Kesên Wek Salihê Kevirbirî Pêşmergên Bajara ne

Konê Reş

   Bi armanca ku vê paşiyê çar pirtûkên Salihê Kevirbirî çap bûne û li Tirkiyê û Kurdistanê hatine belav kirin, di roja 22/11/2009 li Stenbolê di Kurd-Cafê de, semînerek li dor nivîskariya wî hat li darxistin. Di semînerê de helbestvan Kawa Nemir û nivîskar Alî Fikrî Îşik bîr û baweriyên xwe li dor Kevirbirî anîn ziman. Paşê di koktêleyê de Kevirbirî pirtûkên xwe îmze kirin..
   Di roja 05/12/2009an de jî, ji bo eynî mebestê Salihê Kevirbirî dibe mêvanê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê.. Û ji bo çalakiyek nû ji rojnamevan û nivîskar Kevirbirî re pêk were, programek taybet jêre hatiye danîn. Salihê Kevirbirî, yek ji wan rojnamevan û nivîskarên Kurda ye, yên ku bêhtir klasîkên kurdî, anku serpêhatiyên kurdî berhev dike, dixepêre, dike pirtûk û dighêjîne xwendevanan.
Li ser çûna Kevirbirî a Stockholmê, Kitêbxaneya Kurdî wiha besiv daye:

(Salihê Kevirbirî li ser berhevkirina serpêhatî û folklora kurdan dixebite. Çar pirtûkên wî, Karapêtê Xaço, Hevîrtirş, Filîtê Quto û Teyîba Min, di vê dawiyê de çap û belav bûne. Bi vê minasebetê, nivîskar Kevirbirî dibe mêvanê Kitêbxaneya Kurdî ji bo ku behsa rê û metodên berhevkirina babetên folklorîk û dijwariyên vî karî bike û herweha pirtûkên xwe îmze bike.)
   Min jî xwest bi van çend gotinan baweriyên xwe derbarî Salihê Kevirbirî û nivîskariya wî a bi zimanê kurdî bînim ziman û dewla xwe di ava bîra wî de dakim. Salihê Kevirbirî, evê ku ez wî ji berî dor 15 salan ve nas dikim, wek evîndarekî ziman û rewşenbîriya kurd a resen kar dike, ez nivîsên wî dişopînim û kêfa min ji pirraniya berhemên wî re tê.. Kurdewariyeke ji kezebê di pêvajoya wî a nivîsandinê de dibînim.. Ez ne şaşbim ew jî dikeve nav rêza  pêşengên kurdan li bakur, yên ku bi kurdî dinivîsînin… Bela kes bawer neke ku ez pesnê wî didim, belê ez pesnê çalakî û hezkirina wî ji zimanê Kurdî re didim..
   Nivîsandina bi kurdî jêre armanc e.. Nivîsandina wî a bi kurdî jî, xweş nîşane ji mêraniya wî re.. Erê mêranî… Di baweriya min de, di roja îro de, çi kesê ku bi kurdî binivîsîne ew mêre.. Ez wan kesên ku bi kurdî dinivîsînin mîna pêşmergên bajaran dibînim.. Erê birano, ne tenê pêşmergên serê çiyayan mêr in.. Eger dîroka berxwedana me a hebûnê; man û memanê bi pêşmergên serê çiya û tivinga wan  hatibe naskirin, roja îro hewcedariya me a  nû û giring bi pênûs û xamê ye, bi pêşmergên bajara ye.. Ewên ku zimanê me diparêzin, bervedêriyê di ber zimanê me de dikin, bi zimanê me dinvîsînin û bi zimanê me his û hasten xwe dertînin û dibêjin; Kurdim, aştîxwazim, welatê min Kurdistan e..
   Belê birano, di vê biware de ez Salihê Kevirbirî yekî ji wan pêşmegan dibînim, ji ber ku wî, tev jiyana xwe ji ziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî a têvel re terxan kiriye… Ta niha dor 10 pirtûkên wî li dor rewşenbîriya kurdî hatine çap û belavkirin.. Bawerim 7 ji wan bi zimanê dayika min û we ye.. Her wiha wî bi dehan gotar, hevpeyvîn û raportac li dor kêşeya me di media kurdî de belav kirine..
   Ez karê wî û karê kesên wek wî, yê mêran dibînim.. Wî wek pêşmergekî dibînim.. Ew xweş nimûne ye ji xortan re.. Bihêvîme ku xortên me bidin ser şopa kesên wek wî… Ji dil spasiya xwediyê Kurd-Cafê, helbestvan Kawa Nemir, nivîskar Alî Fikrî Îşik û pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê dikim, serketinê bo tevan hêvî dikim.. Û ji kak Salihê Kevirbirî hêviya berdewamiyê dikim.
Konê Reş

Qamişlo, 01/12/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…