hevidar_zana@hotmail.com
Îsal gera me ya Kurdistanê, di demeke pir xweş de bû. Me pir hewl da ku em bikaribin Kek Xelîl Sincarî (Midûrê KTV, studyoya Elmanya) razî bikin, ji bo ew destûrê bide me ku em beriya Newrozê biçin welat û Newroza xwe li wir pîroz bikin. Her wiha me dixwest ku em piştî salên dûrûdirêj buhara welêt jî bibînin. Di sala 2005an de em meha Temûzê çûbûn Hewlêrê û min cara yekemîn di temenê xwe de germaya ku bigihîje 50 dereceyî li wir dîtibû. Min nedixwest careke din wê germayê bibînim.
Min bêriya nêrgizan kiribû, nêrgizên ku bêhna Kurdistanê ji wan tê. Ez nizanim çima, lê li cem min nêrgiz Kurdistan e û Kurdistan jî nêrgiz e.
Min bêriya rêvas, behîvşînk, tolik, kereng… û hemû cure keskayiya çol û baniyan kiribû.
Min bêriya toz û tirabêlkê, herî û cokên avê û her tiştî kiribû.
Lê tucaran li hev nedihat ku em di demsala buharê de biçin serdana welat.
Vê carê çêbû. Me her tişt li hev anî. Weke cara berê em di ser Îranê re jî nediçûn. Balafir ji Dusseldorfê radibe û yekser li Hewlêrê datîne.
Lê em vê carê ne bi tenê ne jî.
Kurê me Robîn jî heye û wî jî êdî ji axaftinên me yên rojane fêmkiriye ku berê me li Kurdistanê ye. Herçiqasî wateya wê nizanibe jî, lê berî rêwîtiyê bi çend rojan dest pê kiriye, hema ku çavê wî li çente û baholên li malê dikeve, yekser dest pê dike û dibêje, “Mamma, herin Kustanê?”. Nizane bibêje Kurdistan.
Piştî qirecira li balefirgeha Dusseldorfê û rêwîtiyeke ku li derdora çar seet û nîvan dirêj dike û piştî yek seet giriyê Robîn em gihîştin Hewlêrê. Balafira me dadikeve…
Çirayên bajêr vêketîne, lê lawaz in.
Em êdî erdê baş dibînin û bi taybetî ez pir dilaram dibim. Ev jî pirsgirêkeke min e, yan jî ez bibêjim fobîyeke min e, heta ku ez di rêwîtiya balafiran de erdê nebînim, ez aram nabim. Wê çi xweş bûya heger mirov bikarîba bi trênê biçûya Kurdistanê. Ez amade me heft rojan bi trênê biçim, lê ne seetekê bi balafirê…
Piştî kontrola pasaportan û derketina derve, berî her tiştî me çakêtên xwe yên zivistanê avêtin. Derengî şevê bû, lê piştî serma Elmanyayê, germaya Hewlêrê hestiyên me germ kirin. Me di meha Adarê de germayî dît ma em hîna çi dixwazin?
Ez wisa dibêjim, lê xelkê me yê li welat jî gazina ji germaya zêde dikin û dilê wan dibije barana ku ji heftiyê carek û ducaran li Elmanya dibare.
Serdar (Berpirsyarê Parêzvanên General Ezîz Weysî ye) hatiye pêşiya me. Di sala 2005an de jî ew hatibû pêşiya me, em êdî hev baş nas dikin. Berê me dide mala Kek Ezîz.
Berê sibehê ye, em çavlixew in, lê ez bi zorê çavê xwe vekirî dihêlim û li derdora xwe temaşe dikim. Hewlêr bûye Hewlêreke din.
Em hinekî şerm dikin, dema em dibînin Kek Ezîz wê seetê ji xew rabûye û derketiye ber derî. Pêrgî me tê, bixêrhatina me dike û em dikevin hundirê malê.
Me li gel sohbeteke kurt, çayeke xweş vexwar û em çûne odeyên xwe.
Em katjimêr 6ê sibehê raketin û 11an li dengê Robîn hişyar bûn, « Mama yabe (rabe), tît vexwê ». Tît jî di ferhenga Robîn de şîr e.
Heta ku ez jê re şîr germ dikim, ew li temamê malê ode bi ode digere, keşfê dike. Li gora Robîn ew mal Kurdistan e.
Bernameya me tije ye. Hevdîtinên li gel kesayetên siyasî û rewşenbîrî, seredana sazî û dezgehên rewşenbîrî, rojnamevanî, kultûrî û wekî din… Çûna Duhokê û devera Barzan, seredana Gora Nemiran. Pîrozkirina Newrozê bi şêweyekî nû û 3 rojan li ser hev. Dîtina dost û hevalan û bêguman derketina seyranan ku li başûrê Kurdistanê kultûreke û pir xweş e.
Me bar kir otêlê û ez li hêviya hatina xwişka xwe me ji bo ku li ber Robîn bimîne. Ew serê sibehê ji Nisêbînê derket, piştî nîvro li Hewlêrê bû. Di navbera çend seetan de Robîn hogirî wê bû û ez hinekî azad kirim. Me xwe jê vedizî û berê xwe da nava bajar.
Tiştê ku di serî de bala me dikşîne, çêbûna riya ye, ew li gora berê pir baş bûne. Lê hesabê erebokên zarokan û yên kêmendaman nekirine. Mirov bixwaze ereboka zarok bixwe re bibe, yan jî kêmendamek bixwaze derkeve bajêr wê perîşan bibe. Bi heman şêweyî hesabê çûnûhatina rêwiyan ya ji aliyekî bo aliyê din jî nekirine. Herkes û zîrekiya xwe. Tu çawa xwe li rê biqelibînî û biçî aliyê din, ew pirsgirêka te ye, ne ya Şaredariya Hewlêrê ye. Di vê navberê de heger hat û tu ketî bin tirimbêlekê jî tu tawanbarî ji ber ku tu ne di riya xwe re çûye. Riya te kîjan e ne diyar e. Divê tu nemeşî! Pîlana çûnûhatina bajêr li gora tirimbêlan hatiye danîn, divê herkes bi erebê bigere. Ez têgihîştim çima hejmara tirimbêlan roj bi roj li Hewlêrê zêde dibe. Xelk nikare bimeşe. Heger bimeşe jî nikare ji aliyekî rêkê biçe aliyê din. Bi hêviya ku dengê min bigihîje Şaredarê Hewlêrê ez li vir dawiyê li vî beşê nivîsara xwe tînim.
