Vîdyokilîpa “Ma Îro” ya hunermend Şeyda belav bû

  Di vê dema dawî de hunermendê Kurd Şeyda¸ strana “Ma Îro” ya albûma xwe ya dawî, wêne kir û bi şêweyê vîdyokilîp wê di demekê nêzîk de li ser ekranê Televizyona; Vîn Tv û Korek bê weşandin.

Ev berhem bi alîkariya  Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî û bi derhênana Nîdal Zeyno li komelgeha Balîsan ya li bajarê Amûdê bi beşdariya komeka mezin hunermendên sazbendên muzîkê hatiye çêkirin û wêne kirin.

Em hêvîdar in ku ev berhema hêja û xweş bi dilê hezkiryê Hunermend Şeyda be. Ev kilîp ji zincîreya berhemên Dezgeha Sema ye û gelek berhemên Hunerî ji hunermendên kurd re wêne kirbûn û belav kiribûn, ji wan hunermend; Rêber Wehîd, Sefqan Orkêş, Hemê Bavê Zêd û Şeyda

Malpera SemaKurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…