Rûmeta Gelê Kurd Roj tv

Xebat Şakir

Belcîka, Fernesa û îtaliya jî sinfoniya bêrûmetiyê di geliyê guran de xwendin.
Ya girîng ne ewe ku roj tv hat talan kirin, lê ya girîng ewe ku kurdan nehişt ku roj tv bîst û çar sihheta tenê jî were girtin,  me tevan dît ku hîn polis li wir bûn weşana zindî dihat kirin.

Wan qehremana nedgotin sare yan jî zore bi vîneke mezin li ber xwedan heya ku polis ji wir qewitandin, gava ku ev bin xebarkarên roj tv kes nikare roja me tarî bike û me ji gotina azad dur bike, bera dilê me di cî de be û behweriya me bi hevalên me xurt be.
ha evin Kurdên hemdem
ha evin kurdên azad
ha evin neviyên destanan
ha evin xwediyên vîna azad.
Em tev dizanin ku têkçûn, girî û bêçaretî di pirtûka Tevgera azadiya gelê Kurd nîne ji ber di dibistana wê de em hînî serkeftinên mezin bûne.

Gelo hin dikarin vîna azad bişkînin

gotina azad bifetisînin

bejna azadiyê bitewînin û meşa ber bi rastiyê ve bisekinînin?

Ger em kurd kurdên berî bîst û sih salî bûne dibe min bigote erê

lê hevqas berxwedan û bedelên azadiyê kîjan miletî mîna Kurdan daye heya ku em têkbiçin?

Belcîka, Îtaliya û Ferensa û dipeyre jî Almanya terqîn û yasîneke nûjen li ser dadmendiya xwe xwendin, ma gelo ew nizanin ku hêdî ew nikarin kurdan ber bi têkçûnê ve bajon

Gelo ev komar dizanin bê kurd çend cara hatine şêlandin?

Çend gundên wan hatine rûxandin?

Çend partiyên wan hatine girtin?

Çend siyasetmedarên wan hatine girtin?

Çend telfizyon û rojnamên wan hatine girtin?

Çend rêberên wan hatine bidar vekirin û çend melyon mirov ji wan hatine tertûbelakirin?

Lê tucara jî Kurdan ji bêxîretî û bindestiyê re negotine erê û serî li ber  zilim û zorê netewandine.

Gava ku serok Apo karibe 11 sala bi tena sere xwe li berxwe bide û ji berê bi hêztir bibe

Gava gêrila karibe 25 sala li hember nato tekoşînê bide û bêhêztir bibe

Gava Med û medya tv bibin Roj û tîrêjên xwe bide her derê bêgoman roj tv wê ji vê êrîşa bêbext jî xurtir derkeve  û bêhtir bibe dengê gel û dengê peyva azad.

Ev zarokên berxwedanê ne û şagirtiyên rêber Apo û berxwedana mezlûm û Xeyrîne têkçûnan nasnakin.

Em bi rêkxistin bûnê dikarin bibin bersiva van êrîsa û ji berê xurtir ji vê komployê derkevin

Rêkxistibûn di vê demê de ji herdemî bêhtir girînge û bersiva herî raste.

Ji nexweşxaneya Oldenburg hezar silav bo dengên azad

Hezar silav bo xebatkarên roj tv

Hezar silav bo berxwedana gelê me

Û hezar û hezar silav bo wan qehremanên ku sînga xwe ji êrîşa polîsan re vekirin.

Dibe ku ez dinav textê êşan debim lê bi giyana xwe û bi dilê xwe ez dinav we debûm û bi were diqîriyam, bi were dêşiyam,bi were şildibûm û bi were gerim dibûm.

08.03.2010 Almanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…