Husên M. Hebeş
Emek
Derî ji pencereyê hez dike
Pencere jî ji kursiyê
Kursî jî ji masê…
Dar dibêje:
Spas ji xweda re
Emek û cefayê min
Bi zarokên min re
Vala neçû!
Dareke kesk û rû li ken
Darek tim kesk bû
Û rûyê wê tim li ken bû
Xwestin ko bizanibin
Çima ew tim kesk e
û rûyê wê tim li ken e?
Dilê wê vekirin
Dîtin ko çivîkek
Ji ser rehekî difire ser yê din
û hêlîna xwe
Di nîvê wî de çêkiriye.
Bê guman
Bi darekê re gotin
Tu dixwazî bibî gopalê şivanekî
Yan jî weke dîkor di qesra
Şah de bî?
Got: bê guman
Dixwazim bibim gopalê şivên.
Bonn 2009