Berbada şemalekê

 
Yasîn Hisên – Amûdê

-1-
Mîna barana çille
Hêstir di barandin
Di xwîna xwe de volqan di temirandin
Weke nanekî tenûrê
Dilê xwe li ber ruhniya wê dipêja
Bi şehrezayî dever di kuştin
Heta dikete xew
Pêre sêwana wê diçilmisî

Û evîndar dikete xewê …
Da di wê tîne de
Jinek por kesk
Û berfeke sipî mîna dilê tariyê ji xewnan biçîne…

-2-

Ruhniyeke mijgonî dida odake bê deng…
Li wir…mîna zindaniyekî
Him bi him
Serî dernexûn dikir
Ku tilîka wî a qereqûçkê bûbû gardeyanek..
Û Careke din sitema xwe didomand…

-3-

Dilê wî mîna ronahiya yezdana venedimirî…
Bi têlên tembûra xwe re…dibû yek
Koka xwe bi dilopên hêstirê wê re saz dikir
Û mîna çûçikekî digiriya
Banga wî ji xwedê re bû…soprano
Çiko merov ji zimanê wî tênegihiştin…

-4-
Ew keça li goşa odê bi heftoka dilîze…
Bi kevirê pênca re
Hilpekiya…
Li sîka xwe nerî…
û giriya…
mîna mûmekê…
ew yara min…dema zarok bû
û aniha mezin bû…mina wê sîkê
ez jî pêre dih..eli…ya…m……

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…