Hey wex ji te re Misto, ez , ez ! Ez dikanim marên gewr li ser sîngê xwe di kela havînê de biçirînim û xwe ji jehrên wan biparêzim , de bêje loooo…
´´Kî nebêje û bike şêr e
kî bêje û bike ew mêr e
kî bêje û neke ew kerê nêr e..`´
Te sed carî di nav heval û dostan de gotiye, bi zimanê xwe bipeyvin , bi zimanê xwe bixwînin , bi zimanê xwe silavê bidin û bi zimanê xwe li silavê vegerînin , vêca tu çi dibêjî rebeno ?
Vê carê, Rîngo nizanî bû xwe di kîjan qulêke , hema ev firka bi kenekî berevajî derbaz kir.
Piştî şîvxwarinê , ev herdu heval û Zêneb xanimê bi hev re şevbuhêrka xwe li ser rewşa civakî , rêzanî, darayî derbaz kirin , ji Efrînê de ketinê , ra di Biruksilê re derketin û li cem doza Felestînê rawestiyan . Lê piyalên meyê hîn li pêş wan in , Zênebê ne xwast Rîngo hîn pirtir bipeyve , ewê mîvanê xwe şande nava nivînê.
Misto du , sê piyale mey ji Rîngo kêmitr vexwari bûn , guhên xwe di nav nivîna xwe de bel kirî bûn , Rîngo yekser bi Zênebê re got , te dît Zêneb , vî bê namusî çi gotin davêtin min , ax Zêneb tu zanî , eger ev bergîra hevalekî me di rêxistinê de ba , minê ewa bi hezar û pêncsed kîlo mitir ji partiya me bi dûrxista . Çawa ? Çawa ? Zênebê ji serxweşê xwe pirsî , hûn dikanin ewqas zû rûmetên hevalên xwe birîn bikin ? Zêneb ! Zêneb ! Ew kesên zimanên xwe bi kesayetiyeke mîna min re dirêj bikin , em wanan pir zû li ser dûvên xwe rûniştin didin , tu ji min têgihîştî , lê na Zênka min , beseeeee , ev ne karê te ye , tu wê şûşê
Bîre jî ji min re hûne , hîn ezê hin waneyên din bi te dim rebena min . Lê Misto di nav nivînê de ji serma re , xwe melisandiye , ew dixwaze here mîzke , lê ew ditirse Rîngo zanibe ku Misto hîn xewnekiriye , ew di turkeke neylon de mîz dike û di beriya pardesonê xwe de vedişêre , lê ew hîn guhdar dike .
De bese looooo , bi serê Ahoramezdayê mîhreban , vê vexwarina meyê te ez jî sermest û gêj kirim , Zênkê gote mêrkê xwe , Rîngo jê pirs kir , te got çi , çi bi serê kê !! ? Kî ye ev ? Zênebê got, baş e , baş e bi serê Parse Xatunê , Lê Zênika min tu van navan ji ku tînî ! ? Lew Rîngo ! Min duh wateyên çend peyvên kurdî ji te pirsîn , te gote min , ez nizanim , min pêrar ji te lava kir, ku tu hinekî ji min re li ser dewleta Mîta –Horiyan bipeyvî, tu ji bersivê reviya yî , rind e ku tu kes guhdarî me nake , bi gorna bavê min te yê em bicerisandana !! Hey wex bextê , hey wex ! Ez bi kîjan nezanî de ketime !!!
Nîvê şevê derbaz bû , Misto hîn xwe ne dilvîne û ne dişivîne , di berxwe de dikene û ji xwe re dibêje ; min zanî bû ku min îşev çi kir !!!
Bi rastî , jinik ! Rêbertî pir hesan e, lê ev ne karê te ye , lê eger ku tu dixawzî ese zani bî , siba ji Misto pirs bike , ew sîh sal in dostaniyê min dike..
Di roja din de , Rîngo mîvanê xwe li mal dihêle û ew bi lez diçe ser sozê xwe , Misto ji xewê şiyar dibe , Zêneb di ber qehwevexwarinê re ji Misto dipirse ; keko Misto ! Bi serê xwedê ez na xeydim û ne jî , ji Rîngo re bersiva te dibêjim , eger tu ji min re bêjî çawa Rîngo bû ye rêber ? Xûşka min Zêneb ! Bi serê lawê min Ciwan ez jî nizanim !!! , lê ez zanim ku Rîngoyê me hîn ji pir rêber û mêberan zanetir e .
TEEE GOOOT ÇIIIII ????!!!!!!!!!!!!!
Efrîn, 3.1 2010