ŞEVEK JI ŞEVÊN DÎNATIYÊ


Demhat Dêrikî

Ji wê şeva te di navbera destê min de ez birîm şeva xwe
û di wê şevê de xak li benda barîna dilovaniya barana evînê dikir nale nal

Çend peyvên qedexekirî ji sêdaran gihan felatê û bûn stêrk li asîmanê semaya  me?
Çend wêne bi wênekêşa çavê me kirin feryad û wêneyên şeva me ya bê guneh kişandin?
Çend çirke, çend xule, çend demjêmir dahola tirsê li ser qada şermê
di dilê me de dikir gom gom ta ku barana şevê barî?..
Erê ez gorî!
Erê gula bi ava dilê min di nava dilê min de bûyî gulistan!
Erê ya ku ez her kêlî di bajarê dilê xwe de wê dikim xewneke bê dawî!..
Wê demê baran barî
Wê demê xak û baran di nava destana ramûsanên azadiyê de
hev gevaztin!..hev birin, birin, birin ta ku xak kenî!…
Niha jî va tu mêhvana şeva minî
û ez dilê xwe ji singê derdixim, dikim destegul
û di piyala ji xunava lêvên te de pêşkêşî caniya te dikim.
Erê  ya ji giyanê min buhatir, tu jî bi beşrîna xwe, min di nava pêlên şeva xwe de dubare dike dînê şevê…
Va li vê şevê bi te re firdidim li bajarê hezkirina te…
Ev çi şevek xweş bû gulê?…
Ev romanek bû ji barana şevê
Ev navê awazeke ji agirê nevemirî bû di agirdanka şevê de.
Ev şev pirtûkeke nenivîsandîbû ji êşên xewnên pêkhatî gula min!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…