———————–
Gera Kurdistanê (2)
Min got Hewlêr xweş bûye, mezin bûye, modern bûye û ya herî xweş û balkêş jî ewe ku mirov êdî jinan li her deverê dibîne. Di sala 2005an de rengê jinan ji xemla bajêr kêm bû, lê vêcarê baştir bû. Li navendên kirînûfirotinê yên weke Rhein Mall, Naze Mall û navenda bajêr, li cafeterya û xwaringehan, li her derê ez rastî komên jinan hatim. Hinek ji wan bi tenê ji bo bêhnvedanê û vexwarina qehweyekê hatibûn bajêr, hinekên din jî zarokên xwe anîbûn cihê lîskê. Lê divê ez bibêjim ku hîna jî weke jin pir zehmete mirov bi tenê li nava kolanên Hewlêrê bigere. Ya rast ewe ku ez bibêjim ji bo min zehmet bû. Em jinên ku li Ewropa dijîn, fêrî aramî û ewlekariya ku li vir ji bo jinê heye, bûne. Em bi tenê diçin û tên û pê nahisin ku çavê sed kesî li ser me ye. Jixwe gotinên ku qesda nasnameya mirov ya zayendî bikin, li vir nayêne kirin. Bi gotineke ku pir naskirî ye, li Ewropa kesek “laf”an navêje mirov. Lê li Hewlêrê ne wisa ye. Dema mirov bi tena serê xwe di kolanekê re dimeşe, heger sed mêr li wê kolanê hebin, çavê her sedî li ser bejnûbala mirov e. Ew êdî dizanin jinên kîjan beşê Kurdistanê bi tena serê xwe û bê mêr digerin û li wê gorê gotinên xwe ji mirov re dikin. Nizanim ji meşa mirov tê derdixin yan ji cilûbergên mirov, lê ew dizanin.
Divê ez bibêjim ku gotinên ji min re hatin kirin, hemû bi zimanê tirkî bûn.
Min behsa vê yekê li Kurdistanê ji gelek dost û hevalan re kir, wan jî heman gazin dikirin, lê hêviya wan hebû ku di nava çend salan de êdî ev tişt kêm bibin.
***
Em roja 20ê Adarê êvarê derketin kolanan.
Wê Parêzgarê Hewlêrê li parkeke mezin ji yên bajêr agirê Newrozê vêxe û wê bi vî rengî şahiyên ku wê 3 rojan bidomin, dest pê bikin.
Hinekan digot, li Parka Samî Ebdurrehman e û hinekan jî digot na, li Parka Minare ye. Em pêşî çûn Parka Samî Ebdurrehman. Me dît ku ji ber sedemên girêdayî ewlekariyê cih hatiye guhertin û herkesî berê xwe daye Parka Minare. Em jî çûn wir.
Agir hate vêxistin û dest bi teqandina fîşekên hewayî kirin. Ez nizanim çima, lê fîşekên wir ne weke yê vir bûn. Ji dengê fîşekeke hewayî bêhtir, dengê teqîna topekê ji wan dihat. Her careke ku diteqiya, erda di bin lingên me de dihejiya. Robînê me tirsiya. Heta niha jî dema ku nepoxa wî diteqe yan jî behsa Newrozê dibe, bi kelecan dest pê dike û dide ser hev, “Kustanê, Newoz…teq…teq…teeeq…Robîn tisiya (tirsiya)”.
Piştî teqereqê herkes li tirimbêlên xwe siwar bû û berê xwe dane nava bajêr.
Ji her derê dengê Hesen Zîrek tê…
Em rojî, salî taze ye Newroz e hate we…
Camên tirimbêlan vekirîne, dest li ba dibin.
Her der, kesk û sor û zer e…
Her kes bi hev re pîroz dike. Kesek nabêje, ev şahiya filan yan bêvan partiyê ye ez tevlê nabim. Kesek xwe naxe salonan û tiştê herî xweş ewe ku kesek li cihê xwe rûnane. Newrozê weke Newrozê pîroz dikin. Li her devera ku çavê mirov lê dikeve, agirek hatiye pêxistin û govendek li dorê tê gerandin.
Em jî li gel konvoya tirimbêlan çûn derdora Keleha Hewlêrê. Li gel barana ku hûrik hûrik dibariya, em heta derengî şevê li dorûberê kelehê çûn û hatin.
Roja 21ê Adarê jî em li Hewlêrê bûn.
Êvarê li otêlê bi boneya Newrozê resepsiyoneke taybetî ji bo balyoz û konsûlên li Hewlêrê hatibû amadekirin. Ez kêfxweş bûm dema min dît ku xanimên balyoz û konsûlan bi cilûbergên kurdî hatine. Me pir kesên naskirî yên siyaseta kurdî dîtin û li ser piyan sohbetên kurt li gel wan kir. Şeveke xweş bû.
Em roja din li ser riya Duhokê ne. Kek Ezîz ji Hewlêrê diçe gundê Şanîkê ji bo pêşwazîkirina Serokerkan Babekir Zêbarê, lê ewê jî berêvarê xwe bigihîne Duhokê.
Em qonax bi qonax diçin Duhokê. Me xwest em li ser rê seredana Laleşa Nûranî bikin. Weke hemû perestgehên ku min heta niha dîtine, bi xof e, bêdeng e û bi hêbet e. Xelkê Laleşê yekser tê derdixin ku em “xeşîmê gund” in û bi zimanekî xweş ji me re dibêjin ku ne bi tenê li perestgehê, lê belê divê em li nava kolanên gund jî pêxwas bigerin. Me daxwaza wan bi cî anî û pêlav xistin destê xwe. Kula dîtina Laleşa Nûranî jî ji dilê min derket…
Em yekser çûne gundê Banê.
