Konê Reş, Sersaxiyên xwe ji malbata Segvan Ebdulhekîm û Yekîtiya nivîskarên Duhokê re Pêşkêş dike

Malbata gorbihişt Segvan Ebdulhekîm,
Kak Hesen Slevanî, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê
Hêjano!
Bi dilekî xemgîn me xebera koçkirina dawî a nivîskarê kurd Segvan Ebdulhekîm(1948-2010) bihîst, Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wî bihişta rengîn be..

   Bi rastî, bi oxirkirina wî re, stêreke geş ji esmanê rewşenbîriya Kurd li Duhoka Badînan û Zaxoka Botan rijiya.. Kurdistanê aşiqekî xwe winda kir.. Siwarekî çeleng ji hespê xwe peya bû.. Wî jî wek gorbihişt Rezoyê Osê xwe tevî kerwanê Adariyan kir..

   Birano! Ez bi navê xwe û navê dost, heval û hogirên xwe ji Qamişlo sersaxiyên xwe ji we re pêşkêş dikim û bihişta rengîn ji gorbihişt Segvan Ebdulhekîm re dixwazin.
Bela serê gelê kurd sax be, serê malbat, xizim, heval û hogirên wî sax be û serê Yekîtiya nivîskarên Kurdan de li Duhokê sax be.

Konê Reş

Qamişlo, 10/03/2010

——–

BIRÛSKEK

– Malbata xwedê jê xweş segvan ebdulhekîm
– berêzan hesen silîvanî , cemîl axa , şewket sindî û hemî endamên yekitiya niviskaren kurd li duhokê
– heval û dostên rehmetî segvan û topa karmendên dezgehên ragehandinê li devera behdînan .
nûçeya koçkirina dawî ya nivîskar û xebatkarê kurd segvanê berhemdar tîreke din ji tîren şîn û xemgînîyê di dilê me de çikand , sitêreke din ji sitêrên çalakiyên rewşenbîrîyê û ragehandinîyê ji asîmanê zaxuka sozdar û dilêr wesand û bê guman ziyaneke mwzin gihande birêvebirina çalakiyên avakirin û geşkirinê  …..rehmetîyê seyda diranekî mezin , çeleng , dilovan , şêjin xwes , dûrmeyzen  bû , mirov sûde û zanîn ji rûniştina pêre dikir …..hêvîdarim ku kockirina wî  heval û hogirên wî dil xwertir bike li doz û armanc û guhdanên wî , biharên salên me dagirin bi gul û kulîlkên bihin xweş , dev li ken ….. û bere serê malbata wî, hevalên wî , miletê wî û pênûsa newrozê û yekitîya niviskarên duhokê saxbe , bare şînê li ser dilên wan sivik bike .
em tev hevparê vê şînê ne , daxwaza me ku cihê seyda buhişt be , û ew û karwanê nemiran bi hev şabibin .

QAMIŞLO 10 / 3 / 2010

Mûsa Zaxuranî   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...