Dêrika Hemko- Welatê me
Li roja pêncşemê 9-11-2006 ê, li bajarokê Til koçer ser bi bajarê Dêrikê ve girêdayiye, xortek bi navê Mihemed Welîd ElBoşî ji aliyê plîsan ve hate girtin .
Ev xort yek ji wan çend xortên ku li roja 3-11-2006 ê, di kiryareka hîlebazî de xelkên Dêrika Hemko xapandin , û di encaman de (50) pêncî hezarên Sûrî û cîhzekê Mobayîl yê Hemer bi xwe re birin û xwe veşartin .
Hêjayê gotinê ye ku Mihemed Welîd ElBoşî û hevalên xwe hatin Dêrikê bi merema ku wê hin kel û pelên xwarinê wek yarmetîk mirovatî li ser xêzan û belengazên Dêrikê belevbikin .
Kesê navbirî rûniştvanê bajarê Sifêrêye ku di kevê parêzgeha Helebê .
Di berê de hatiye gotin (( werîsê derewan kurte )) ev pend cihê xwe digirê di dema ku navend û saziyên polîs û esayîşê bi rengekê rast û durist li dûv kêşan bi Kevin û bi berpirsyarî bi karê xwe rabin .