RÊÇÊN EVÎNÊ


Xemginê REMO

Keçê .. kê gotî ye :
Çîya bilindin ez te nabînim ?
Çîya çendî bilind bin
Li bin çengê baz
Nizim dimînin …
Çol û beyar şax û newal
Pêk ve li bin bazikê min
Dimînin …
Û eger tu yara mine

Dvê ku ez te bibînim ….
***

Xanê… kê gotî ye :
Rêya dirêj dawî nîne ?
Gulê .. rêçê evînî yê kurtin
Û dildarê te şêt û dîne …
Li ser pişta Bozê rewan
Ez rêwîme
Û bila rê pirr dirêj be
Ku rêwîtî xemrevîne
Û dildarî serxweşî ne …
Ez serkêşê sofîyame
Di pûtgeha evînê de
Were carek
Dev û çavên te yê pîroz
Ez pîroz kim pîrozîyê
da nebêjim:
jîn derewe
û rêçên dirêj bê dawîne …

****

Canê ..kê gotî ye:
Derya pan û firehin
Kûr û bê binî ne …
Eger ku dil bi evîn be
Evîndar ..kelekvanê her derya ye
Pêlên derya .. şîpên çema
Nabin rê-bend li pêş dila
Ji wan çavên feyrûzî
Hêsrên lûlû ne barîne …
Bendewar û çav li rê be
Haha te dît ez hatîme ….
Eger çendî ez biwestim
Tu bîn-vedana dawîne ….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…