Ebdilmecît Şêxo
Helbestek nexweş bû ,
dilê wê vekirin ,
girek peyvên avis,
sermest
di kerwaneke dirêj de
li pişt hev sîwar bûbûn ,
ji dildarên çîrokên jînê re
destanên evînê dihûnan ,
û ramanên bajarê xwe
bi ava çavên jinebiyên Amedê
Mehabadê
û Helebce
dişuştin .
Çîrok
Çîrokek bi tijî dengê xwe dikeniya ,
ji wê pirsîn , çima ?
Vê carê çîrokê qêrîn kir,
dîsan ji wê pirsîn çima ?
Çîrokê herdu destên xwe ,
danîn ser pêsîrên xwe ,
dagrî û got; îro Rişkooooo jî
bû ye xazgênciyê min ….. . !!!
Çîrokek bi tijî dengê xwe dikeniya ,
ji wê pirsîn , çima ?
Vê carê çîrokê qêrîn kir,
dîsan ji wê pirsîn çima ?
Çîrokê herdu destên xwe ,
danîn ser pêsîrên xwe ,
dagrî û got; îro Rişkooooo jî
bû ye xazgênciyê min ….. . !!!
Efrîn ,1.2.2010
Diyarî ji konferansa çîroka Kurdî re li Amedê