Desmala Govendê… Ji Dilşah Yûsiv Re


Hoşeng Osê

De bihejîn e… û bihejîn e…
Stûna konê demê bihejîne…

Dergûşa elendê, elenda peyvê, peyva baranê, barana adarê, adara evînê, evîna çiyê, çiyayê xewnan, xewnên welêt, welatê elendê, bi kenê xwe, di govnda pezkovî û xezalan de, de bihejîne.
Porên xwe berde kaniyê û destên xwe ji hechecîkan re bihejîn e.
Dengê tifinga te, hîna di gewriya Cûdî de, ji Çetelê re, dastanekê pemba dimeyîne.
Helbesta te, di gewriya Serhed de, Hewlêrek ji Amedê re difirîne û Hewlêrekeke din ji Qamişlo re dixemlîne.
Şev şeva te ye…
De peyala xwe li ya vê adarê xe, û halanan dîsa bide karxezalên çiyayî, da ji payebûna xwe hinekî dakevin, û derbasî xirecira vê xewnê bibin û  vî kabûsê ser sînga min biqewtînin.
Roj roja te ye…
De peyala xwe li ya melayê Cizîrî, û ka em dîsa vegerin Beyrûtê, da tu dîsa ‘sebahulxeyrî xana min…’ ji me re bistrê.
***
‘min bihîstî tu nexweşe dilo’….
Çi bikim bextê me tim reşe…
Bextê me kaniya jana bibil e
Bilbilê ku fîxan û dil bi kul e.
Kula bendewariya azadiyê.
Azadiya giyan û hiş û dil e.
Dilê ji evîna welêt dinale
Nalîna deşt û çiya û newale
Newala tijî sitêrk û sorgulin
Sorgulên ku bêhn didin çendîn sale
***
Te bihîstî em nexweşin… em?.
Ez nexweşim…ez…
Bêrîkirin min dicû.
Tenahî dike min biqurtîne.
***
Ji bîra min naçe…
2001’ê bû, sersala tevgerê bû. Em li Beyrûtê bûn. Şahî bû. Mehmûd Ezîz Şakir distira. Te serê govndê kişandibû. Desteke te di destê min de bû. Destê din, desmal dihejand.
Ji kurahiya dilê çiyayê Cûdî, û ji tîna havîna ‘Çetelê’ germtir, te dilîlan.
Guhê min li te bû, lê çavên min li wê keça Koçer bû.
Ji bîra min naçe, bê çawa te desmal dihejand, berê xwe dida esmanan û çavên xwe digirt û dilîland.
Di wê govendê de, ez bibûm weke perîkek. Ji coş û kêfa dilê xwe, dikiram bibama perperîk û li ser dême wê koçerê deynim. Min halan da te û got: ‘ha hevala Raperîn… ha…’.. û te lîland û lîland û lîland… û keçika Koçer lîland… û ez hatim kuştin.
Dê çawa ji bîra min biçe, dema li Heleb’ê, yekemîn car, ez pêrgî te hatim!?.
Dema tu çû çiyê ez zarok bûm.
Dema tu ji çiyê hatî, ez hîna zarok bûm.
Dema te bêriya çiyê kir, ez zarok bûm.
Dema çiya bêriya te kir, ez hîna zarok bûm.
Tu may xipşa çiyê.. ez jî mam zarokek dînoke!.
***
Hîn jî, desmala govenda te, li Çetel’ê.. li Beyrûtê.. li çiyê diheje, lê tu ne di govnedê de yî…
De ka rabe lêêê…, û bilîlîne, em dîsa herin govndê.

İstanbol
3/3/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…