Ez çi stranan nabêjim eger ne yê Mihemed Şêxo bin

  Dîdar: Demhat Dêrikî

1- Brêz Brahîm, Hun weke Kurê hunermendê nemir Mihemed Şêxo, ev demek dirêj e hun di nava kar û xebata mûzîkê cîh digirin, lê di hemen demê de hun bê deng in, sedemên vê bê dengiyê çi ne?

Bi xwe ez dibînim ku ez deng didim. Çi çaxa ku ez berhemekî dinîvisînim, ji min re wisa tê, ku tevaya cîhanê ji min hayedar e.
2- Nizanim, ez di rû, por, awir û dêmên we de pir peyv û hevokan dibînim ku dixwazin biaxivin. Ev axavtinên pişt perdê çi ne? fermo bêjin, xwe jî rehet bikin, me jî agahdar bikin.

Ti perde tineye. Ez eşkere me, û her kes vê yekê dizane.

3- Bavê we hunermendekî netewî ye, hunermendekî hêjaye, hunermendek e ku navê xwe  di dilê kurdan de çinî ye. Gelo Brahîm ta çi astî bûye bersiva bavê xwe? yan Brahîm pêjn dike ku bavê wî di gorê de jê raziye, divê Brahîm çi bike heta ku bibe bersiv?

Qedexekirina rengan tê wateya qedexekirina rengê Şîn jî. Û, pêşketina karê nivîskariyê gerek ne li ser hisabê qedexkirina zimanê nivîskar be.
Di destpêkê de M.Şêxo ji xwe re jiyaneke aram û bê deng, bi û ji mûzîk re diviya. Tinekirina nasnameya kurdî di wê demê de  rehetiya wî ne dida yê, jê re bibû tinekirina nasnameya mûzîka wî, eger ne ew  bi xwe. Ewî êdî tevaya jiyana xwe jibo peydakirina çareyekê xerj kir.
M.Şêxo stranên xwe bi şêweyine dîrokî, hişyarî, hayjêhebûn, evîn û azadî, bûyerên serdemîn (yên wê demê), distra. Ev mijarên he tevlî şewat û kesera di dengê wî de, lebata tiliyên wî, çûn û hatina wan li ser darê tembûra wî, bibûn ava ku gula evîna di dilê hezkiriyên wî de, diolp dida. û wê evînê geş dikir.
Ez karê mûzîkê dikim, û dibe ku stran di berhemên min de jî  bêne peyda kirin. Ez nastirêm, eger bistrêm jî,  ji stranên M.Şêxoyî pê ve ezê ti stranên din nebêjim. Ji ber ku mebesta M.Şêxo ji çêkirina stranan ne dengbêjî û tembûrjenî bû, lê belê ragihandina mesac û peyaman bû.

4- Karê te yê mûzîkê niha di çi rewşê de ye

Ez bi karê xwe re pir rehet im. Ez ji mûzîkê hez dikim, û hazirim ku hemu tiştên xwe ji mûzîkê re bi gorî bikim, û wilo dikim jî. Hevalên min ev in: defter û instrûmêntên min. Ez alîkariya her kesî/a ku bibînim hezkirina mûzîkê di dilê wî/wê de heye dikim. Eger şensê mûzîka min di van hiyaman de tinebe, ne sûncê wê ye, ne jî yê min e. Berhem hene, lê pêkaner tinene. 

5- Instîtûya kelepûrê Kurdistanê ku li bajarê Duhokê karê xwe dike, berî demekê di bin çavdêriya Zeyneb Yaş û bi alîkariya Hozan û karmendên wê, berhemeke giştî ya bavê we çap kir, hun liser vê yekê çi dibêjin?

Ez spasiya wê înstîtûya kelepûrê  dikim, spasiya Zeyneb û Hozan û tevaya karmendan dikim. Berî demek dirêj birader Mesûd Baletey ez bi vê projeyê agah kirim, û ewî ji cem xwe jî pesnê Zeyneb dida, ku Zeyneb jibo danheva berhemên hunermendên kurd karekî bi rastî dike. Birayê destxweş Kawa Şêxê pêwendiya min bi xuşka Zeyneb re girêda, ez spasiya wî pir dikim.
Xuşka Zeyneb jî di vê dema teng de ji min xwest ku ez hemu stranên bavê xwe bikim note û jê re rêkim. Min ji xwe pirsî, balo ma kes li wir jibo danîna noteyan tinebû??!! Ev yek ji mûzîkolocan tê xwestin, ne ji min. Lê weke ku Sîdara Yigit gotî: Brahîm, ji te pê ve ji ruhê M.Şêxo ti kes nêzîktir tineye, eger tu karê danîna noteyan dikî, gerek tu berî her kesî  bi vî karî rabe.
Min ew stran kirin note û rêkirin.
Ez dibînim karê ku Zeyneb Yaş pê radibe karekî pîroz e. Ez spasiya wê ji dilê xwe dikim, û jê re dibêjim: bijî.  Ne tenê instîtûya kelepûra kurdî li Duhokê cihê spasnameyê ye, lê belê ya li Slêmaniyê jî. Û her kesên ku bi vî karî rabûne, ji her deverên Kurdistanê.
Eger derfet çêbibe, ezê bi serdaneke xwe ji Kurdistanê re silavekî li herdu instêtûyan bikim.

6- Îro, armancên we di warê hunerî çi ne, çi projeyên we hene?

Armanca min mûzîk, defter, qelem, û odeya min e. Zimanê mûzîka min ya vê demê ye. Ez li mûzîka barok, romantîk, sedsala 20., ya nûjen mîna: Giyorgî Ligêtî , Krîstof Penderecki, Luçiyano Bêriyo, Şêrgo Deqorî, Kornêlyûs Kardû, û, û jî. td. pir guhdar dikim, û pê akam dibim. Ji min re mûzîk ne afirandineke, lê belê ragihandina  hest û peyamekî ye.
Rengê axaftina  nivîsên min ji ya Con Lûter Adams re nêzîk e. Mûzîka ku ez niha datînim ya Minîmal e, car caran bêhna romantîkîyetê dema ku bi dawî dihat, jê tê, yenî ya dawiya romantîkîyetê.

Min 5 berhem ji piyano re nivîsandiye, berhemek ji deng (sopran) û piyano re. Ez niha di karekî de dixebitim, ez dixwazim vî karî diyarî kemanjena lê hêjayî Hîlarî Hahn bikim.

Min 2 berhem ji orkêstra re qedandine, yek jê arranja stranekî kurdî ye, û yan din ji nivîsên min e.

Niha projeyek heye ku wê bi alîkariya Leyla Uzdemir ev berhemên he di çarçewa konsêrtekê de bêne pêşkêşkirin.   

 
Sipas bo bersivên we
Sipasxweş

Çavkanî: Rojname WAR

www.rojnamawar.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…