Doh, êvara înê 04/03/2010, saet 9ê şevê, Yezdanê mezin, piştî nexweşiyek dirêj emanetê xwe ji nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezo Osê stand. Em jî bi dilekî şikestî û keser koçkirina wî ji Medya Kurd re radigihînin û we serwextî vê oxirkirina wî a xemgîn û diltezîn ku ne di çax û demê xwe de hat, dikin. Hêj zû bû ji koçkirina mamoste Rezo Osê re.. Hêj pêdiviya rewşenbîriya Kurd pê hebû.. Lê sed mixabin, eve halê dinyê, wek ku kurdan gotiye; Dinya baqê nîvciye…
Roja Înê, 05/03/2010, piştî limêja nîvro, wê darbesta wî, ji Qamişlo birêkeve ber bi gundê wî Dekşûrîyê ve û wê lê bê veşartin.
Serê malbata wî sax be, serê gelê kurd sax be û serê rewşenbîriya Kurd sax be, ev rêk li pêşiya me teva ye.
Konê şînî û sersaxiyê li ber derê mala wî ye, Qamişlo, taxa Mûwezefîn.
Ji bo pewendiyan: 0993125415/ 0933584072
Konê Reş
Qamişlo, 05/03/2010