Êrîşkirina li ser Roj TV Li dijî prensîpên Europiyan bi xwe ye.

Dibe ev cara yekem be, ku wisa bi şêweyekî hovane, piştî cenga cîhanî ya diwem, li welatekî europî êrîşek li ser baregehekî ragehandinê dibe. Çimkî ev şêwe êrîş li dijî zagonên bingehîn, yên hemî welatên europayî bi giştî û yê her welatekî tekane bi taybetî ne.Vêca ji xwe, ku ev êrîş li ser dezgehê miletekî be, mîna kurd, ku europayî bi xwe û (Ferensa, Ingeltra û Rûsiya) afrênerê êş, derd, stemkarî û kêşa kurd in. Ew in sedem, ku niha Kurdistan 4 parçe ye.
Kesekî negotiye, bila her welatek berjewendiyên xwe neparêze.
Kesekî nexwestiye, ku bila tenahiya welatekî bikeve ber metrsiyanê û ew welat deng neke.

Kesekî negotiye, bila yasayên welatekî binpê bibin.
Lê kesek jî napejirîne, ku saziyeke ragehandinê karê xwe bi şêweyekî profisiyonel û bê ku tu kîn û daxiziyê belav bike, dike, bête taroûmarkirin û bibe lîstka potînên polîsên Beljîkî.

Ya kambaxtir ji hemiyan e, eger hat û ew agahî bête teqezkirin, ku Beljîkiyan hêzên Turkî jî digel xwe anîbin bo wê rûdanê û êrîşa hovane û nemirovane, ku bû sedema girtin û birîndarkirina çend rojnamegerên kurd yên çalak û çend kesên din. 
Çihê mixabiniyê ye, ku babet dibête pirsa kurd, Europayî jî, yên xwedêgirevî, hilgirê nirxên azadiyê û normên wê ne, wan nirxan binpê dikin û bênirx dikin.
Li bîra me têt, dema polîsên Holendî jî, hindek ji sîxur û asayîşên Sûrî anîbûn û di gel kurdên wî parçeyî lêpirsîn dikirin.

Ev êrîşa neadilane, ya hovane, ya nemirovane û ya bêberpirsiyarane, wê diselimîne ku kurd pêdivî bi yekdengî, yekrêzî li dijî rûdanên wisa û yên dijwartir ne. Kurd çi reng û bîr bin, bila bibin, lê kurdayetî li ser hemî tiştî re be.
Ev êrîşa li ser RojTv, piştgiriye, bo rûdanên li dijî kurd e, lewra pêdivî ye, bi hemî hêzê bête şermezarkirin.
Ez vê erîşê şermezar dikim û hêvî dikim, ku deng bilind bibin û bo piştgiriya mafê kurdan, hemî hêz û tiwana lidar bikevin, daku maf vegere ji xwediyê xwe re.

Ew rojnamevanên hêja yên her ziyek, bi çi şêweyê giha be wan, em piştgiriya wan digirin û daxwaz dikin, ku yên ew karên neyasayî li dijî wan kirine, bêne ber derwazên dadgehan. Her wisa jî ew zerera li RojTV bûbe, bête qerebokirin û bibîte waneyek bo her destdirêjekî, ku beriya gaveke wisa bide, 100 carî birame.

Beljîka, an jî her dewleteke din, behwer bike, ku bi vî şêweyî dikare kurdan bêdeng bike û çavê kurdan kor bike, ew xwe dixapîne û di jiyaneke nexweş de dijî, pêdivî bi bîmaristanên derûnî heye. Çemkî ev karên wiha kurdan berbi hev ve tîne, wan dighîne hev û pêdivî ye jî weha be.

Di dawî de jî, dibêjim, ev êrîş xaleke reş li ser eniya Beljîka ye, ji ber ku wan bi xwe pê li prensîp û yasayên xwe kirin û ya din jî,  rê dane ku welatê wan bibe lîstik û gera welatekî biyanî mîna Türkiya.

Şermezarî bo wî karê qirêj yê polîs ên beljîka kirî û serketin bo dezgehên kurdî û serketin bo ROJTV.

Tengezar Marînî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…