îro rayên arîşeyeka xwîndarî bi temamî hate birrîn

 

Welatê me / Dêrika Hemko

Berdewamî li ser bizav û hewildanên xêrxwaz û dilpakan,îro roja( 1-11-2006 )ê, li gundê kengelo lihevhatina di nav bera binemala Mistê û binemala Çeto de ya ku li roja (28- 10-2006 )ê de hatî kirin, îro roj ew arîşeya xwîndarî bi temamî rayên wê hate birrîn.
Dîsanê wek ku di roja pêşî de hate kirin, binemala Çeto jî heşt konên mezin ji mêhvanên xwe re vegirtin û jimarek berfereh ji cemawerê devera Qamîşlo, Hisîça, Amud û Dêrikê, û herweha şandên partiyên kurdî, rihsipî, sermiyanên deverê, zanayên ola misilman û xiristiyan, ereb û xiristiyan di vê lihevhatinê de berhev û amade bûn.
Destpêkê şêx Ednan Ibrahîm Heqî xêrhatina mêhvanan kir û têgehên xêr û qenciya çareserkirina arîşeyan wek ku di Qurana pîroz de hatî gotin da xuyakirin û herweha got: ev lihevhatine berhemek pirr hêja ye ji xelkên deverê re û li cem xwedayê mezin jî tiştekî ciwan û çake.
Pişt re keşe Efram Çello jî gotinek pêşkêşkir û di gotina xwe de xweşhaliya xwe û xelkên parêzgeha Hisîça da zanîn û got: berhevbûna vê jimara zor ji tevaya netewan, mezheb û olên deverê nîşana wê yekê ye ku xelkên deverê bi Kurd, Ereb, Kildan, Aşorî û Ermeniyên xwe ve kêfxweş û xweşhalin bi vê lihevhatinê.
Di pey re Mele Rifet Mele Ebdul Mecîd pîrozbahiya xelkên amade, herdu binemalan, xêrxwaz û dilpakên ku bi vê lihevhatinê rabûne kir û ev gav wek destkeftiyek pîroz binavkir.
Dawiyê serwerê binemala Çeto Ismaîl Çeto xêrhatin li mêhvanên xwe da, sipasiya dost û xêrxwazan kir û xêrhatinek teybet da binemala Mistê û bi nav serwerê binemalê Ebdul Ezîzê Mistê û kartêkirin û mêraniya wî di derîvekirina çarserkirina vê arîşeyê de û tev bi pesnin bilind da xuyakirin .
Dûv re xwarin di binê konan de hate rastkirin .
 hêjayî gotinê ye ku ev arîşeya xwîndarî eve zêdeyî (15) salaye di navbera van herdu binemalan de rûdaye .
Lê piştî vê kêşê deng veda û bûbû egerê peydabûna gîr û girfetaran li deverê û piştî wan hewildan û bizavên bê rawestan ji aliyê rihsipî, xuyayî, partiyên siyasî û serok eşîran ve di hate kirin.
Dawiyê li ser daxwaz û hewildanên van xêrxwaz û dilpakan :
-Hecî Ebdul Ezîzê Xelef Sara
-Ekerm Hesko Xelo
-Behrem Hesko Xelo
Ev kêşe hate çareserkin û li roja (28-10-2006)ê herdu binemalan silha xwe kirin û lihevhatin .
Bi vê yekê mirov di karê bêjê îro rayên wê arîşeyê bi ked û karê wan xêrxwaz û dilpakan di çem û rûbarên herdu gundan de, herdu gundên cîran, di beyar û xaka gundê Kengelo û Pilêsiyê de rayên wê hate korkirin û di şûna wê de tovê biratî, aştî û aramiyê hate çandin .
Em jî bi navê nivîskar û karmendên malpera Welatê me pîrozbahiya xelkên devera Dêrikê û herdu binemalan dikin û sipasiya wan mêhvanên beşdar, arîkarî, xêrxwaz û dilpakan dikin, yên ku zehmet kêşandin û ev destkeftiya pîroz bi cih anîn .

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…