Banê, gundê Kek Ezîz e. Ez dibêjim gund, lê bela gundekî adetî neyê ber çavê we. Tu kes li Banê najî. Kek Ezîz, li ser axa ku ji bavê wî jê re maye, cihekî xweş yê bêhnvedanê çêkiriye. Xaniyekî biçûk, darûber û konekî mezin. Li ber çavê Kek Ezîz ew der buhuşte. Dema ku behsa Banê dike, hundirê çavên wî dibiriqin. Lê em ne bi çavên Kek Ezîz, bi çavên xwe temaşeya Banê dikin. Ew bi malbatî her heftî seredana Banê dikin, heta êvarê li wir dimînin û dizîvirin. Em gihîştin Banê.
——————
Gera Kurdistanê (3)
Li Banê hertişt hatiye amadekirin
Bêguman weke her carê hemû amadekarî ji aliyê Subha Xanimê (Xanima Kek Ezîz Weysî) ve hatiye kirin. Bi rastî her cara ku ez Subha Xanim dibînim, ez matmayî dimînim. Mirovek çawa dikare hevqasî jêhatî be ez nizanim. Kek Ezîz amade be yan na, ew dikare sed mêvanî bi xwarin bike û pêşwaziya hinekên din jî bike.
Li aliyekî xwarinê amade dike, li aliyekî derdikeve bixêrhatina mêvanên nûhatî, di ber re jî bi temamê zarokên xwe re yek bi yek mijûl dibe û mirov qet nabîne ku gazinekê jî dike.
Her devliken e û yekser dihêle ku mirov xwe xwediyê malê bibîne.
Çend kesên ku di ser û ber re alîkariya wê dikin hene, lê birêvebiriya giştî ew bixwe dike û ji herkesî bêhtir diweste.
Lê ez bixwe qet nebûm şahid ku ew behsa westabûnê bike. Dema ez wê dibînim, ew jinên kurd yên ku di sedsalên 18-19an de eşîret birêve dibirin têne ber çavên min.
Jinên bixwebawer, birêveber û bi hêz…
Berêvarê Kek Ezîz jî gihîşt Banê.
Jixwe heta wê demê Kek Qadir Qeçax li gel Beyan Xanim û keça xwe Wekhev û kurê xwe Nerev jî hatibûn.
Herdû xwişkên Kek Ezîz li gel malbatên xwe û gelek mêvanên ku ez nikarim navên wan li vir rêz bikim amade bûbûn. Agirê Newrozê hatibû vêxistin, me govenda xwe gerandibû.
Hêdî hêdî xwarin tê raxistin. Ji kutilk û epraxan bigre, heta bi şorbeyên pincarên buharê û gelek xwarinên din. Ez pir behs nakim, ji ber ku dîsa tê bîra min û ez birçî dibim.
Piştî xwarinê dahol û zirne hat û me govendeke wiha kir ku temamê xwarina me xwaribû hiliya. Em heta derengî şevê li Banê li derdora agir çûn û hatin.
Xwişka min ya ku ji bakurê Kurdistanê hatibû, tucaran Newrozeke wiha aştiyane û bi kêf pîroz nekiribû. Li gora wê Newroz dihat wateya meş û mitîngan, pevçûn û revê. Wê cara yekemîn Newrozeke bê şer û weke karnavalekê pîroz kir.
Robîn nedihişt ku ez bi kêfa xwe têkevim govendê. Ez nizanim çima, lê hema ku didît ez di govendê de me, yekser dihat ez dikişkişandim û dibirim. Di vê navberê de min dît ku govenda me ya Mêrdînî û ya Duhokê pir nêzîkî hev e, bi tenê ferqa hereketekê tê de heye, lê kurê min nehişt ku ez fêr bibim.
Em geh reqisîn û geh li dora agir rûniştin axivîn. Hinekan pêkenok gotin, Kek Qadir Qeçax helbest xwendin, Kek Ezîz behsa bîranînên şerê Îraqê yê dawî kir, me jinan di nava xwe de hinekî behsa xwarinê kir û dawî li şeva me hat.
Em roja din dîsa li gund bûn, lê roja piştî wê hemû bi hev re mêvanê Beyan Xanim û Kek Qadir Qeçax bûn.
Ez û Dilbixwîn berî herkesî çûn ji bo ku em bikaribin Mûzexana Qeçax bibînin û di derbarê wê de hinekî li gel Kek Qeçax biaxivin. Bi rastî xebateke pir balkêş û hêja hatiye kirin. Malbata Qeçax, beşekî berfereh ji mala xwe ji bo avakirina mûzexaneyekê terxan kirine û perçeyên pir hêja yên ku şahidiya dîroka welatê me dikin ji seranserê başûrê Kurdistanê kom kirine û tê de bi cî kirine. Beşek jê folklorî ye û beşek jê jî dîrokî ye. Wan heta niha tiştek ji kesî nekirîne, kê çi dîtibe aniye teslîmî wan kiriye û wan jî weke beramber ew tişt li ser navê kesê ku ew aniye, tomar kirine. Xebata tomarkirinê û tesbîtkirina temenê her perçeyî, ji aliyê kesên ku di warê dîrok û arkeolojiyê de pispor in tê kirin.
Deriyên wê ji bo seredanê hatiye vekirin û ew bala herkesî dikşîne. Ev xebat hemû di encama meraqa Kek Qeçax de pêk hatiye. Dema min dît ez matmayî mam. Tiştê herî balkêş jî ew bû ku herkesî tiştên li cem xwe bê beramber bexş kiribûn.
Dema em li wir bûn grûbek Emerîkî hatibûn serdana mûzexanê. Kêfa Kek Qeçax pir dihat. Bi rastî jî xebateke hêja kiriye ku pesindanê heq dike.
