Pîrozbahîya 8ê avdarê

  Suad cegerxwîn

  Xuşkên hêja,ez di rîya vê namêre,silavên xwe yên germ ji were rêdikim û 8ê avdarê, roja navneteweyî ya jina li we teva pîroz dikim.di vê rojêde em jin  tev kêfxweşin ,hêvîya me ewe ku wê jinên kurd nêzîk karibin rêxistinên xwe yên serbixwe bi awakî fireh li seranserê welat  ava bikin .Avakirina komelak yan jî yekîtîk jina di civata me de ji gavên pir giring û hêjane ,divê em li gel hev bavêjin her û ha pêşveçûneke pêwîste.
îro roj çi karê ku jin bê  rêxistin dikin ne li berç ava ye  ,çiqas em bihevre bin û karê xwe bi nav  bikin ewê karê me bêtir xuyayî û bi hêz be û emê karibin bi rihetî kul û kêşên xwe zelal bikin û di rîya rêxistinên  xwere derdê xwe vekirî bêjin ûçareser bikin . silavên germ ji hemû jina re ,bi taybetî ji jinên kurd re ,li welat û li dervey welat ,jinên ku bi nasnama xwe kar û xebatê dikin û jibo  pirsa jina û wekhevîya jin û mêra ,jibo  netewa xwe û rêzgarîya gelê xwe di civakê de tim beşdarin .Silav ji jinên li ber tenûran re ,yên  li ber dergûşan, li nav  rezan û li nava malê  kar û xebata rojane dikin .8ê avdarê jibo   me teva cejneke pir taybet û giranbuhaye,   roja  şahî û  kêfxweşîyê ye,roja berxwedan û serxwebûnê ye ,lê mixabin dilê me kurdan çi jin û çi mêr tev bi êş û xemgîne ,para me di şahîya 8ê avdarê de pir kê me , ji ber ku divê   mehêde ,destên çepel pir caran  tawanên dijwar bi ser gelê me de anîne .ji tawana Helebçe ta   tawana qamişloyê ya ku têde  pir kes  ji   ciwanên me bê sedem jiyana xwe windakirin , ev tawanên giran qet nayên jibîrkirin ,di rîya wan  pakrewana re    silav li hemû şehîdên welatê me re .Silav ji jinên tekoşer re ku di dîroka gelê xwe de pakrewan bûne wek Leyla Qasim û hin din , ew qet nayên jibîrkirin ,herdem ewê di dilê me de bijîn .     
Bijî 8ê avdarê ..roja navneteweyî ya jina

Bela 8ê avdarê soza me jina be ,jibo jiyaneke nû pêşketî ku mirov tevde tê de giranbuhabe   jin be yan jî mer be 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…