nêrdewana mirina reş wêjevanê kurd î hêja Rezoyê Osê  ji nav me bir, xuyaye meha Avdarê kaniya vê şîn û boblêtên mezinên ku behra  Kurdan  jê  bê sînorin, û teqez ev nîşana tracîdiya me ya herî xurt barze, Adara kul û derdan wekî nehengekî birçî dilive?! Û vê carê nivîskarê me revand ewê bi nazenîn dikete  baxên zimanê kurdî şîrînahiya zimanê bav û kalan naskir û mûçand, ewî buhayê vî zimanê qedexekirî nas kir û bi hostayî te  pexşanên xwe dihûnand û bi şengî derbasî çîmenên wêjeya kurdî dibû
 û razên wan durr û gewheran nas dikir û ew tilyên wî yên genimgûnî dahênaneke xurt î berz ristkir, û tu bi pisporî tulên li ser şaxên zimanê me yê şîrîn qelemdikir û êmîşên omîdên me hîn xweştir dikir û rave dikir û digote: Kurdino eve raza zimanê me yê qeşeng û şîrîne, û sihredariyeke bêteşe afirand.
Erê ew roja min navê te li ser romana (bavê Nazê) “Çiyayê bi xwînê avdayî” xwend hingê min dahênerekî kurd naskir, ew heyva wêjeya kurdî bû,  û helbet  ezazîlê dahênanê danezana xwe ya pêşî ristkir û gote: Va ye pênûseke bejn bilind kete baxên zimanê kurdî, xortekî xwedan rûyekî gulfiroş, bişrandineke fedîkoyî xuya bû,  Pişt re roj û sal derbas bûn me xweşik li cem Dr Edo Necarî naskir, û pêwendiyên me xurtit bûn, û em ketin gelek guft û goyan, û teqez ew roja ku tu nemir Ferhdaê Çelebî hatin mala min li Şamê û we doza sazkirina yekîtiya nûserên Kurdan kirin û em cardin ketin guft û goyên dûvdirêj û bi vê tevgera han omêdên me geştir bûn, Em di wê baweriyê de bûn ku emê tiştekî baş bikin lê mixabin gelek asteng hatin pêşya me, gelek sernexwiniya çend kesên ji siha xwe ditirsin û even genî xelekin dorpêçkirî girtibûn, helebet ew dongiya wan wekî çeqelên bayebanan êmên wan vedenga ziwabûna qilikên gwîza xax,  û Asoyên derûn û nerînên wan gelekî nizime.
Ax û sed carî ax û of, emê çi bikin ku bilez û bez Rezo zû çavên xwe girt     Bajarê Qamişloka rengîn sêwî ma, duh şemê  Çexçexa kelo girîbû, û gote: Heyfa evîndarê min zû ji nav me barkir, ez bi buhna surra pênûsa wan geş dibûm.

 

Xweş tê bîra min gava me li Amedê, li  paytexta Şêx Seîdê Pîran û li sezaya wê ya gongera rewşenbîrî bihev re rojin xweş buhurandin,  tu di wan rojên cehzîranî de lewndekî şeng û jîr bû tu wekî dînemû digeriyayî, tu ketî dilê tevan, ew nivîskarên me yên ji her derê berhem û dahênanên xwe dixwendin.
li wir  li qiraqa Diclê şepolên xemgîniyê li perda dilê te dixist, tu li vî çemê evîndar meyze dikir, û tu berê xwe dida çiyayê Qerjdaxa şewitî dinerî, te sed ax û of û keser dikşand, gelo ew destpêka tracîdiya êşa te bû, gelo ew katjmêra pêşîbû ji vê penceşêra kirêt bû. Lê tu li ber vê nexweşiyê bi arameke xurt û bi mêranî rawestî, û digel vê nexweşiya han tu li rodanka zimanê kurdî bi tundî radiwestî û tu li ser resenî û rewşenbîriya bilind teqez dikir. Û ez veya jî dibêjim bê carna di navbera min û te de sari çê dibû, cardin tu silav dikir û dibişirî ji ber ku tu qedrê qelemê nas dikir.
Rezoyê nemir, Her kesê ku bihayê zimanê kurdî dimûçand bejn û bala te ya bilind nas dikir, û ta ku em sax bin em tucarî ked û westa te jibîr nakin, û di dawiyê de sed silav û dirûd li can û giyanê te bibare, û cihê te buhuşt be.

Siyamendbrahim@gmail.com

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...