Înan*


Narîn Omer

Bi înanî me hev nas kir
        Kelem pirbûn me derbas kir
Sedembara Evîn saz kir
        Dibêjî min gunehbarî?!
Ne pirbêjî fena* cara
                       Dinalînî wekî jara
Dibakî min bi sed zara
                 Te baxêvim bi çend zarî?!
Kenê şêrîn ji bîr kir tew
             Şevên şadî hemî çû xew
Xwe digrînî dikî tew tew
               Xwedî zar im tu şaşyarî!!
Kesan tînî bibin dadgar
             Hezar sûnda didî her car
Mixabin wek berê  dijwar
                 Li sûndê nabe guhdarî
Serê min wax te bê hiş kir
             Dilê dengbêj te çû reş kir
Nesîbê pir çi zû beş kir
                     Digazînî Xiniz* yarî?!
Nema ez şa dibim dîsa
                Eger Mada te ya pîsa
Tu car nabim Nebî îsa
                Bi xaçê nabme dadyarî.
    *- Înan: Îman
     *- Fena: weke
    *Xiniz:Xayîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…