Em piştî gotûbêja li ser mûzexanê, helbest û siyasetê derbasî mala wan bûn ku dikeve pişta mûzexanê, lê deriyên wan di hev re jî vekiriye.
Mêvan hêdî hêdî tên. Kek Ezîz û Subha Xanim li gel zarokên xwe, Parêzgarê Duhokê Temir Remezan li gel malbata xwe, Qeymeqamê Duhokê Macid Seyid Salih û malbata xwe, Seroka Yekîtiya Jinên Kurd şaxê Duhokê Evîn Hirorî li gel kurê xwe, Seroka berê ya Yekîtiya Jinan tayê Duhokê Zekiya Seyid Salih û hevserê xwe, Gulnam û Nezîra Xanim ku ji Holenda ji bo karûbarê mûzexanê hatibûn û gelek kesên din. Em jin ji mêran pirtir in. Ji bo ku şahiya pîrozkirina Newrozê berdewam be, hunermendê dengxweş Heval Ibrahîm jî hatiye vexwendin ji bo ku şeva me geş bike.
Hebûna payebilindên bajêr di destpêkê de dihêle ku mirov hinekî fermî tevbigere, lê hêdî hêdî em hev nas dikin û ew fermîbûn, li gel dengê ûda Heval Ibrahîm cihê xwe ji govend û stranê re dihêle.
Ez behsa xwarina xweş ya ku Beyan Xanimê amade kiribû nakim, ji bo ku çavê we tê de nemîne û marê kesî neyê me. Lê bi rastî sohbetên ku me kirin, stranên ku me tevan bi dorê gotin û govenda ku me gerand pir pir xweş bûn. Ez dibêjim me stran gotin, lê ya rast divê ez bibêjim me serê stranê digot û Heval Ibrahîm dawiya wê tanî.
Di vê navberê de li ser cilûbergên me gazin ji me hatin kirin. Herkesî cilûbergên kurdî yên rengîn lixwe kiribûn, ez û xwişka xwe bi tenê di nava wan de weke zîwanê nava genim bûn. Heqê wan hebû, lê bi rastî dema em çûn Kurdistanê barê me giran bû û min nexwest ez kiras û xeftanan jî lê zêde bikim. Ji aliyekî ve baş bû ku min yên xwe nebiribûn. Ji ber ku ez bi wî rengî bûm xwediyê 2 taxim cilûbergên nû.
Beyan Xanimê ji aliyê xwe ve destek ji bo min û yek ji bo xwişka min da dirûtin û Subha Xanimê jî her yekê ji me destek ji me re diyarî kir. Em tê de man.
Ez dizanim min dirêj kir, lê ev hîna heftiya yekê ye. Ma meh û nîvek di çend nivîsan de tê ziman?
———————
Gera Kurdistanê (4)
Roja din, Beyan Xanim ji Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Ew her dibêjin Yekîtiya Afretan û ez jî dibêjim Yekîtiya Jinan, kêfa min qet ji gotina “Afret” re nayê) telefon kir û xwest ku ez biçim wir. Min berê negot, lê Beyan Xanim yek ji Endamên Desteya Birêvebir ya Yekîtiya Jinan e li Duhokê û berpirsyariya karûbarên civakî dike.
Em li cem Subha Xanim li malê bûn. Min kir û nekir, wê qebûl nekir ku ez bi taksiyê biçim û kurê birayê xwe Aras agahdar kir ku ew min bigihîne Yekîtiya Jinan.
Di nava deh deqîqeyan de ez gihîştim wir. Evîn Hirorî û Beyan Xanim li hêviya min bûn. Me li gel qehweyekê sohbeteke xweş kir. Bêguman mijara me her jin bûn. Hinek rexneyên ku min ji zû ve dixwest li wan bikim, min bi dilekî rehet kirin û bêhna xwe derxist. Piştre jî em li ser şêweyên hevkariyê rawestiyan. Ez çawa dikarim bi riya bernameya xwe alîkariya xebata wan bikim, mijarên çawa ji bo wan balkêş in û sûdê digihînin xebata jinê û her wekî din…
Piştre jî wan ez vexwendim xwaringeheke navdar ku masiyên pir baş çêdike. Em li erebeyan siwar bûn û me berê xwe da xwaringehê. Li ser rê Beyan Xanim dibêje ku ew yek ji jinên yekemîne ku li Duhokê dest bi ajotinê kiriye. Di destpêkê de pir bal kişandiye û rexne jî li wê û hevserê wê Qadir Qeçax hatine kirin, lê piştre hejmara wan zêde bûye û wan bixwe jî weke Yekîtiya Jinan, kursên ajotinê ji bo jinan vekirine û hiştine ku bi sedan jin belgenameya ajotinê wergirin. Niha li Duhokê bi sedan jin dîreksiyonan dizîvirînin û kesek êdî weke dinyanedîtyan li wan nanere.
Di vê navberê de di erebeyê de çavên min li topên qumaş ketin û min pirsî ka ew ji bo çi ne. Beyan Xanim diyar kir ku wan weke Yekîtiya Jinan bi boneya Newrozê bi dehan topên qumaş kirîne û li ser jinan belavkirine, ji bo ku rê li ber belavbûna modeya cilûbergên erebî (xelîcî) bigrin. Ev qumaşê ku maye jî divê hîna were belav kirin. Min li wan nerî, bi rastî qumaşên pir bedew bûn.
Em gihîştin xwaringehê, lê rê û rêwanî tê de tune ye. Mirov dibêje belkî şêniyê bajarê Duhokê hemû li wir in.
Xebatkarên xwaringehê pêrgî me tên û mêseke ku nû vala bûye nîşanî me dikin. Me xwarina xwe li gel sohbeteke li dijî mêran qedand. Bi rastî masiyên wan pir xweş bûn, lê weke hemû xwaringehên ku min dîtin ew jî bi tenê giraniyê didin ser zûanîna xwarinê. Ji bo xweşkirina atmosfera hundir, dekorasyon û başkirina paqijiyê tiştekî nakin. Mirov nizane ewder xwaringehe yan saloneke sporê ye.
