Dema Azad dimre


Yasîn Hisên

(Ji bona ne mirina hunermend Azad)

-1-
Kesekî nizanîbû bê çi dixwaze..û hîna jî nizan in, her rojek jêre mirinek bû, rengê mirina wî reş,,,sor,,,şîn,,,kesk û sipî bû. Tev mirina xelkên bajêr jî dixiste xurcika xwe de û bê bêdengî bang dikir, me nizanîbû bê çi di dilê wî de heye, tiştê di dilê wî de li ser tiliyên wê sema dikirin…û difiriyan.

-2-
Roja 15/2/2010an, li ber min rawestiya, bi saw min jê pirsî:
– Tê heta kengî rêwî be.?
– kuro tu behsa çi dike? Qey tu dîn bû ye? çend roj in û ezê herim, ma hawa hevala min î li xerîbiyê li ku ne aniha? Ma qey divê em her tiştî bi nav bikin..
-3-
Gelek celebên mirinê hene, mirina têr û zengîna, mirina ciwamêra, mirina nemiran, mirina feqîr û perîşana..
Ya wî , hemû mirin bûn..
-4-
Diçû devereke dûr ku kes wî nabîn e, digot: kevala min birçî ye…
-5-
Jê pirsîn: sipî û reş çi rengî dide?
– sipî…! sipîbûna şîr…şîrê jinek bîst û yek salî û di zayîna xwe a yekem de be, û reş ..reşa şevên Amûdê… de vêga hûn bêjin bê wê çi kerafî jê derkeve?
-6-
Erêêêêêêêêê
Ez Azad im… û ê qebûl nake bera serê xwe li dîwara xe…
Û

Pêl kevala xwe kir…!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…