Festîvala Helbesta kurdî li Bonn ê li darket

Roja 24. 10.2009 li bajarê Bonn ê festîvala helbesta kurdî (ya kurdên rojava) li darket.
Ev festîval ji sala 1993 an de li welat li dardikeve, lê ji berî 4 salan de dest pêkiriye li Almaniya jî li dardikeve.

Komîta festîvalê beriya du mehan civiya bû, û bangek şandibûn ji helbestvanan re ji bo beşdarbûnê. Hinek helbestvanan bersiv dabûn û hejmara wan jî gihîştibû dora 25 helbestvanan lê hineka jî lêborîna xwe xwestibûn.
Komîta festîvalê ya ku ji pênc kesan pêk dihat: Arşevê Oskan, Keça Kurd, Alî Cafer, Xunav û Qado şêrîn. Hewildanên xwe kiribûn ku festîvalek ji ya par serkeftîtir li darbixin û di hinek xalan de bi serketin, lê di hinek xalên din de de jî lawazî derket.
Festîvalê destpêkir bi deqak bê deng li ser geyanê şehîdan. Bi dûde gotina YASA hate xwendin, û ew jî sazîk hiqûqiye lê dîsa jî alîkariya çalakiyên hunerî û edebî jî dikin, hêjayî gotinê ye ku gotina ku kak Arif Cabo li ser navê wana xwend, alîkariya saziya xwe nîshan kirin.
Piştî gotina YASA, komîta festîvalê gotina xwe xwendin, gotina wan Alî Cafer xwend, moralekî mezin tê de hebû, her weha hinek gazin û daxwazî jî kirin ji bo xwedî lê derketina li vê festîvalê di salên pêşiya me de.
Helbestvanan dest bi helbestên xwe kirin, kevin, nû, klasîk tevlîhev bûn. Lê kêm helbestan bal kişandin.
Televizyonên kurdî hatibûn vexwendin ji vê festîvalê re, lê mixabin wekû her sal kes nehat û tenê Roj Company bi alîkariya birêz Gandî Kendalî û Kawa Şêxê festîval qeyd kirin û nehiştin ku li ber ba here.
Gelek guhdarvan nebûn, hema helbestvanan bi xwe dixwend û bi xwe jî guhdarî dikirin ji bilî çend kesan, lê tiştekî ne baş jî hebû ku nîvê helbestvanan li salonê li cihê qehwê bûn û nîvê jî li salona xwendinê bûn.
Hunermend Zuhêr Cemîl, bi amûrên xwe alîkariya festîvalê kir û dengê helbestvanan gîhande hev û her weha di dawiya festîvalê de jî dû stran gotin û milet geş kir.
Di nava helbestan de jî du hunermêndên kurd,  jin, deng xweş milet geş kirin û xew ji ser çavan revandin, ew jî Evîna Welat ji Efrînê û Narîn Şêxê ji bakurê Kurdistanê. Bi alîkariya kemana Elend Welat û gîtara Elend Seîd. (herdû jî Elend bûn û bi rastî jî elendên mûzîka  kurdî bûn)
Helbestvanên ku helbestên xwe xwendin ev bûn:
Azer Osî, Can Kurd, Gulistan Haco, Dilyar Dêrikî, Dîlan Zêbo, Husên M. Hebeş, Hêmin Kurdaxî, Kawa Şêxî, Lava Derwêş, Jan Dost, Merwan Osman, Mizgîn Hesko, Nezîr Palo, Nedîm Yûsiv, Serhan Îsa, Xebat Şakir.
Tiştekî din jî balkêş hebû di vê festîvalê de, ew jî dîwarên wê bûn, yên ku hatibûn xemilandin bi tabloyên hunermenda şêwekara kurd Cîhan Dîko.
Hêjayî gotinê ye ku wekû her sal xelatên festîvalê hatin belav kirin û ji bi wê xelatê îsal du kes hatin pejirandin ew jî Mamoste Eskerê Buyik û Kecha Kurd bûn.
Gelek birûsknameyên pîrozbahiyê ji gelek sazî û kesayetan gihan ber destê komîtê û ew ji aliyê pêşkêşvan Arşev ve hatin xwendin ji wan:
1. Dezgeha Semakurd li Dubei, birêz Arif Remezan.
2. birêz Hozan Emîn, berpirsyarê malpera Semakurd.net.
3. Hunermend Şivan Perwer.
4. Malpera Avestakurd.
5.  Malbata Cegerxwîn.
6. Komîta Amadekar ya Mehrîcana Helbesta Kurdî ya Çardemîn ji rojavayê Kurdistanê
7. Nivîskar Heyder Omer.
8. Nivîskar Silêman Azer.
9. Nivîskar Ezîz Xemcivîn.
10.Ibrahîm Ibrahîm.
11.  Partiya Yekîtiya Demoqrat.

Amadekirin û Foto: Kawa Şêxê
Kawa142@hotmail.com

 

 

 

     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…