Piştî kurtedemekê, mêseyeke ku giregirên bajêr li ser bûn em vexwendin cem xwe. Ji Endamên meclisa bajêr bigre, heta bi Midûrê me yê giştî Karwan Akreyî herkes li wir bû. Em li gel wan jî demeke baş rûniştin, me hinek gotin avêtin hev (dema mêr çav li endamên Yekîtiya Jinan dikin, pirsa jinan tê bîra wan) û em rabûn.
Dilbixwîn Dara, Hêvîdar Zana, Sedîq Şero, Hesen Silêvanî – Duhok
Roja din, ji bo destekkirina Yekîtiya Jinan di meseleya protestokirina cilûbergên erebî de, min taximek cilûbergên kurdî lixwe kirin û ez û Dilbixwîn daketin sûka Duhokê. Bêguman lixwekirina cilûbergên kurdî li cihekî weke Duhokê tiştekî pir asayî û ji rêzê ye, lê daketina sûkê bê “eba” hîna jî ji aliyê hinek kes û koman ve ji bo jinekê baş nayê dîtin. Min guh neda nerînên çavên beloq û ez bi kêfa xwe li nava sûkê geriyam.
Civanê me li gel hevalê me Denîz Dargul hebû. Em hîna ji dema Medtv de hev nas dikin. Ew bixwe ji Çelê ye lê niha li Duhokê dimîne û birêvebirê Zagros Tv yê Duhokê ye. Bernameyên pir balkêş amade dike. Piştî salên dûrûdirêj me hev dît, em çûn mala wan me li gel xanima wî Dilşa (ji Dêrsimê ye) çayeke xweş vexwar û me berê xwe da Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Hesen Silêvanî li avahiya nû ya Yekîtiya Nivîskaran (min navê wê kir Hikûmeta Nivîskaran) li hêviya me bû. Bi rastî jî ew bûne hikûmet. Avahiya wan ji gelek wezaretên ku me dîtin berbiçavtir û paktir bû. Ji salona konferansan bigre, heta bi salonên civînên taybetî, ji xwaringehê bigre heta bi odeyên taybetî yên nivîskaran… Kekê Hesen em li tevî gerandin. Peykerê Cegerxwîn yê ku wê li ber avahiyê were danîn û demekê bû sedema spekulasyonan jî me dît. Ew hîna nehatiye bicîkirin, lê cihê wî dihate amadekirin.
Ezîz Weysî, Babekir Zêbarî, Hêvîdar Zana, Dilbixwî Dara – Duhok
Helbestvanê navdar Sedîq Şero ku bavê hevalê me Şoreşvan Şero ye, rojnamevan Sebah Etrûşî û ji Yekîtiya Nivîskaran Selam Balayî jî tevlî rûniştina me bûn. Xwezî dema me heba ku em zêdetir rûniştana, lê mixabin me zêde dirêj nekir. Em bi hinek serpêhatiyên Kek Hesen û Mamoste Sedîq pir keniyan ku mixabin ez nikarim li vir binivisînim. Bela ev jî di dilê we de bimîne.
Me li Duhokê serdana Bingeha Laleş jî kir ku ji aliyê Pîr Xidir ve tê birêvebirin û xebateke girîng ji bo kurdên êzîdî dike. Em li gel Pîr Xidir û desteya birêvebir rûniştin. Me li wan guhdarî kir û wan jî li me. Jixwe nûçeya vê seredanê bi berferehî di Avesta de hatibû belavkirin.
Me hez kir ku em hevpeyvînekê li gel Serokerkanê Artêşa Îraqê Babekir Zêbarî çêbikin. Bi rastî ne asan bû, lê ji ber ku Kek Ezîz ketibû navbera me, pişta me xurt bû û daxwaza me hate qebûlkirin. Em roja din serê sibehê li gel Kek Ezîz li ber deriyê Serokerkan bûn. Dema derî vebû, Birêz Zêbarî pêrgî me hat û bi germî bixêrhatina me kir. Çend kesên din jî rûniştîbûn, lê diyar bû ku ew pêşmergeyên xanenişîn bûn û di dema xwe de li gel Serokerkanê niha Babekir Zêbarî li çiyayên Kurdistanê pêşmergetî kiribûn. Piraniya wan hatibûn gilî û gazinên xwe pê dikirin, yan jî karekî wan yê brokratîk nedimeşiya, dixwestin ku Serokerkan ji wan re bibe navbeynkar. Wî jî bi bêhneke fereh li wan guhdarî dikir û bi riya telefonan derdê tevan derman dikir.
Hêvîdar Zana, Dilbixwîn Dara, Deniz Dargul – Duhok
Min zêde nîşan nedida, lê ez di nava kelecaneke bê wate de bûm. Nizanim çima, lê di serê min de wêneyekî Serokerkan çêbûbû û ew di wî wêneyî de her bi hêrs, ciddî û pir fermî bû.
Vê yekê bandor li min dikir. Ji aliyekî ve jî min ji xwe re digot, “Jixwe wê wisa be, ma heta niha serokerkanê kîjan welatî di wêneyan de keniya ye ku serokerkanê Îraqê bikene? Li welatekî ku hîna di nava şer de ye û rojane teqîn û kuştin lê çêdibin, wê serokerkan çawa bikene?”. Weke hûn dibînin kenê serokerkanan serê min meşxûl kiribû.
Lê ez baş dizanim ku kincên leşkerî bandoreke mezin li ser derûniya mirov û heta kesayeta mirov jî dikin.
