Torî û Torîk

Dilovan çeto

Dema welatê kurda hate parçekirin û bi teybetî herdû parçê li sûriyê û li turkiyê hatine naskirin bi navê binxet û serxet.kesê mane li rexê turkiyê jiwanre digotin serxetî,û kesê mane li rexê sûriyê jiwanre digotin binxetî.lê malbat û eşîrê kurda li serxetê di hatine naskirin bi navê gund û bajarê go lê dijîn,wek kesê li herêma omeriya jiwanre digotin omerî, û kesê li nebilê dijîn jiwanre digotin nebilî, û wisa herkes dihate naskirin bi navê cihê go lê dijî.
Gundek ji gundê serxetê heye jêre dibêjin torê û çi kesê lê dijî jêre dibêjin torî.mirovekî gundî hebû û pîreka wî û çend zarok di xaniyekî ji kevir û heriyê avakirî bû dijîn,ev kes perîşan bû,ne karek hebû û nejî mal û mewdanê wîjî hebû.Rojekê gote pîreka xwe nanê me livî gundî nema rabe xwe karbike emê jivî gundî barkin û emê berê xwe dine bin xetê û em ji xwedê bi hêvîne go deryê xêrê li pêşya me vekê.

Kar û bara xwe kirin û berê xwe dane bin xetê, hatine gundekî ji gundê bin xetê û ji pîreka xwere got hema emê livî gundî bibin mêvan û eger bi dilê gundiya bê emê livir bijîn.gundî lidora wa kom bûn,xeber dane axayê gund,axa razîbûna xwe da ku li gundê wan bijîn.

Axayê gund mirovekî zengîn bû , gelekî qeşmerî li kesê dora xwe dikirin.rojekê civat li oda axê geriya bû,mêvanê wayî serxetî jî hate odê,silav da , axa bankir:

ser çava tu hatî toriyo derbasbe rûne., jiwê rojêve navê wî ma toriyo, li kûderê axa ew di dît jêre di got toriyo,lê çiqasî pepûko ji axêre digot navêmin heye ,çima tu binavê min bang li min nakî, lê axê jêre digot: ma tu ne ji torêye,navê tejî toriyo ye .

Rojekê axa û çend zilamê xwe derketine nêçîrê,ji sibehê ta êvarî man lê tiştek ne girtin û deste vala vegerane gund,lê diriya xwede hemberî torîkekî rast hatin, axa liber veket û tîrek avêtyê,torîk kuşt,gote zilamê xwe vî torîkî jiminre bînin gund,zilamê axê torîk kişandin bênderê gund.axa bankire yê serxetî :toriyo were min pismamê te kuşt. Bû tiqe tiqa axê û zilamê wî û kesê hazir û tevde pê kenîn.

Axa û gundî çûne malê xwe,lê yê serxetî dinava xwede di kelê,berê xwe da mala xwe , bangkire xanima xwe û got:

jiminre riwê lihêfa me yê sipî veke û kara xwe bike emê vegerin gundê xwe nav xwedyê xwe lê xuyaye nanê me li binxetêjî nîne. vegera bêndera ew torîk di nav wî cawê sipîde mîna kefen ew pêça û bêr û qazme bi xwere birin û berê xwe da nav tirba û dest bi kolana tirbê kir.

Gundiya nerîn waye tirbek yanjî gorek tê kolan,gundî linav tirba kom bûn û jê pirsîn, xwedê xêrkê çi qewimiye?

Yê serxetî liwan vegerand û got:

gelî gundiya win tevde şahid bin axa pismamê minî torîk kuşt,vaye min wî kefen kir û min tirba wî kola, ez soz didim xwîna pismamê min bi arzanî divê neçê û rojek wê bê ezê heyf û tola pismamê xwe hilênim.Kolana tirbê bi dawî bû,torîk têde dirêj kir,ax biserde kir, kêl û hedê wî danîn,rahişte bêr û qazmê xwe û got :

gelî gundiya nanê min livî gundî nema,ji sibe û pêde ezê vegerim welatê xwe, lê ji axêre bêjin bere hayawî jê hebê,ezê rojekê vegerim û heyfa pismamê xwe hilênim, giha malê û kara vegera welatê xwe kir.

Serê sibehê bi tîrêjê rojêre yê pêşî ji gund derketin û berê xwe dane serxetê,gihiştine gundê xwe .

Rojek dido , heftiyek dido , karek jixwere peydakir, qederê salekê didiwa jixwere hinek pere dane hev, tifingek jixwere kirî.

rojekê kara xwe kir,tifinga xwe tijî fîşek kir û ma libendî rojê ta herê ava.Re

ş kete erdê,berê xwe da bin xetê,çû gundê axê,mala axê nasdikê,axa liser erzêlê di xewa şêrîn deye, carekê axa çavê xwe vekir dît tifing di serê wîdeye,di despêkêde bawer nekir, got bê goman ev xewne,lê gomanê wî belav bûn dema yê serxetî bang lêkir û got : rabe axayê hêja , ez pismamê torîkim, lê xuyaye te jimin bawer nekir dema min got ezê rojekê vegerim heyfa pismamê xwe hilênim,vaye ew roj hat , axa dest bi lava kir û lêborîna xwe jê xwest , lê fêdenakê , fîşekê di tifingêde tevde di serê axêde valakirin,bilez ji mala axê derket û li keviya gund rûnişt ,gundî li dengê tifingê û qîre qîrê mala axê şiyarbûn.yê serxetî bi dengekî bilind bang li gundiya kir û got:

gelî gundiya ez ew mirovê torîme , min soz dabû ez heyfa pismamê xwe hilênim , û vaye min soza xwe bi cî anî . eger kesek jiwe bixwazê tirba wî sibe bi tirba axêre bê kolan , bere fermokê meydanê!!??lêêê……………..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…