((Ez toza Qamişlo ya havînî nadim bi ewropa hemî))

M.Qasim

Bivê peyvêre hêstir ji çava barandîn,pêre pêre  hêstirê min jî hatinxwar.  kelê ez jî girtim..diya zaroka bi min hesîya u..got:
Cardî tu girî..?!
Birastî ev nazikî di hestê min de  şînbû bihtir, piştî nexweşiya kû bi ser minde hat,  a ku nûjdr  jêre di bîjin ( ihtişaa dimax) bi zimanê erebî. dema mejî dikê ku ra têde bi celte binvdikin dema dijwartir bê.
Li kurdistan tv,min temaşa dikir.. roja şemî, katijmêr- belkî- 12,5 ê  nîvro, bernameyek li ser penaberiyê bû ..seredanek bû li nivîskar Mihemedê mele Ehmed u keça urd(jin u merê hevdûne).
 Bihtir keça kurd axaftin dikir, belkî ji ber ku mamusteyê Mihemed zehmetî di kêşa ji alî tendrustiya xwe ve, u guhê wî jî giran bibû..
Dema pirs jê hate kirin çawa karî herê kurdistana başûr..?
Bi axiftinek hûr ber fireh çîroka xwe verîjand.
Pirsa j xwest ku hestê xwe li ser welêt bide diyarkirin..
 Ewê  got:pir bihriya welêt kiriye, biryar dabûn-mihemed u ez- ku herin welêt,çi buha bidin.. belê nexweşiya mamoste nehêla..ji têbîniyê balkêş keça kurd di got: gelekî caran xwarina min li ser êgir di şewitî ji ber ku dibere, min xwendin, yan nivîsandin dikir,belkî ji dilfirehîyê Mihemed  tucarî aciz nedibû ji ber wilo..!
dema li mamoste Mihemed vegerin, karim bibêjim: navê wî di hat serdevê rehmetî Mihemed Hisên –birayê min yê mazin-hingî ez biçûk bûm, belê berdiketim çi dikin u çi dibêjin.. rehmetî xwe ji min ne diveşart..
hem di pirtûka wîde ya ku navê wê : (rûpelin ji bizava neteweyî ya miletê Kurd li Sûrî) li ser bizav u xebata kurdan li Sûriyê  çend tişt xwendin u zanî ku ewjî yek ji wan kesên ku civata xortên kurd ya demukratî sala 1953  damezrandin.gel çend hevalên xwe ,weku  EbdilEzîzê Hacî  Eliyê Ebdê,Derwêşê Mele Silêman,Ebdillah Mele Elî…..
di peyre ketin rêza partî de..mixabin karê partî gelek zehmetî kêşa, belê gelek şaşî jî pêre hebûn, encaman niha-em- dibînin u hêjî hinek bi ezîtî li ser şaşiyan na rawestihin..ji bo rêbazê kar u xebatê nûbikin..li gor demê..!
carekî li dikana  Salih Cango axaftin hate kirin ..Ehmedê Şêx Salih çend têbînî li ser prtûka wî dan, u got: şaşî têde hene yek ji wan mjn( mi,arede) damezran gel hevalna…
min gotê binivîse, bersiva bide, yan jî bigehêne min, ezê bi gihînim deverna  ku belav bikin, mixabin  xwe neda ber…ji aliyekî dîve,carna Emînê Derwêş-bavê Egîd- digot:rola min di pevanîna( mi,aredê)de serekî bû,lê xurta weke Kin,an u mihemedê smayîl ji dest me girtin..bihtir didît k rehmetî Sadiqê Smayîl xwedî bû pêre ..
..van têbîniya raber kesên vê gotarê bixwînê dikim, da ku şaşiyan rastbikin u rastiyan misoger bikin..li gor ku bi hêvîme..bila dîroka kurdan rast bê..
mamoste Mihemedê Mele Ehmed ne karî sax werê wlêt,belê termê wî bi pêşwaziyek buha hate Qamişlê , u di axa bajarê ku pir jê hesdikir hate bi cihkirin,di nav xwedî u dost u miletê xwede ..jiyana didiwan bibihûrîne..kula wî ya bi saxî nehate bcîkirin di mirinê de bi cî hat ..ji bîrnakim ta saxim dema di got -gel histirên ku di barandin-:
Ez toza Qamişlo ya havînî nadim bi ewropa hemî))))
 bihêvîne ku xwedê wî bi bihuşta xwe şa bike.
Raste ku (Şam şekire lê welat şêrîntire)
Gelo rêcîm karê br v peyvê bikevê…!!
Gelo hin ji kesên bê sedemin bi rastê ji welêt bazdidin ..ew jî berdikevin?!
Gelo behra rêberên kurd,nexasim rêberê partiyan bi hiestin şiyarin ku barê cihê têde wergerin ..!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…