Ez bi tenê di nava dîwana mêran de rûniştibûm. Min nema zanîbû ez çawa û ji ku dest bi axaftinê bikim. Ez ne bi tenê bûm, Dilbixwîn jî hebû û me bi hev re amadekariya hevpeyvînê kiribû. Hindik mabû, ez ji Dilbixwîn re bibêjim, hema tu bi tenê hevpeyvînê çêbike, lê paşê hêdî hêdî ez aram bûm. Min dirûşmeya xwe anî bîra xwe ku beriya her hevpeyvînekê ez ji xwe re dûbare dikim. Min got, raste kesayeta li hemberî me xwediyê payeyeke bilind e û artêşekê birêve dibe, lê di dema hevpeyvînê de ew mêvanê me ye û emê wî birêve bibin. Emê bipirsin û ewê bersivê bide, ji xwe hêza karê rojnamevaniyê jî ev e. Yê li hemberî te Iskenderê Makedonî be jî, ew wê kêliyê mêvanê te ye û di dema hevpeyvînê de tu wî birêve dibî. Ne wisa be, mirov nikare vî karî bike.
Piştî ku karê cenabê Serokerkan xelas bû, em çûn cihê hevpeyvînê û me dest pê kir. Bêguman min jê pirsî bê çima ew herdemê di wêneyan de bi hêrs xuya dike û min qet nedîtiye ku ew dikene jî. Bersiva min bi ken da û got ku ew bixwe mirovekî pir devliken e û hevalên wî yên nêzîk vê yekê baş dizanin, ew herdemê pêkenokan ji wan re dibêje û pir kêm jî hêrs dibe. Diyar bû ku ez bi çend wêneyên ku di çapemeniyê de hatine belavkirin xapiyame. Yek ji min û yek ji Dilbixwîn, me hevpeyvîneke dirêj çêkir. Bersiva 25 pirsên taybet yên Avesta jî dane, ewê dema pêş belav bibin.
Serokerkanê Artêşa Îraqê Babekir Zêbarî heta devê derî bi me re derket, em bi ken bi rê kirin…Niha wêneyekî wî yê ku tê de dikene di arşîva Avesta de heye.
Serokerkan jî dikenin…
———————-
Gera Kurdistanê (5)
Heger em bêyî dîtina Dezgeha Spîrêz û Kekê Mueyyed Teyyib ji Duhokê derketana, bernama me nîvco dima. Birayê wî Evdilezîz Teyyib ku di heman demê de Wezîrê Kiştûkal e li Duhokê bû. Em êvarekê li gel hev rûniştin, me behsa gelek tiştan kir, me hinek agahdariyên balkêş di derbarê rewşa çandiniya Kurdistanê de jê wergirtin û me yekser civanek jî li gel Kekê Mueyyed Teyyib danî.
Hêvîdar Zana, Mueyyed Teyyib, Dilbixwîn Dara
Hûn dizanin Mueyyed Teyyib di gotûbêjên li ser meseleya soranî-kurmancî de aliyek bû û dibû hedefa êrîşên tûnd. Jixwe roja din dema ku hat em ji otêlê birin Dezgeha Spîrêz, sohbeta me yekser ji wê meselê dest pê kir. Ew di wê baweriyê de ye ku rewşenbîrên kurmanc di parastina hinek bîr û rayên girêdayî meseleya zaravayan de wî bi tenê dihêlin. Ji ber ku bi tena serê xwe naçar dimîne biaxive û bersiva nerînên dijber bide, ew weke parêzvanê kurmanciyê li hember soraniyê tê nasandin û êrîş jî diçin ser wî bi tenê.
Heyfa, Hêvîdar, Fethî (berpirsiyarê weşanê di KTV de)
Piştî gotûbêjeke dûrûdirêj û gera li Dezgehên Spîrêz (avahiya kevin û ya nû ku li ber xelasbûnê ye) min bixwe nerîna wî ya li ser çareserkirina pirsa zaravayan pir baş dît. Ew dibêje bela li hemû parêzgehan herdû zaravayên kurmancî û soranî bi hev re bêne xwendin û pirtûk li gora vê yekê bêne amadekirin. Piştî 15-20 salan êdî wê nifşekî ku bi herdû zaravayan jî dizane perwerde bibe û em ji vê pirsgirêkê xelas dibin.
Em ji vê meselê derbasî ya tîpên aramî û yên latînî bûn. Ez serê we neêşînim, lê di meseleya ziman de wê hîna serê me tevan gelekî biêşe.
Heyfa, Dilbixwîn, Fethî
Roja din me dîsa berê xwe da Hewlêrê. Axa sor dibariya û mirov nikarîbû hilmê bikşîne. Ez li vir ji we re di van çûnûhatinan de behsa 4-5 çenteyên ku her carê li otêlan têne valakirin û roja dawî careke din têne komkirin, nakim. Jixwe kamyon, bus, trên û temamê makîneyên bi motor û bê motor yên ku Robîn li her dikanekê dibîne û dike bela serê me jî zêdebûna ser kezêbê ne.
Xwedê ahê me ji Çînê re nehêle ku ew sûk û bazar tişe qir û qahf kirine û her cara ku kurê min çav li amûreke ji malbata tirimbêlan dike, li yek dengî dike hewar, mamaaaaa eyebeee dixwazêêêêê!…
Hêvîdar, Nisret (spîkerê KTV), Dilbixwîn
Min got wê rojê axa sor dibariya. Erd û ezman sor bûbûn. Lê her kû em ber bi Hewlêrê ve diçûn, rewş baştir dibû. Min dest ji teoriyên li ser xerabûna klîmayê berdan, ez li ser rewşa kebaniyên malan fikirîm. Wê ev ax çawa were paqijkirin!
Di hundirê malan de ji ser û binê dolaban bigre heta bi îskan û sêniyên di hundirê wan de, ji perde û rûberê doşekan bigre, heta bi xalîçe û temamê hûrûmûrên din, divê hemû werin şûştin.
Min wê demê fêm kir ji bo çi xelk dîwarên hundirê malê jî heta bi nêvî feyans dikin. Bêguman, ji bo piştî barana axa sor bikaribin bişon!.
De niha jî were hesabê ava ku wê were xerckirin bike.
Em bi guhnedana jîngehê mala xwe bi destê xwe xerab dikin, lê haya me jê tune ye. Gelek ji me di xwe re nabînin di mala xwe de tiştê herî asan bikin û çopa xwe ji hev veqetînin, îcar emê çawa guh bidin pêdiviyên din.
