Husên M. Hebeş
Evîndariya du daran
Du daran ji hevdu hez dikirin
Darbirê dilreş
Ew ji kokê de birandin
û birin mal.
Herdu dar di agirdankê
Zivistanê yê darbir de
Rastî hev hatin
Hevdu himbêz kirin
û bi hev re şewitîn.
Çima na?
Maseyekê xwest bibe kursî
Kursiyê got: çima na?
Ez dixwazim
Xwîşkek min hebe!
Xwezya
Darekê gava dît
Ko ji qamîş bilûran çêdikin
Got: xwezya
Ez qamîş bama.
Bonn 2009