Jixwe dema em gihan Hewlêrê û me riya xwe bi mala sernivîserê rojnameya Rûdaw Ako Mihemed xist, xanima wî yekser dest bi gazinên girêdayî encamên barana axa sor kir û westabûna ku wê di ber şûştina xalîçe û temamê amûrên hundirê malê de dîtiye…
Li otêlan jî karmend ketibûn seferberlika paqijkirina axa sor. Me bihîst ku bi sedan kes li ber deriyên nexweşxaneyan di dorê de ne, hinek kes nema karin hilmê bidin û bistînin.
Di nava mehekê de 3-4 caran heman rewş dûbare bû. Baş bû pirsgirêka avê tune bû. Kahrebe jî li gora sala 2005an pir baş bûbû. Berê tê bîra min kahrebe rojê 4-5 seetan hebû û piştre tarîtî bû, niha rojê 3-4 seetan tune ye û wekî din herdemê heye.
Ligel karmendên KTV
Li Hewlêrê careke din me dest bi hevdîtinan kir. Em çûn studyoyên KurdistanTv. Min gelek hevkarên xwe dîtin. Li studyoya Seleheddîn, berpirsyarê karûbarên weşanê Kekê Fethî em ode bi ode li hemû beşan gerandin. Me hinek gilî û gazinên xwe bi hev kirin. Piştre me bi hev re li xwaringeha KTV xwarin xwar. Nusret Hadî û Heyfa jî tevlî me bûn. Hêro û hevserê xwe Mihemed ne li wir bûn, lê piştre me li mala wan hev dît û em gelek caran bi hev re derketin gera Hewlêrê. Midûrê me yê giştî Karwan Akreyî jî wê rojê ne amade bû. Me hevdîtina li gel wî ji bo rojeke din hişt û me berê xwe da otêla Hewraman ji bo tevlêbûna civîna ku bi boneya yeksaliya rojnameya Rûdaw hatibû lidar xistin û em jî hatibûn vexwendin.
Li Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Kemal Kerkûkî (Serokê Parlamentoyê),
Dilbixwîn Dara, Hêvîdar Zana
Gelek rojnamevanên xwedan ezmûn, akademisyen û pisporên beşê rojnamevaniyê li zankoyan jî hatibûn civînê. Şêweya xebata rojnamê bi berferehî hat nirxandin. Mafê axaftinê dane me jî, lê min bixwe bi tenê hinek xalên giştî destnîşan kirin û nerîna xwe li ser nerînên hinek beşdaran anîn ziman, ji ber ku ez nikarim tîpên aramî bixwînim û ji ber vê yekê rojname û kovarên ku li başûrê Kurdistanê derdikevin jî naşopînim. Heger mirov rojnameyekê neşopîne, nikare li gora gotinên ku dibihîze, binirxîne jî. Lê Dilbixwîn şîroveyeke berfereh kir, ji ber ku ji bo wî çend santîmên ku li jor û jêr, çep û rastên rojnameyê vala dimînin jî girîng in. Teknîka rojnamê, mîzanpaj, giraniya pelan divê çend gram be, reng û qalindiya wan, manşêt, binmanşêt û gelek detayên ku qet bala min nakşînin, bala wî pir dikşînin û bi meraq li ser diaxive.
Piştî civînê, rojnameya Rûdaw mêvanên xwe birin xwaringehekê, sohbeta li ser rojnamevaniyê li ser mêsa xwarinê jî berdewam bû.
Li Parlamentoya Kurdistanê
Roja din seet 08.00 em li ber deriyê Parlamentoyê bûn. Civanê me li gel Cîgirê Serokê Parlamentoyê Dr. Kemal Kerkûkî hebû. Ew û Dilbixwîn hevdû ji dema Medtv de nas dikin. Me wêneyekî wî yê wê demê jî li gel xwe biri bû. Bêguman wê demê tayek porê reş di serê wî de tune bû, niha jî tayekî spî tune ye. Me jê re got: “Dr. tu gênc bûye, porê te reş bûye”, keniya.
Bera ev jî bimîne ji bo beşekî din.
——————-
Gera Kurdistanê (6)
Dr. Kemal Kerkûkî yek ji pêşmergeyên kevin yê Partiyê ye. Temenek di nava şer de borandiye û niha Cîgirê Serokê Parlamentoyê ye. Li ser compyuterê wêneyên xwe yên dema pêşmergetiyê nîşanî me dike, bi kêf behsa wê demê dike û dibêje ku ew heta niha jî bi wê bîr û baweriyê xizmetê dike, bi tenê cihê xizmeta wî û cilûbergên wî hatine guhertin.
Xweşiya tekoşînê di vir de ye…
irov ji pêşmergetiyê dest pê bike, bi salan şer bike, bi ser keve û were bibe Cîgirê Serokê Parlamentoya welatê xwe. Ez baş nizanim, lê ez dibêjim wê demê wê mirov çêtir qîmeta derfetên di destê xwe de bizanibe û wan biparêze. Ji ber ku di ber wan de westa bûye, ked daye, destekî xwe daye, tî û birçî maye.
Me demeke xweş li gel pêşmergeyekî kevin û birêvebirekî niha derbas kir, me çend wêne jî li salona parlamentoyê li gel pêşmergeyên nobedar kişandin û em derketin.
Di vê navberê de bûyereke balkêş çêbû.
Min ji Dilbixwîn re got ka em îro biçin li derve taştê bixwin. Emê biçin li sûka mast li qeymax yan jî tûkê mast bigerin. Ji zû ve min dixwest ez bixwim, lê derfet çênedibû. Li otêlan jî bi tenê qeymaxê şîrê gamêşan heye, ew jî xweşe lê pir giran e. Me teksiyek rawestand û me jê re got, Kaka me bibe cihekî ku mirov bikaribe taştê lê bixwe û qeymaxê mast jî hebe. Wî em birin li bazareke ji yên bajêr, li ber deriyê dikankeke biçûk peya kirin û got, qeymax li vir heye. Em derbasî dikanê bûn. Ezê bibêjim pêncî, lê hûn bêjin sed mêş jî di hundir de hebûn. Du-sê kesên bê serûber, yên ku qaşo xizmetê dikin, li wê navê lingên xwe bi pey xwe de dikişkişînin û diçin û tên. Şimik di lingên wan de ne.
Îskanên wan yên çayê tenê bi avê hatibûn şûştin û mirov şopa destê mirovan li ser wan didît. Me êdî şerm kir ku em rabin derkevin jî. Ji neçarî me taştêya xwe xwest û min bi taybetî jê re got ku ez ji bo qeymaxê mast hatime. Çi ji min re bîne baş e?
Qeymaxê ser şîr! Kaka eme ne tûmast e, qeymaxî şîr e, dibêjim lê fêde nake.
Be Xwayî Gewre tûmast e xwişkî berêz! Dibêje.
Wê wisa li min bike ku ez qeymaxê şîr, bi nêta qeymaxê mast bixwim, lê min di cî de hişt. Ji Dilbixwîn re ferq nake, ew weke mesela hêk û mirîşkê lê dinere û dilê xwe xweş dike, ma ne mast ji şîr çêdibe, wê demê çi ferq di navbera qeymaxê mast û yê şîr de heye?
Wî sêniya xwe xelas kir, lê ez birçî vegeriyam otêlê. Piştre di encama lêkolînên berfereh de diyar bû ku ji bo peydakirina qeymaxê mast divê em serê sibehê seet 07.00an li sûka mast bin. Min di xwe re nedît ez wê seetê berê xwe bidim sûkê û min vê carê li Hewlêrê qeymaxê mast nexwar. Di dilê min de ma.
Hema wê rojê piştî nîvro Birêz Dara Bîlek telefon kir û em agahdar kirin ku wî ji bo roja din sere sibehê civanek ji me re li gel Wezîrê Werziş û Lawan Birêz Taha Berwarî çêkiriye. Em pir kêfxweş bûn. Me xebata Taha Berwarî bi riya çapemenî û ragihandinê dişopand û gelekî bala me dikşand. Ji ber vê yekê me hez dikir ku em wî bibînin û ji nêzîk ve nas bikin. Kekê Dara ew derfet ji bo me çêkir. Roja din sibehê, berî dema ku hatibû diyarkirin bi gelekî em li ber deriyê Wezareta Werziş û Lawan bûn.
Bêguman ew weke navê xwe, wezareteke sportîf û gênc bû.
Piştî ku em derbasî cem Birêz Berwarî bûn û me dest bi sohbetê kir, me dît ku wî jî xebata me ya rojnamegerî baş şopandiye û di derbarê me de xwedî nerîn e. Ev yek ji bo min pir balkêş û pozîtîf bû. Jixwe pêwîste hevdîtineke fermî bêyî zanîna agahdariyên bingehîn yên di derbarê mêvan de neyê kirin, lê gelek caran payebilindên me, vê yekê paşguh dikin. Ji ber ku dema mirov payebilindek be û pêşwaziya hinekan bike, divê mirov bizanibe, ew kî ne, çi dikin û xebata wan ta çi radeyê bi bandor e. Her wiha yên ku têne pêşwazîkirin jî divê bi amadekarî derkevin pêşiya payebilindekî. Pir nexweş e ku mirov biçe li gel Wezîr yan jî Serokwezîrekî rûne û dest pê bike xwe bide naskirin. Ma wê demê şêwirmend ji bo çi ne?
Belê, em demeke baş li gel Birêz Berwarî rûniştin û ji pirsgirêkên gêncan bigrin, heta bi nebûna vîzyoneke berfereh li cem siyasetmedarên me, ji pirsgirêkên wan yên li gel çapemeniyê heta bi projeyên wan yên ji bo malbatên enfalan jî bûn mijara gotûbêja me. Di encama hevdîtinê de em vexwendin pêşangeha firotina berhemên malbatên enfalan ku wê roja din sibehê bihata vekirin û me jî qebûl kir û em rabûn. Ez pir kêfxweş bûm ku di nava çil û nizanim çiqas wezîr de, yên weke Birêz Berwarî modern, xwedan vîzyon û çalak hene ku cihê xwe dadigrin û roleke berbiçav di avakirin û îdarekirina wî beşê welatê me de dibînin.
Bêguman roja din em li cihê pêşangehê amade bûn. Projeyeke Wezareta Werziş û Lawan bû. Bi armanca aktîfkirina malbatên enfalan yên ku hikûmet wan xwedî dike, wezaretê terzîxaneyek ji bo hejmarek jin li devera Germiyan vekiriyeke. Ew jin fêrî dirûtinê kirine û wan jî temamê berhemên xwe yên ku ji cilûbergên polîsên trafîkê, eşofman, cilûbergên xebatkarên şaredariyê û gelek tiştên din pêk dihatin, li wê pêşangehê difrotin. Bi vî rengî heger piştgiriya wan were kirin, wê bikaribin piştî demekê bixwe debara xwe bikin û ne girêdayî miaşê hikûmetê bin. Weke fakir, projeyeke pir serkeftî ye. Piraniya berhemên wan jî wê rojê hatin firotin, lê belê divê were gotin ku hemû bi piştgiriya Wezareta Werziş û Lawan bû. Jib o ku ew bikaribin bêyî wezaretê jî li ser piyan bimînin, pêwîste saziyên ku ew cilûberg ji wan re lazim in, bi awayekî birêkûpêk û bi riya çêkirina peymanan piştgiriya wan xaniman bikin. Heger wisa nekin, wê naçar bimînin ku piştî demekê rawestin û dîsa li malên xwe rûnin. Jixwe gazinên Birêz Berwarî jî ji wê yekê hebûn ku saziyên din bi qasî ku tê xwestin piştgiriya wan nakin. Me wê demê nûçeyeke berfereh di vê derbarê de di Avesta de belav kir.
jêder: avestakurd